Şemî, 18 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    4 xebatkarên şaredariya Dîwaniye hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Her geşedana ku Rêber Apo tê de nebe, em ê bi guman û fikar pêşwazî bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Ferhat Tepe edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê geştên hewayî hatin rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobedê ya KESK’ê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 partiyan êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayê HPG’ê Mazlum Tunç hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: 14 saliya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz be!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dron û mûşekan êrîşî Taxa Tasluce ya Silêmaniyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrişa li ser Komeleya Zehmetkêşan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Ev êriş tirsa kûr a rejîmê nîşan dide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistinên Jinên Êzidî, di salvegera Fermana Şengalê de kampanyaya navneteweyî dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Wanê ji bo dosyeya Rojîn Kabaîş serlêdanek nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê konferansa ‘Bi Têkoşîn Azadiya Jinê Ber Bi Civaka Demokratîk Ve’ hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tehliyeya 9 mehan hatî taloqkirin: Bi civakê re di nava ahengiyê de nîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Evînê êşkence li girtiya jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Li Sûriyeyê di nava rojekê de 6 kes mirin
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Remy Pagani: Aşitî cidiyetê dixwaze, divê Ocalan azad bibe
Rojane

Remy Pagani: Aşitî cidiyetê dixwaze, divê Ocalan azad bibe

Siyasetmedarê Swîsreyê Remy Pagani ku pêvajoya aşitiyê ya li Kolombiyayê ji nêz ve şopandiye, got: ‘’Aşitî cidiyetê dixwaze û ji bo wê divê berpirsiyarî werin standin. Azadiya Birêz Ocalan wê bi xwe re serkeftinê bîne.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Banga ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ a di 27’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Rêber Apo ve hate kirin, ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk ve weke destpêka serdemeke nû hate nirxandin. Her çend piştî bangê  hin gavên beramber hatibin avêtin jî bi taybetî têkildarî sererastkirinên hiqûqî û mijara çarçoveya yasayî neavêtina pêngavên şênber yên ji aliyê dewletê ve û berdewamkirina nediyariya statuya Rêber Apo ku seraktorê pêvajoyê ye rê li ber rexneyan vedikin.

Şaredarê Cenevreyê yê berê, siyasetmedar û Parêzvanê Mafên Mirovan Remy Pagani yê Swîsreyî ku yek ji wan kesan e pêvajoyê ji nêz ve dişopîne, têkildarî mijara berbehs ji ANF’ê re axivî.

 

‘ERDOGAN HEWL DIDE WEXT BI DEST BIXE’

Remy Pagani di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku qonaxa ku pêvajo gihiştiyê wî xemgîn dike û ev yek anîn ziman: ‘’Em weke hemû berpirsên din ên Kurd têkildarî pêvajoya ku Birêz Ocalan da destpêkirin gelekî hêvîdar bûn. Lê belê miabin ku roja îroyîn em dibînin ku pêvajo di qonaxa xitimandinê de ye û di pêvajoyeke zehmet de ye. Pêngavneavêtina Tirkiyeyê nîşan dide ku Ergogan hewl dide ji xwe re wextî çêke. Ji bo pêşketina pêvajoyê tu tiştan nake û bi ser de hê jî kesên hatine hilbijartin û siyasetmedaran digire. Reqîbên xwe yên siyasî dişîne girtîgehan û hê jî bi israr e ku wan li wir ragire. Van hemûyan ji bo ku wext bi dest bixe, dike; ji ber ku ew bi xwe jî weke hemû kesan dizane ku êdî hêza wî ya nûnertiyê nemaye. Êdî qabiliyeta wî ya nûnertiyê lawaz bûye. Kapasîteya wî ya qanihkirina gelê Tirk gelekî kêm bûye. Lê belê tevî vê yekê jî nêzîkatiya xwe ya rêveberiyeke otorîter hê jî didomîne. Roja îroyîn Tirkiye bi awayekî fiêlî dîktatoriyek e.’’

‘JI PÊNGAVÊN KURDAN RE BERSIV NAYÊN DAYÎN’

Remy Paganî piştre da zanîn ku di serdema ku li seranserê cîhanê xweçekkirin û şer zêde bûne de helwesta PKK’ê ya têkildarî aşitiyê gelekî watedar e û got: ‘’Ez di wê baweriyê de me ku divê piştgiriya hemû rêxistin, komên siyasî û gelên ku aşitiyê dikin armanca xwe were kirin. Girêdayî vê yekê PKK’ê têkildarî aşitiyê pêşniyarek kir û pêngavên şênber avêtin. Lê belê bersivê nadin vê yekê. Piştî peymanên mêtigehiyê gelê Kurd dabeş bûye 4 perçeyan. Êdî dema çareserkirina vê yekê hatiye. Kurd, ji bi lihevkirinê destê xwe dirêj kiriye lê belê bersiva vê yekê nayê dayîn. Kurdên li Sûriyeyê têkildarî çareseriyê hewlwest nîşan dan lê belê hikûmeta ku Erdogan beraliya wê dike hê jî Kurdan gîro dike.’’

‘JI BO SERKEFTINÊ DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’

Remy Pagani di dewama axaftina xwe de da zanîn ku tevî hemû hewldanên Rêber Apo yên têkildarî aşitiyê jî hê jî li girtîgehê tê ragirtin û ev yek nayê qebûlkirin û rê li ber lêpirsîna jidiliya dewletê vedike. Pagani diyar kir ku serkeftina pêvajoyê girêdayî azadiya Rêber Apo ye û ev yek anîn ziman: ‘’Min bi salan piştgirî da serokê fewqulade Nelson Mandelayê li Efrîqaya Başûr. Azadiya wî ya li wir bû sedema serkedtina pêvajoyê. Li Tirkiyeyê jî ec rewş weke wê ye. Yanî ji bo ku Ocalan piştgiriyê bide aşitiya ku pêşniyar kiriye divê azad bibe. Mixabin ku hê jî zextê dibîne û li girtîgehê tê ragirtin.

Pêvgava rêveberiya Efrîqaya Başûr ya wê serdemê ku rêveberiyeke nîjadperest bû, xwedî girîngiyeke sembolîk bû û rê li ber pêşketina aboriya Efrîqaya Başûr û cihgirtina di nava civaka navneteweyî de vekir. Ji aliyê Tirkiyeyê ve rewş ne wisa ye; em vê yekê ji aliyê têkiliyên li gel Ewropayê ve tim û tim dibînin.’’

‘TECRÛBEYA KOLOMBIYAYÊ RÊ NÎŞAN DIDE’

Remy Pagani yek ji şopîner û navbeynkarê nêz ê pêvajoya di navbera Hikûmeta Kolombiyayê û FARC’ê de ye da zanîn ku ji bo serkeftina pêvajoyên aşitiyê divê hê di destpêkê de hewcehî bi zemîneke siyasî û hiqûqî ya xurt heye. Remy Pagani anî ziman ku di destpêka pêvajoyên aşitiyê de pêkanîna çarçoveyeke yasayî gelekî girîng e û got: ‘’Rewşeke mecbûrî ye ku pêvajoyên aşitiyê ya ji aliyê parlamentoyan ve werin qebûlkirin û xwe bispêre çarçoveyeke siyasî. Li Kolombiyayê mekanîzmayeke bi vî rengî hate avakirin lê belê lihevkirina û sepandina wê piştî salên dirêj pêk hat. Vê derengmayînê rê li ber derketina pirsgirêkên mezin vekirin. Piraniya FARC’ê çek berdan. Lê belê ji ber guherîna hikûmetê û veguherîna siyasî ya welêt hin komên çekdar li çiyayan man.’’

‘DIVÊ SERERASTKIRINA YASAYÎ BIKEVE MERIYETÊ’

Remy Paganî da zanîn ku bi têrê nake ku pêvajoyên aşitiyê bes weke yasayî were pênasekirin divê di heman demê de bi lez were sepandin û îfade kir ku berovajî vê yekê dibe ku şer û pevçûn kûrtir bibin. Paganî di dewama axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Pêvajoyên bi vî rengî divê bi awayekî yasayî werin avakirin, di parlamentoyê de werin qebûlkirin û bi lez bikevin meriyetê. Aşitî bes dikare bi vî rengî pêk were. Bendewariyên ku wê şer û pevçûn bi rê û rêbazên leşkerî werin çareserkirin, rast nînin. Tecrûbetên dîrokî nîşan dan ku di dawiya şer û pevçûnên demdirêj de alî neçar dimînin ku dubare vegerin ser maseya muzakereyê. Derengmayîna vê yekê rê li ber bedêlên giran ên însanî vedike.’’

‘JI BO AŞITIYÊ DIVÊ BERPIRSIYARIYAN BIGIRIN SER MILÊN XWE’

Remy Paganî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku berpirsiyariya hêzên navneteweyî heye ku helwesteke têkildarî aşitiyê nîşan bidin û got: ‘’Mixabin ku li Filistîn, Sûdan, Kurdistan, Efrîqa û li gelek deverên cîhanê sûcên şer ên giran hatin kirin û hê jî berdewam dikin. Peymana Cnevreyê ku em berpirsiyar in wê biparêzin, her roj tê binpêkirin. Ji bo parastina vê berpirsiyarî nayê standin. Divê em li hemû qadan têkoşînê bilind bikin ku zextê li wan hêzan bikin ku helwesteke têkildarî aşitiyê nîşan bidin. Gelê Kurd ê bedêlên giran dane divê êdî di nava aşitiyê de bijî. Ji bo avakirina aşitiyê divê Erdogan demildest Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest berde. Ev bi awayekî nehiqûqî li girtîgehan tên ragirtin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN CENEVRE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Donetskê êrîşî otobusa rêwiyan hate kirin: 7 kes mirin
Nûçeya Pişt re ‘Bi rê û rêbazên komînan û kongreyan îradeya gel derdikeve holê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rênîşaneya ramyar

Di rojên dîrokî de derbas dibin. Ev ji bo gelên herêmê lê bi taybetî ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

Jinên ku li navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperînê li hev civiyan, heqaretên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hindîstanê serokê serhildana Maoîst a nîv sedsalî hate kuştin

Wezîrê Karên Hundir ê Hindîstanê Amît Shah ragihand ku sekreterê giştî yê Partiya Komunîst a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

4 xebatkarên şaredariya Dîwaniye hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Her geşedana ku Rêber Apo tê de nebe, em ê bi guman û fikar pêşwazî bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Ferhat Tepe edalet xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê geştên hewayî hatin rawestandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?