Peyamên hunermendan ên ji bo aştiyê dewam dikin ku bi rêya ANF’ê didin.
Muzîsyen û nivîskar Zulfu Lîvanelî ji ajansa me re axivî û ji bo xwedîderketineke xurt a li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji desthilatdariyê xwest ku gavên şênber biavêje.
Lîvanelî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û got, “Roja Aştiyê li dostên ku bi hesreta aştiyê ne pîroz be û hêvîdar im ku di rêya aştiyê de bibe qonaxek.”
Lîvanelî bal kişand ser girîngiya têkiliya çand-hunerê ya bi aştiyê re û got, “Têkiliya çandê ya bi aştiyê re têkiliyeke welê ye ku nayê qutkirin. Çand bi serê xwe çalakiyeke aştiyê ye. Karên li qada çandê bi vî rengî ye. Feraseteke hunerê ya ku şer sor dike, çanda şer diafirîne nabe; em wê ji şer nahesibîne. Bi ajîtekirinê şandina mirovan a ber bi mirinê, şandina mirovên ciwan ber bi mirinê huner nîne. Huner bi hemû şaxên xwe xizmetê ji aştiyê re dike, divê bike. Dema ku mirov bala xwe didin ser dîrokê, dibînin ku her tim helbestvan, nivîskar û fîlozofên ku aştî parastin e li vê cîhanê mane; yên din nemane.”
‘DIVÊ HUNERMEND BIBIN PÊŞKARÊ AŞTIYÊ’
Lîvanelî nerazîbûn nîşanî wan nêzîkatiyan da ku nefretê tev dide û destnîşan kir ku huner hesta başiyê ya di dilê mirovan de derdixîne holê. Lîvanelî got, “Huner tê wateya baweriya bi dilê mirovan. Dîtina çirûskên başiyê di kûrahiya dilê mirovan de ye. Bi mirovê herî nebaş re jî. Weke ku Yaşar Kemal got, dîtina toveke başiyê di dilê mirovê herî nebaş de. Huner vê yekê provoke dike. Yanî weke ku Charlie Chaplin got, ‘Ez pêşkarê aştiyê me’ aştiyê tev dide; hestên aştiyê, hestên mirovî, mirovbûnê bi bîr dixîne.
Şertê destpêkê yê mirovbûnê empatî ye. Tu bi êşa xwe zane, lê tu yê bi êşa yê li hemberî xwe jî bihese. Dema ku bi vê hesiya ji xwe tine dibe. Lê belê di zimanê medyayê de mirov vê nabîne, di zimanê siyasetmedaran de vê nabîne. Her tişt tenê bi çend hejmaran tê vegotin û bi rengekî îdeolojîk tê şîrovekirin.
Lê belê dema ku hunermend nîşanî te dide ku yê li hemberî te jî mirov e, diêşe, difikire, malbata xwe heye, hingî tiştên bêhempa derdikevin holê. Yanî nûçeya ‘100 hezar mirov hate kuştin’ nayê ti wateyê. Lê belê kesek dema tiştên bi serê malbatekê ve hatiye bi berhemeke hunerî nîşan dide hingî dilê her kesî dişewite.
Lewma huner û çand gelekî girîng e. Û çanda hemû gelan, bê îstîsna ya hemû gelan, çandên li cîhanê cihê hurmetê ye. Ji ber ku ji sedan, ji hezaran salî herikî ye û hatiye. Hurmeta li vê çandê, xîtaba bi çand, ziman û muzîka wan mirovan wê bibe rizgariya me ya herî mezin a li vê cîhanê.”
‘DIVÊ GAVÊN CIHÊ BAWERIYÊ BÊNE AVÊTIN’
Lîvanelî di dewama axaftina xwe de wezîfeya desthilatdariyê ya têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi bîr xist û got, “Bêguman rewşenbîr, nivîskarên welatekî dema bi berpirsyariyê rabûn hingî nêzî civakê dibin. Bi salan di vê mijarê de me gelek civînên çapemeniyê lidar xist, kampanyayên îmzeyan pêk anîn. Em çûn salonên rûniştinan; li gel dostên xwe Yaşar Kemal, Mehmet Ûzûn. Bi Yewnan re tiştekî gelekî cuda meşand. Bi dostên xwe yên Ermen re kir, em lig el hemû bindestan bûn. Îro jî dibe, lê belê îro hinekî din kar tevlîhev e. Hîn siyasî ye, hîn tevlîhev e. Di hişê mirovan de hin rewşên ne zelal hene. Aştî bêguman tiştekî welê ye ku em hemû erê dikin û dixwazin; ku demek beriya demekê pêk were, çek bêdeng bibe û dayik bigihêjin zarokên xwe. Ev yek ji destpêkê ve daxwaz û xeyala me ye.
Lê mînak, divê gavên welê bêne avêtin ku dilê me hemûyan, dilê civakê rehet bike. Yek ji wan gavan jî ev e: Berdana Selahattîn Demîrtaş. Dema ku tiştekî bi vî rengî bû, wê civak hîn bêhtir baweriya xwe pê bîne.”
Lîvanelî got, “Lê dawiya dawî aştî aştî ye. Li cîhanê ji aştiyê bedewtir tiştek nîne. Ji dil û can hêvî dikim ku li şûna şer em rojên bedew ên aştiyê bibînin. Ev xeyala min e. Dibêjim ‘beriya bimirim vê bibînim’. Bûm 80 salî, înşaleh ez ê vê bibînim.”
Zulfu Lîvanelî destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cihê kêfxweşiyê ye.

