Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Mûstafa Karasû diyar kir ku nîqaşên li ser notên hevdîtinê yên li Îmraliyê tê meşandin zemînekê pêşkêşî provoıkasyonê dike û got, rêya çareseriya vê yekê ew e ku Rêber Apo karibe yekser xwe bigihîne raya giştî.
Muzîsyen û nivîskar Zulfu Lîvanelî ragihand ku eger desthilatdarî gavên cihê baaweriyê biavêje wê ev yek Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xurt bike û destnîşan kir ku divê hunermend aştiyê geş bike.
Ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê beriya Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 34’emîn ji Kolnê dest bi “Meşa Azadî û Demokrasiyê” dikin. Rêxistinên ciwanan ji bo meşa bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga tevlîbûnê kirin.
Dayika şehîd Zana Beybûn, Şîlan bal kişand ser jiyana kurê xwe ya di şeva Newrozê de destpê kir û rêwitiya wî ya li çiyayan: “Di şeveke Newrozê de ji dayik bû, li çiyayan bû Newroz.”
Ji Platforma Şiyar Be Rojbîn Tellîoglû diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a li taxên wan narkotîk e û anî ziman ku temenê bikaranînê daketiye 9’an, narkotîk heta bi kolan û parkan belav bûye.

