Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelê Kurd ê li herêmê xeyala xwe ya bi salan bi cih anî û zarokên xwe bi zimanê xwe yê dayikê perwerde kir. Perwerdeya bi zimanê dayikê ji refa destpêkê heta bi ya 12’an û zanîngehê bi serketî hate rêvebirin û gelek xwendekar mezûn bûn.
Lê belê Wezareta Perwerdeyê ya Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê bi biryarnameyekê ev tecrûbeya serketî ya li herêmê ji nedîtî ve hat û hewl dide perwerdeya bi zimanê dayikê daxîne hefteyê tenê 3 dersan. Ev yek li seranserê Rojavayê Kurdistanê bû sedema nerazîbûn. Di serî de xwendekar û malbatên wan, ji hemû beşên civakê şêniyên herêmê bi rojan e li qadan e û nîşan dide ku tawîzê ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê nadin.
Mamoste û Hevserokatiya Zanîngeha Kobanê li ser mijarê ji ANF’ê re axivîn û destnîşan kirin ku divê biryara wezaretê di ber çavan re bê derbaskirin.
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim axivî anî ziman ku ew biryara ku di derheqê zimanê Kurdî de hatiye dayîn gelekî kêm e ji bo gelê Kurd û divê di ber çavan re careke din we re derbaskirin. Şervan Mislim got: “Bi salan bi zimanê Kurdî zimanê zanistê tên xwendin, ji kreşê heta bi zanîngehan de bi zimanê Kurdî tê xwendin. Ji lewra ew biryara ku derketî têrê nake, ne ji warê akademîk û ne jî ji warê zanistî ve. Divê guhertineke bingehîn di biryarê de bê kirin û rewşa xwendekaran di ber çavan re were derbaskirin.”
Şervan Mislim anî ziman ku xwepêşandanên xwendekar û malbatên wan ji bo Kurdî heta niha jî dewam dike û got: “Em di baweriyê de ne ku ne gelê me û ne jî xwendekarên me wê vê biryarê qebûl bikin.”
Şervan Mislim diyar kir ku niha rewşa Zanîngeha Rojava tê nîqaşkirin û piştî entegrekirina wê, wê dor bê Zanîngeha Kobanê. Şervan Mislim bal kişand li ser materyalên bingehîn di zanîngehê de ku ew jî Kurdî ye û got: “Ekîba me û dosyaya me ya di derbarê zanîngeha Kobanê de amade ne û em jî dixwazin weke zanîngeheke Sûrî di xwendina Bilind ya Sûriyeyê de jî cihê xwe bigrin.”
Hevserokê Zanîngeha Kobanê di dawiyê de anî ziman ku xwendekarên wan bi hemû zimanan perwerdeyê dibînin; Kurdî, Erebî û Îngilîzî û got, “Niha pîvanên akademîk ya zanîngeha Kobanê bi Kurdî ye û li gorî wê jî xwendin bi rengekî akademîk tê xwendin. Xwendekarekî ku ewqasa ziman dixwîne, ne mumkin e ku bikaribe di nava roj û şevekê de bi zimanekî din perwerdeya xwe bibîne.”
Mamosteya Ziman û Wêjeya Kurdî Şivîn Hecî ragihand ku biryara ku di derheqê zimanê Kurdî de hatiye girtin bandoreke xwe ya neyînî li derûniya xwendekaran jî kiriye û got: “Ji destpêka şoreşê ve di hemû warî de zimanê fermi zimanê Kurdî ye. Zarokekî ku di refa yekem de zimanê xwe yê Kurdî xwendiye, wê çawa bikaribe bi zimanekî din bixwîne. Zarokekî ku xeyalên xwe û hêviyên xwe li ser zimanê Kurdî pilan kiribe ne mumkin e ku bikaribe bi zimanekî din bixwîne. Wê paşeroja wî xwendekarî ku bi zimanê Kurdî hizirî be û li gorî wê xeyal kiribe, wê çawa be.”
Şivîn Hecî destnîşan kir ku ev biryar ne di cihê xwe de ye, ji sedî sed ew biryar ji aliyê xwendekaran ve nayê pejirandin û got, “Divê her kes dengê me bibîse û ji vê biryarê vegere. Her netewek bi zimanê xwe tê naskirin. Divê zimanê Kurdî jî di nava Sûriyeyê de bi fermî were naskirin.”
Mamosteya Ziman û Wêjeya Kurdî Necah Îbrahîm jî bal kişand li ser girîngiya xwedîderketina li zimanê dayikê û got: “Biryar ji binî ve nayê pejirandin. Zimanê me yê Kurdî bingeh e ji bo me. Nifşê şoreşê li ser bingeha zimanê Kurdî rabûn. Em dev ji zimanê xwe berdin û zimanekî din bixwînin, ew yek ji binî de nayê qebûlkirin. Çawa ku her neteweyek bi zimanê xwe dixwîne, wê Kurd jî bi zimanê xwe bixwîne.”
Necah Îbrahîm bal kişand li ser qanûnê û diyar ku her neteweyek bi zimanê xwe dikare xwedî li netewetiya xwe derbikeve û got: “Niha em zarokên şoreşê dema me bi zimanê Erebî dixwend weke zimanekî biyanî ji bo ne dihat. Lê zimanê Kurdî piştî şoreşê em pê gihiştin xeyalên xwe. Niha ev biryar bandorê li ser hiş jî dike. Divê em ji vir û şûn de xwedî li zimanê xwe derbikevin.”

