Rêveberiya herêmê ya Donetsk ragihand ku otobuseke rêwiyan a ku navbera bajarê Simferopol ê Kirimê û Moskowê digeriya, bû hedefa balafira bêmirov a Ûkraynayê.
Serokê rêveberiya Donetsk a alîgirê Rûsyayê, Denis Pushilin diyar kir ku êrîş li bajarê Yenakiyevo pêk hat û ragihand ku li gorî daneyên ewilî 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku birîndar rakirine tedawiyê.
RÛSYA: 354 BALAFIRÊN BÊMIROV ÊN ÛKRAYNAYÊ HATIN XISTIN
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku ji şeva sêşemê heta sihara çarşemê li seranserî welêt ji aliyê sîstema wan a parastina hewayî ve bi giştî 354 balafirên bêmirov ên Ûkraynayê hatin îmhakirin.
Waliyê herêma Leningrad, Aleksandr Drozdenko diyar kir ku tenê li herêma Leningrad 50 balafirên bêmirov hatin xistin.
LI HERSONÊ SIVÎLEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Ûkraynayê jî ragihand ku li bajarê Herson ê li başûr, di êrîşa balafireke bêmirov a Rûsyayê de jineke 86 salî jiyana xwe ji dest da.
Serokê Îdareya Leşkerî ya Herson, Yaroslav Shanko diyar kir ku di êrîşê de qada niştecihiyê ya sivîl hate hedefgirtin û têkildarî bûyerê lêkolîn didomin.

