Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe yên ji bo pêşwazîkirina salvegera çaremîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ parve kir û banga tevilbûna çalakiyan kir.
Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye;
“Çar sal di ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re derbas dibin; şoreşeke domdar ku tevgera azadîxwazî ya Rojhilata Navîn xist nav qonaxeke nû. Ev serhildana jin-merkezî ku bi dengvedana dirûşmeyeke dîrokî li dijî pergala mêr-serwer dest pê kir, mizgîniya civakeke azad, pirreng û li ser bingeha azadiya jinê dide. Bi derbasbûna çar salan, meşaleya vê têkoşînê ku ji fedakariya jin û ciwanên zana hêzê digire, hîn jî geşe û sînorên erdnîgarî û neteweyî derbas kirine. Salvegera vê şoreşa civakî, derfeteke nûjene ji bo nirxandina destkeftiyan, kûrkirina hişyariyê û teqezkirina li ser pêkhatina armancên pîroz ku berdêlên giran ji bo wan hatine dayîn.
Bicihanîna bêkêmasî ya peyamên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji her demê zêdetir hewceyî yekîtî, rêxistinbûn û pêkanîna stratejiyên hevpar di navbera hemû hêzên têkoşer de ye. Îro, rûbirûbûna li dijî zordariya sîstemê tenê bi yekitiya mil bi mil û derbasbûna ji sînorên teng pêkane. Em jî weke Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), ji bo îsal û di vê salvegera dîrokî de bername û çalakiya taybet li ber çavan digirin. Bi vê wesîleyê em bang li hemû rêxistin, partî, aktîvîstên qada jinan û aliyên azadîxwaz û demokrat dikin ku ji bo hevgirtineke zêdetir û pêkanîna çalakiyên hevpar, bi yek dengî werin pêşwaziya salvegera çarem a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bikin.
Bernameyên me bi vî awayî ne;
Şandina pirtûkeke bi navê ‘Pêla kolanê’ ji bo rêzgirtin li bîranîn û şehîdên rêya azadî û demokrasiyê. Hêjayî gotinê ye ku beriya vê pirtûkê, du cildên din di salên borî de hatine çapkirin û weşan
Çap û weşandina hejmarên taybet ên kovara Jinên Rojhilat û Jineolojî bi wesîleya salvegerê. Di her yek ji van hejmarên taybet de girîngiya têkoşîna jinan û pêwîstiya hevgirtinê tê destnîşankirin.
Ji bo nirxandina aliyên cuda yên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, konferansek du rojî ya înternetî bi navê “Jin Jiyan Azadî: Ji destkeftiyan heta pênaseya paşerojê”, bi beşdariya bêtirî 30 aktîvîstên jin ji qadên cûda di rojên 6 û 13’yê Îlonê de de tê lidarxistin.
Lidarxistina meşên cûrbecûr ên nerazîbûnê li welatên cuda yên Ewropayê bi beşdariya jinên aktîvîst ên ji rêxistin û partiyên cûda û bi bilindkirina dirûşmeya “Em, bi yek dengî: Jin, Jiyan, Azadî”
Sembolek hevpar di navbera 16 rêxistinên jinan di îranê de û karanîna wê di çalakiyên cûda de.
Lidarxistina semîner û webînarên cûrbecûr ji bo piştgiriya jinên têkoşer ên li Kurdistan û Îranê.
Pêxistina mûmekê di 16’ê Îlonê de li her cihê ku em lê bin, ji bo ronîhiştina rêya têkoşînê û nûkirina bîranîna şehîdên rêya azadî û demokrasiyê
Hevkariya di platform û aliyên ku KJAR tê de amade ye, ji bo bilindkirina çalakiyên hevpar li Kurdistanê û bi giştî li Rojhilata Navîn.”

