Yekşem, 13 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê merasîma şewitandina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên merasîma îmhakirina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat cih girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dayika Gulîzar a ku mîrateya berxwedanê li pey xwe hişt
Kurdistan

Dayika Gulîzar a ku mîrateya berxwedanê li pey xwe hişt

Dayika Gulîzar beriya niha bi 10 salan mîrateya berxwedanê ya li dijî êşkence, zext û zilmê li pey xwe hişt û çavên xwe li jiyanê girt.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Ji şahidên dîroka Kurdistan û Dersimê û dayika yek ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan Gulîzar Kaytan beriya niha bi 10 salan çavên xwe li jiyanê girt. Gulîzar Kaytan li hemberî zext û êşkenceya dewletê jiyana xwe ya ji 85 salan bi berxwedanê derbas kir û bû yek ji sembolan. Bi vê berxwedana xwe weke dayika berxwedêr a Dersimê hate bîranîn û mîrateyeke berxwedanê ji nifşên nû re hişt.

Gulîzar Kaytan li gorî qeydên fermî di 1’ê Çileya 1929’an de li Dersimê ji dayik bû. Kaytan ku endama eşîra Haydaran bû, li gundê Hengirvanê yê ser bi navenda Dersimê ji dayik bû. Li Dersim a wê demê, malbat û eşîra wê zextên dewletê red kirin û jiyaneke bi nasnameya Kurdîtî û Elewîtiyê hilbijartin.

Di qirkirina 1937-1938’an de ji malbata Gulîzar Kaytan bi dehan kes, ji eşîra Haydaran jî bi hezaran kes hatin qetilkirin. Gulîzar Kaytan wê demê hîn 9 salî bû. Mîna ku li yên rizgar bûn hemûyan dihate kirin, ew jî yên din ên ji malbata wê sax man, hatin sirgûnkirin. Gulîzar Kaytan a 9 salî li gel ferdên malbatê yên sax man ji Kayseriyê re hatin şandin.

Gulîzar Kaytan bi qasî 10 salan li vê derê bi malbata xwe re ma, di dawiya salên 1940’î de ji nû ve li Dersimê vegeriya û li gundê Hengirvanê bi cih bû. Piştî ku vegeriya gund bi Alî Kaytan re zewicî. Malbata Kaytan ku heta salên 1970’î li Dersimê man, 7 zarokên wan çêbûn. Di vê demê de bi destpêkirina têkoşîna Denîz Gezmîşan re zexta li ser malbatê jî zêde bû. Dewletê malbata Kaytan rehet berneda û timî zext lê kir.

APOYÎ KETIN NAVA GUNDÊ HENGIRVANÊ

Di salên 1975-1976’an de ciwanên cuda li gundê Hengirvanê diçûn û dihatin. Ev ciwan destpêkê weke hevalên kurê mezin ê malbatê Alî Haydar Haytan dihatin naskirin. Lê belê bi demê re hate fêhmkirin ku ew şoreşgerên Kurdistanî ne. Alî Haydar Kaytan yek ji wan bû. Gulîzar Kaytan ji rojza destpêkê ve piştgirî da van ciwanan.

Digot, ‘Dema ku min ew ciwan destpêkê dît, min got ev ciwan wê tola Dersimê hilînin’. Bi vê gotina xwe nîşan dida ku hîn wê demê baweriya wê hebû. Dayika Gulîzar ji ber vê yekê hembêza xwe li Apoyiyan vekir û bi her awayî piştgirî da wan. Ji bo şoreşgerên ciwan ên Kurdistanê Hengirvan êdî navend bû. Gelek civîn, kombûn û karên perwerdeyê li vê derê kirin.

‘XIZMETA JI BO DEWLETA TIRK XIYANET E’

Bi darbeya 12’ê Îlonê re dewletê zext li malbata Kaytan kir û ji Alî Kaytan hevserê Gulîzar Kaytan re got, ‘ya zarokên xwe bînin, yan jî ji vir biçin’. Ji ber vê yekê jî ji Dersimê hatin derxistin. Li malbatê hate qedexekirin ku li Kurdistanê bimîne, lewma ji bajarê Afyonê re hate sirgûnkirin. Bi vê biryarê re Gulîzar Kaytan cara duyemîn ji neçarî ji cih û warê xwe koç kir. Dema li Afyonê ji bo malbata Kaytan salên zor û zehmet bûn. Sirgûn, neçariya jiyana li dûrî xaka xwe, bandoreke gelekî giran li malbatê kir. Lê belê malbata Kaytan li vê derê jî dest ji têkoşîna xwe berneda. Ji zarokên xwe re qala Kurdîtiyê, baweriya Elewiyan û qirkirina Dersimê kir. Bav Alî Kaytan ji zarokên xwe re got, ‘Hûn ê ti carî xizmetê ji vê dewletê re nekin. Karmendî bi qasî xiyanetê ye’ û bi vî rengî helwesta xwe ya li dijî dewletê nîşan da. Bav Kaytan nekarî xwe li jiyana li sirgûnê rabigire û sala 1984’an jiyana xwe ji dest da. Zarokên wan têkoşîna şoreşgerî nas kiribûn û tevlî bûbûn.

Piştî wefata Alî Kaytan, dayik Gulîzar Kaytan li gel zarokên xwe bar kir Bûrsayê û lê bi cih bû. Kaytan piştre ji bo hemû zarokên wê tevlî nava PKK’ê bibin ji wan re bû alîkar û kir ku beşdarî nava têkoşîna azadiyê ya Kurd bibin.

BI DEHAN CARAN HATE BINÇAVKIRIN

Gulîzar Kaytan ji salên 1990’î û pê ve vegeriya Dersimê. Di demekê de ku zext zêde bû, sala 1993’an hate binçavkirin û girtin. Li girtîgeha Erzîromê 6 mehan ma. Gulîzar Kaytan salekê li derve ma û 27’ê Mijdara 1994’an careke din hate girtin, li girtîgehên Dersim, Elbistan û Meletiyê hate ragirtin. Piştî demekê hate berdan û vegeriya Bûrsayê. Li vê derê jî zext û êşkenceya li hemberî wê dewam kir. Midûrê Emniyetê yê Bûrsayê yê wê demê bi xwe ew binçav kir û êşkence lê kir. Li gel êşkenceyê jî li ber xwe da û di binê çavan de neaxivî. Bi vê helwesta xwe ya berxwedêr re weke Dayika berxwedêr a 70 salî ya Dersimê’ hate naskirin. Gulîzar Kaytan gelek caran hate girtin û bi dehan caran hate binçavkirin, lê her timî serî li ber dewletê rakir û serî netewand.

DEMA KU KINCÊ GERÎLA LI XWE KIR

Gulîzar Kaytan sala 1995’an çû Sûriyeyê gel Rêber Apo. Gelekî qîmet dida Rêber Apo, lewma ji bo dîtina wî bi kelecanî bû. Dema ku Rêber Apo dît ewqasî kêfa wê hat ku mîna cîhan tev bû ya wê. Gulîzar Kaytan li vê derê kincê gerîla li xwe kir û hestên xwe yên destpêkê bi vî rengî anî ziman: ‘Xwezî ez hinekî din dereng hatibûma dinyayê ku mîna van keçan min jî rahiştibûya çekê û li çiyayên Kurdistanê şer kiribûya’. Gulîzar Kaytan 6 mehan li vê derê ma û li ser daxwaza Rêber Apo derbasî Ewropayê bû.

LI EWROPAYÊ QALA 38’AN KIR

Ji bo Gulîzar Kaytan ji sala 1938’an û pê ve cara sêyemîn neçar ma ku koç bike. Li bajarê Essen ê Elmanyayê bi cih bû û li vir jî nesekinî. Ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd tevlî kar bû. Gulîzar Kaytan li Ewropayê beşdarî konferans û civînan bû, weke şahida qirkirina Dersimê ya 1938’an qala wê demê kir.

RÊBER APO: DAYIKA GULÎZAR Û DAYIKA HATÎCE JI NIRXÊN HERÎ MEZIN ÊN VÊ TÊKOŞÎNÊ NE

Gulîzar Kaytan heta kêliya dawî ya jiyana xwe bû parçeyek ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurd. Timî tevlî çalakiyan bû, têkoşiya. Ji ber vê kesayetî û têkoşeriya Gulîzar Kaytan, Rêber Apo li girtîgehê jî timî silav jê re dişand, bi rêya parêzerên xwe diyarî jê re dişand. Ji ber ku Rêber Apo diyar dikir ku dayikên mîna Gulîzar Kaytan û Hatîce Altûn lehengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ne û qîmeteke mezin dida wan. Rêber Apo ji bo wan digot, ‘Ev dayik ji bo me nirx e. Divê mirov xwedî li van nirxan derkevin û dilsozê wan bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Salvegera damezrandina PKK’ê li çeperên gerîla hate pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dîmenên ewilî yên operasyona şoreşgerî ya li Kurojahro

Gerîla TV, dîmenekî kurt ê operasyona şoreşgerî weşand ku hêzên gerîla roja 20’ê Sibatê li…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Jinan ne bi ruhî ne jî bi fikrî xwe teslîmî zihniyeta mêr nekirine’

Endama KJAR'ê Rûken Nexede li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şahîn: Ti sîstem nikare têkoşîna gelê rêxistinbûyî têk bibe

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn got, "Ti sîstem nikare têkoşîna gelê rêxistinbûyî têk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?