Fermandarê Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî li ser Xˊa xwe nivîsek parve kir. Mehmûd Xelîl Elî diyar kir ku wan civînek li deriyê sînorî yê Sêmalka yê gundewarê Parêzgeha Hesekê tevî fermandarê Ewlekariya Hundirîn Merwan El Elî bi şandeya hikumeta demkî ya bi serokatiya gerînendeyê deriyên bejahî û deryayî re li dar xist.
Mehmûd Xelîl Elî da zanîn ku di civînê de rêbazên destpêkirina vê deriyê sînorî, û xêzkirina nexşerêyek yekgirtî ji bo aktîvkirina mekanîzmayên îdarî û lojîstîkî yên pêwîst ji bo destpêkirina karê fermî li wir, hatin nîqaşkirin, da ku tevgerên çûn-hatinê û danûstandina bazirganiyê li gorî sîstemên pejirandî werin misogerkirin.
Ev civîn di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de pêk hat.

