Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkilarî îdiaya “2 hezar û 200 şervanên YBŞ’ê tevlî artêşa Iraqê bûne” daxuyaniyek li ser malpera xwe weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Zelalkirinek di der barê tiştên ku hinek dezgehên ragihandinê li ser tevlîbûna şervanên me di nava artêşa Iraqê de belav kirine.
Di demjimêrên borî de raporên ragihandinê hatin belavkirin ku behsa lihevkirinekê dikin ku qaşo ‘2 hezar û 200 şervanên Şengalê tevlî Artêşa Iraqê’ bûne, di çarçoveya tedbîran de ku tê gotin li derveyî aliyên pêwendîdar ên Şengalê hatine kirin.
Di vê çarçoveyê de, em teqez dikin tiştê ku der barê vê lihevkirinê de, di der barê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de hatine gotin tu bingehê wê yê rastiyê tune ye, ji aliyê yekîneyên me an tu aliyekî destûrdar ku bi navê me baxive ve tu daxuyanî an rêkeftinek ku vê hejmarê an vê şêweyê dihewîne, nehatiye dayîn.
Em rêzdariya xwe ya temam ji bo saziyên fermî yên Iraqê tekez dikin, pabendin ku dosyayên girêdayî ewlehiya Şengalê û paşeroja zarokên wê bi rêya diyalogê, kanalên fermî yên Iraqê ve, bi beşdariya aliyên pêwendîdar, xelkê herêmê, bi awayekî ku serweriya Iraqê, ewlehî, aramiya Şengalê û mafên xelkê wê biparêze, werin çareserkirin.
Her wiha em bang li dezgehên ragihandinê dikin ku di veguhastina agahiyên girêdayî Iraqê bi giştî û bi taybetî Şengalê de rastbînî û berpirsiyariyê nîşan bidin, raporên nehatine piştrastkirin wek lihevkirin an biryarên fermî pêşkêş nekin.
Em amadebûna xwe ji bo dan û standineke erênî bi her rêyeke fermî re ku armanca wê xurtkirina ewlehî û aramiyê li herêmê ye û li gorî serweriya Iraqê, berjewendiya xelkê Şengalê û mafên wane, teqez dikin.’’

