Şemî, 17 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mal û milkên welatiyên Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gezer: Desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê: Kes nikare êrîşî nirxên me yên pîroz bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê bertek nîşanî wekîlê CDU’yê da: Mafê hêviyê ji bo Rêber Apo jî derbasdar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê 7 komxebat hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gerîlayên YJA Starê: Divê banga Rêber Apo şaş neyê bikaranîn
Kurdistan

Gerîlayên YJA Starê: Divê banga Rêber Apo şaş neyê bikaranîn

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku hesreta hemû gelan aştî ye û gotin, divê banga Rêber Apo şaş neyê bikaranîn. Gerîlayan destnîşan kirin ku wê nehêlin ku îradeya wan teslîm bê girtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Îlon 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Gerîlayên YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kirin û anîn ziman ku sedsala dawî ya bi şer û kaosê derbas bû bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re ya ku Rêber Apo da destpêkirin wê veguhere sedsaleke aştiyane û demokratîk.

Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Dîcle diyar kir ku hêzên hegemon gelan li hemberî hev sor dikin, Rojhilata Navîn salên dawî bi şer re rû bi rû hate hiştin û got, “Weke ku tê zanîn li seranserê Rojhilata Navîn sedsala dawî şer dewam kir. Gelên li herêmê li gel van şeran zirarên mezin dîtin. Bêguman koçberkirina bi darê zorê; bajarên ku hatin tunekirin û însanên hatin qetilkirin ev hemû ji gelên Rojhilata Navîn re rewa hatin dîtin. Dema ku em li encamê dinêrin jî şerekî ku destkeftî û encamên wê tune ne, derdikeve pêşiya me. Bi taybetî jî tê dîtin ku yek ji gelên ku gelekî ji vî şerî bandor bûye, gelê Kurd e. Ji ber vê yekê ye ku gelê Kurd herî zêde bi komkujiyan re rû bi rû maye, zirarên şerî dizane û şer û aşitiyê ji hev cuda dikin. Girêdayî vê yekê jî gelê ku herî zêde hesreta aşitiyê dike, gelê Kurd e.’’

Avaşîn Dîcle di dewama axaftina xwe de bal kişand ser sabotekirina pêngavên Rêber Apo yên têkildarî aşitiyê yên beriya niha û got: ‘’Baweriya me heye, ger divê pirsgirêkek were çareserkirin divê dualî be. Ev yek herî zêde dikare ji aliyê kesên ku li dijî hev şer dikin ve were fêmkirin. Rastiyek e ku ji aliyê aliyan ve tê zanîn. Ketina dewrê ya aliyên sêyemîn tê wê wateyê ku wê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Bi taybetî aliyên sêyemîn wê şerî kûrtir bikin. Ji ber ku Rêber Apo ev yek dît banga çareserî û diyalogê li civakên demokratîk û gelên li herêmê kir. Ev bang, banga rêya çareseriyê ye û hemû civakan eleqedar dike. Di rastiyê de hemû gelên ku dixeazin li Rojhilata Navîn tiştekî bikin, eleqedar dike. Helber ji bo bersivdayîna banga heyî divê ew were fêmkirin û lê xwedî derkevin. Helbet weke gerîlayên girêdayî Rêbertî dema ku însan difikire, pêvajoyeke diyalogê ya li gel dewleta Tirk hatiye destpêkirin heye lê belê hê negihîştiye encamekê. Cara ewil nîne ku Rêbertî têkildarî aşitiyê pêngavan diavêje. Beriya niha hem agirbest îlan kir hem jî deriyên aşitiyê vekirin. Lê belê ev hewlên Rêbertî ji aliyê dijmin ve hatin sûîstîmalkirin, bi awayekî cuda hatin bikaranîn.  Li berjewendiyên xwe nêrî û bi armanca çewisandin û tunekiriena hêzên gerîlayan bi kar anî. Ji ber vê yekê nabe ku em bibêjin gelekî bi durîstî nêzîk bû. Ji ber vê yekê çawa ku negihîşt encamekê şerî jî berdewam kir. Gelek birînên me yên li hemberî dewletê hê jî nû sax nebûne. Gundên ku hatine şewitandin û însanên me yên ku hatine qetilkirin, hene. Gelek koçberkirinên bi darê zorê û komkujî hene. Her wiha pêvajoyeke aşitiyê ya ji aliyê Rêbertî ve hatibû destpêkirin, hebû û di wê demê de li ser Rojava êrîş û komkujî pêk hatin. Ji ber vê yekê têkildarî dewletê gumanên me hene. Lê belê Rêbertî pêvajoyek da destpêkirin û em dixwazin xwedî lê derkevin. Baweriya me heye, ger divê pirsgirêkek were çareserkirin divê dualî be. Ev yek herî zêde dikare ji aliyê kesên ku li dijî hev şer dikin ve were fêmkirin. Rastiyek e ku ji aliyê aliyan ve tê zanîn. Ketina dewrê ya aliyên sêyemîn tê wê wateyê ku wê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Di vê çarçoveyê de em dizanin ku hestên netewperestiyên yên gelê Tirk û hêzên desthilatdariyê beralî kirin. Nêzîkî sed salan e ji gelê Kurd re gotin ‘terorîst’ û di bin hinceta ku em bi wan re şer dikin, gel bi birçîbûnê re rû bi rû hiştin û bê îrade kirin. Di rastiyê de ji me zêdetir hewcehiya gelê Tirk bi aşitiyê heye.  Girêdayî vê yekê jî ger gelê Tirk xwedî li vê pêvajoyê derkeve wê pêvajo jî baş pêş bikeve.

‘HEWCEHIYA GELAN BI AŞTIYÊ HEYE’

Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Dîcle di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hemû gel daxwaza aşitiyê dikin, divê banga Rêber Apo neyê sûîstîmal kirin, wê tu kes nikaribe îradeya wan teslîm bigire û ev yek anîn ziman: ‘’Mijareke din jî ew e ku weke gelê Kurd hêza me û îradeyame di gelek mijaran de hatiye îspatkirin. Divê ji dewletê bendewariyên me nebin, gel dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe. Bi saya hişendiya ku ji Rêbertî standin, dikarin li gel pergalên xwe jiyanên xwe bidomînin. Dikare bes bi vî rengî be. Weke gerîlayên jin em ji Rêbertiya xwe bawer dikin û xwedî li bangê derdikevin. Lê belê ger dewlet dîsa bixwaze bêrûmetiyê li me ferz bike, bixwaze bi vê rêbazê çareseriyê sûîstîmal bike, helbet em dizanin ku şer ne tiştekî baş e lê belê em êrîşên li ser îrade û çanda xwe bê bersiv nahêlin. Em ê teslîmiyetê qebûl nekin û bi awayekî bihêztir û hişmendîtir bersivê bidin. Herî dawiyê jî em li bendê ne ku hemû kes bi awayekî erênî bersivê bide banga Rêbertî û hêvî dikin ku 1’ê Îlonê bibe wesîleya aşitiya di navbera hemû gelan de bi taybetî jî bibe wesîleya xwişk-biratiya gelên Kurd-Tirk.’’

‘YÊN ŞER KIRINE DIKARIN AŞTIYÊ PÊK BÎNIN’

Gerîlaya YJA Starê Nûjiyan Pelîn jî bal kişand ser nirxandinên Rêber Apo û ev yek anîn ziman: ‘’Em weke milîtanên Rêber Apo 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî bes bi rojekê re sînordar nakin, ji bo bidawîbûna êşên hemû dayîkan armanc dikin ku hemû roj bibin rojên aşitiyê. Ji bo ku gelên di şeran de hebûnên wan bi tunebûnê re rû bi rû mane watedar bibin, aşitî bivênevê ye. Rêbertî jî ji destpêka pêvajoyê û pê ve di Manîfestoya Aşitîû Civaka Demokratîk de dibêje ku ‘yên şer kirine dikarin aşitiyê pêk bînin.’ Ev têgeh, mifteya pêvajoyê vedike. Ger bi vî rengî be wê teqez ser bikeve. Ji ber vê yekê jî em nabêjin ku em bes bikin rojev yan jî naxwazin li gel têgehan sînordar bikin. Dema ku însan li gerdûnê dinêre û li însanên ku weke gerdûneke biçûk in dinêre weke diyalektîka demê hebûnên xwe bi awayekî erênî û neyînî didomînin.  Şer û aşitî jî weke du cêwîkan in ku ji hev venaqetin. Ev yek li gel însanan weke civakî û siyasî bi rêya taybetmendiyên cuda xwe nîşan dide. Ji ber vê yekê jî hewla sereke ya Rêbertî jî ew bû ku aşitiyê bîne û ji bo kê ev yek pêk were her tişt dan ber çavan.’’

Gerîla Nûjiyan Pelîn piştre daxwaz kir ku li gel pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin sala 2026’an ji hemû gelên cîhanê re aşitiyê bîne û ev yek anî ziman: ‘’Di rastiyê de aşitî amade ye. Hebûneke aşitiyê heye. Bes divê di kêliyê de were watedarkirin. Ji dema ku Rêbertî Tevger avakir û heya niha xwedî nêrîneke aşitiyane bû û gelek caran hewlên vê yekê nîşan dan. Di salên 1993-95-98 û herî dawiyê jî di sala 2025’an de pêvajoyên aşitiyê dan destpêkirin. Ger aşitî pêk were divê tu alî yan jî civak bê parastin nemînin. Ev yek tê wateya hebûna di navbera aliyan de. Ji ber vê yekê ye ku Rêbertî tu caran nexwestiye ji tu aliyan xwîn birije. Bi salan ji bo hawara dayîkan bûye aşitî. Rêbertî bûye dengê qîrîna van dayîkan û parastina aşitiyê dike. Bi vê bawerî û hêviyê em daxwazdikin ku 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî bes ne rojekê her roj ji bo dayîkan û gelên li ber xwe didin bibe diyarî. Wê teqez li gel pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve tê birêvebirin çanda aşitiyê li Rojhilata Navîn ji nû ve zindî bibe ku yek ji taybetmendiya wê ye.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Jinan li Amedê şerê taybet nîqaş kirin: ‘Divê aştî civakî bibe’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çeteyên HTŞ’ê ji bo çeteyên DAÎŞ’ê xilas bikin êrişî Girtîgeha Reqayê dikin

Çeteyên Hikumeta Veguhêz a Şamê bi drone û çekên giran êrişê dibin ser Girtîgeha Reqayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwan 4 roj in li dijî dagirkeran li ber xwe didin

Li taxên navendî yên Êlihê ciwan dadikevin qadan û bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan…

Ji aliyê Stêrk TV

Hamas: Heta ku dewleta Filistînê neyê naskirin, em ê çekan bernedin

Hamasê bersiva daxuyaniyên navbeynkarê DYA’yê Steve Witkoff da û diyar kir ku mercê danîna çekan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?