Platforma Saziyên Demokratîk ya Amedê li dijî darvekirin û qetilkirinên siyasî yên li Îranê li Qada Şêx Seîd daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dengê gelê Kurd bi sêdaran nayê birîn û ji bo sêdaran bêdeng nemîne” hat vekirin û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
DEM Partî, DBP, nûnerên saziyên sivîl û gele kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê Hevserokê OHD’ê Muhîttîn Muguç û Tirkiya wê jî Hevseroka DBP’ê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakut xwend.
Rûçem Vefa Elyakut di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku rejîma Îranê polîtîkayên xwe yên zext, înkar û darvekirinê li dijî gelê Kurd didomîne û daxwazên mafên demokratîk bi zextên dijwar têne tepeserkirin. Rûçem Vefa Elyakut got, “Dîrokê nîşan daye ku rejîmên dijminê gel zû yan dereng têkçûnê ne.”
Rûçem Vefa Elyakut anî ziman ku ciwan, siyasetmedar û çalakvanên Kurd li Îranê dibin hedef û bi darizandinên nehiqûqî û biryarên bilez darvekrin bi awayekî sîstematîk zêde dibin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî diyar kir ku darvekirinên li Îranê ne hiqûqî ne û got, “Ev pêkanîn sûcên li dijî mirovahiyê ne. Divê raya giştî ya cîhanê li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bike.”

