Daxuyaniya Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Şeva 30’ê Gulanê komek ji hevalên me dema ji cihekî diçû cihekî din, li nêzî gundê Zêvê yê li herêma Qeleniyê hewl da ku ji çem derbas bibe. Di dema vê derbasbûnê de ketin kemîna hêzên Îranê. Hêzên Îranê ku bi hêzên me hesiyan, gule berdan û êrişî hêzên me kirin. Di vî şerî de hevrêyê me Heqî Karer şehîd bû, 2 leşkerên Îranê jî birîndar bûn.
Li hemberî komeke ku zerara xwe li kesî nebû, bi rengekî xayinane kemîn hate danîn. Ev kemîn û şehîdxistina hevalê me cihê fikaran e. Eger nêzîkatiyên bi vî rengî dewam bikin, eşkere ye ku wê jinûve nirxandin bikeve rojevê.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye bi vî rengî ye:
|
|
Nasnav: Heqî Karer |
Efrîn li ber siya darên zeytûnê bi xaka xwe ya berhemdar, bi bedewiya xwe ya bêhempa ya li pala çiyê neqişandî û bi ruhê xwe yê welatparêziyê yê ji kûrahiya dîrokê heta bi roja îro yek ji warên kêmdîtî yên Kurdistanê ye. Efrîn bi deşt û geliyên xwe yên bi hezar rengên biharê xemilî, bi gundên xwe yên qedîm û mirovên xwe yên evîndarê azadiyê, ne tenê navê erdnîgariyekê ye; ew rewşa şênber a dilsoziya bi jiyana azad, rûmet û berxwedanê ye. Her nifşê li vê xakê mezin dibe bi keda hezkirina ji welatê xwe û fedakariyê mezin dibe û bi têkoşînê bi wate dibe. Her keda ji bo paşeroja azad a gel nasnameya berxwedêr a Efrînê hîn xurt û bi kok dike.
Gelê Efrînê di herikîna dîrokê de gelek caran li êrişê, dorpêça giran û tecrûbeyên zehmet re rû bi rû ma. Lê belê kîjan bahoz rabû jî ji îradeya xwe ya azadiyê û sekna xwe ya bi rûmet tawîz neda. Ewladên xwe yê herî hêja di têkoşîna azadiyê de kir şehîd, êşên giran kişand; lê li gel vê yekê jî serî netewand, çok dananî. Xelkê Efrînê ku bi berxwedêriya xwe navê xwe li dîrokê nivîsî, dilsoziya xwe ya bi azadiyê re di nava her şert û mercî de parast; xwedî li nirxên têkoşînê, çand û xaka xwe derket û mîrateya xwe ya berxwedêran ji nifşên nû re ragihand. Ji ber vê yekê Efrîn ne tenê bi bedewiya xwe ya xwezayî; di ehman demê de bi fedakariya ewladên xwe yên leheng, bi berxwedan û berdêlên mezin ên di oxira jiyana azad de da, cihê xwe di hişê mirovan de girt.
Hevrê Heqî jî di nava atmosfereke bi vî rengî ya berxwedan û welatparêziyê de ji dayik bû. Li Efrîna ku bi karakterê xwe yê têkoşer, berxwedêr û lehengiyê tê naskirin çavên xwe li jiyanê vekir. Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li nava derdoreke ji hişmendiyeke xurt a welatparêziyê mezin bû. Piştî perwerdeya xwe ya çar salan ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike dest bi kar kir. Hîn di zarokatiya xwe de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir; bi rastiya têkoşînê mezin bû. Bi taybetî pitşî ku apê wî Heqî-Abdlrahman Şêxmûs sala 1994’an şehîd bû û xaltîka wî hevrê Xemlîn-Ranya Reşîd di sala 1996’an de şehîd bû, jiyan û sekna wan bandoreke kûr li wî kir. Xeta wan a fedaî di avabûna kesayetiya hevrêyê me Heqî de diyarker bû. Hîn di temenê ciwantiyê de xwest li ser şopa wan bimeşe û ji xwe re kir armanc ku beşdarî nava têkoşîna şoreşgerî bibe.
Nirxên welatparêziyê yên ji malbata xwe wergirtî, çanda têkoşer a civakê û terbiyeya exlaqî ya wergirtî, bûn hîmê bingehîn ê kesayetiya wî. Bi dilnizmiya xwe, bi karkerî û samîmiyeta di têkiliyên mirovan de weke ciwanekî mînak, cihê hurmet û hezkirinê mezin bû.
Hevrêyê me Heqî şahidî ji pêvajoya dîrokî ya Şoreşa Azadiyê ya Rojava re kir, bala xwe çû ser atmosfera azadkirinê ya şoreşê û li xwe dananî ku tenê bibe temaşevanê vê veguherîna mezin. Bi biryardariya ku di meşa azadiyê ya gel de çalak be di sala 2016’an de beşdarî nava refên şoreşê bû. Hevrêyê me navê apê xwe Şehîd Heqî li xwe kir û ev nav ne tenê ji bo xwedîderketina li bîranînekê, lê ji bo şênberkirina nirxên ku berxwedan, bawerî û fedakarî temsîla wê dike, pejirand. Bi vî rengî weke yek ji ewladên evîndarê azadiyê yê Efrînê dest bi rêwîtiya têkoşînê kir. Bi êş, neheqiya li gel tê kirin û bi hesreta azadiyê ya di dilê xwe de têkoşîn ji xwe re kir armanca bingehîn a jiyanê.
Piştî ku pêvajoyên destpêkê yên perwerdeyê bi serketî qedand, derbasî qadên têkoşîna pratîkî bû. Bi taybetî di pêngava Şehbayê de bi sekna xwe ya wêrek bal kişand. Di çalakiyan de bi fedakarî û biryardariyeke mezin şer kir. Di dema çalakiyekê de ku bi ruhê êrişê yê bilind tevlî bû, birîndar bû. Lê belê birînê îradeya wî qels nekir; berevajî vê yekê dilsoziya wî ya bi têkoşînê re hîn xurt kir. Bi eşqa şoreşê birînên xwe pêça û jinûve li wezîfeya xwe vegeriya. Bi biryardariyeke hîn mezintir tevlî nava têkoşînê bû.
Hevrêyê me Heqî piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li Akademiyên Şehîd Mahîr li ser taktîkên gerîla tevlî perwerdeyên berfireh bû. Bi eleqe û dîsîplîneke mezin nêzî pêvajoyên perwerdeyê bû û di demeke kurt de gihîşt asteke girîng a pêşketinê. Pêwîstiyên jiyana gerîla bi kûrahî fêhm kir, ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe timî bi pêş xist. Bi demê re ji milîtanekî ku perwerdeyê werdigire derbas kir û gihîşt wê astê ku perwerdeyê bide hevrêyên xwe. Gerîlatî weke şêweyekî jiyanê dît; bi eşqeke mezin, bi meraq û daxwaza hînbûnê xwe timî nû kir. Ji xwe re kir berpirsyarî ku wezîfeyên têkoşînê bi serketî bi cih bîne û enerjiya xwe hemû di vir de kûr kir.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî pratîka gerîla bû û tecrûbeyên xwe yên şer bi tecrûbeyên dewlemend ên gerîlatiya çiyê re kir ye. Di nava têkoşînê de her roj hîn bêhtir kemilî û bû xwedî tecrûbe. Hevrêyê me Heqî ku dil û rûyê wî timî li Bakurê Kurdistanê bû, di encama israr û biryardariya demdirêj de derbasî qada kar a li Bakur bû. Bi coş, kelecan û berpirsyariyeke mezin tevlî karên li vê derê bû. Ked da, hewl da û li her qada lê ma ji bo encamên erênî bê bidestxistin tevkarî kir. Bi samîmiyet, hevrêtiya xwe ya xurt û hêza bilind amoralê bandoreke mezin li her kesên li derdora xwe kir. Bi germahiya di têkiliyên mirovan de û bi sekna xwe ya bi biryar a di têkoşînê de li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin, bawerî û hurmetê.
Hevrêyê me Heqî ku ji bo azadiya gel, Rêbertî û welatê xwe li ser wezîfeya xwe bû di şeva 29-30’ê Gulanê de di kemîn û êrişa hêzên Îranê de şehîd bû.”


