Meclîsa Gel a Şengalê têkildarî civîna rayedarên payebilidin ên Iraqê û Neteweyên Yekbûyî ya bi rojeva Şengalê, ku 1’ê Îlonê bi fermana Serokwezîr Elî Zeydî li Bexdayê hate lidarxistin daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di demekê de ku cîhan roja aştiyê pîroz dike, ji aliyê rayedarên Iraqê ve daxuyanî tên dayin ku li ser dosyayên ewlekarî û îdarî yên Şengalê hin lihevkirin çêbûne. Doh li Bexdayê li ser civaka Êzidî û bi temamî bêyî girtina raya nûnerên Şengalê, li ser çarenûsa herêma me lihevkirin û biryarên nû hatine girtin. Ne amadebûna nûnerên Şengalê di van civîn û lihevkirinan de, fikarên civaka me zêde dike.”
Meclîsa Gel a Şengalê bi bîr xist ku gelê Şengalê piştî bi dehan salan di nava atmosfereke ewlehî û aramiyê de ye, lê belê biryarên nû yên leşkerî yên li ser hêzên parastinê yên Şengalê di vê demê de fikarên civakê zêde kiriye.
‘YBŞ-YJŞ-ASAYÎŞA ÊZIDÎXANÊ PARÊZVANÊN VÎ WELATÎ NE, DIVÊ ÊDÎ BÊNE NASKIRIN’
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hêzên me yên leheng YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê, di ferman û komkujiya 2014’an de dema ku hemû cîhan û hêzên din Şengal bi tenê hiştibûn, bi berdêlên herî giran ev ax parastin û paşê jî di bin banê fermî yê dewletê de li dijî terora DAÎŞ’ê şer kirin. Lê îro, ev heman hêzên ku parêzvanên rastîn ên vî welatî ne, divê ji aliyê hikumetê ve êdî werin naskirin.”
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
“Nêzîkatiya ku çareseriya siyasi dide aliyekî ku bi ferzkirinê tê meşandin, tu carî nabe sedema aramiyê, berevajî vê yekê ewlehiya herêmê dixe metirsiyê û xeteriya koçberiyê zêde dike. Aştî û aramiyeke rastîn li Şengalê tenê bi rêzgirtina li îradeya gelê me û bi naskirina fermî ya hêzên parastinê yên Şengalê pêkan e; ev hêz divê bi awayekî adil, demokratîk û li gorî taybetmendiyên civakî di nava saziyên ewlehiyê yên hikûmî de werin bicihkirin. Em weke Meclisa Gel a Şengalê bang li hemû aliyan dikin ku dest ji siyaseta xwe ferzkirinê berdin û bi rêya diyalog û siyaseta demokratîk pirsgirêkan çareser bikin.”
Meclîsa Gel a Şengalê got, “Em bawer dikin ku rêbaza entegrasyon demokratîk wê rê ji çareseriyên hemû pirsgirêkên heyî re veke û ji bo Iraqê jî yekane rêya çareseriyê ye. Em teqez dikin ku heta mafên civaka Êzidî werin misogerkirin, wê tekoşîna me ya demokratîk dewam bike.”

