Yekîneya Antî-Terorê ya ser bi PDK’ê ve bi daxuyaniyekê agahiyan li ser êrişên serê sibehê li ser sînorê parêzgeha Hewlêrê belav kir.
Hate ragihandin ku di navbera saetên 01:13 heta 03:31’an de hêzên Hevpeymaniyê 10 droneyên xwekuj li ezmanê Hewlêrê xistin xwarê. Li gorî daxuyaniyê di encama êrişan de ti ziyanên canî çênebûn.
Her wiha Artêşa Pasdaran a ser bi rejîma Îranê jî ragihandibû ku çend navçeyek li parêzgeha Hewlêrê hedef girtin.

