Çarşem, 21 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Camci: Divê ji bo têkoşîna bi xizaniyê re ‘Komuna Bajêr’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê siyasetmedarên desthilatldariyê bi berpirsyarî tevbigerin û tevkariyê li aştiyê bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê ji bo Komkujiya Gara Enqereyê banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Sermîn Demîrbag cara 8’emîn hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çiyayê Gabarê birîna daran a li derdora qadên petrolê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Komisyona Jinan a KNK’ê: Rejîma Îranê wê nikaribe jinên Kurd rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Jin

Li Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

Li bajarên Rojava bi boneya Roja Jinan a Cîhanê rêzeçalakiyên çandî û civakî tên lidarxistin. Di çalakiyan de têkoşîna jinan û rola wan a di parastina nasnameya çandî de derket pêş.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

 

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya Roja Jinan a Cîhanê de li bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa û Dirbêsiyê gelek çalakiyên çandî û civakî hatin lidarxistin.

Girêdayî mijarê li taxa Qidûrbeg a Qamişloyê bi amadebûna şêniyên taxê û endamên Kongra Star panelek hat lidarxistin. Di semînerê de rola jinan di Şoreşa Rojava de û astengiyên rûbirûyî wan hatin nîqaşkirin.

Rêvebera Kogra Star a Qamişloyê Şervîn Delîl panel bi rê ve bir. Şervîn şehîdên di oxira azadiya jinê de canê xwe daye bi bîr anîn û bal kişand ser berxwedana dîrokî ya jinan li dijî zihniyeta baviksalariyê û redkirina wan ji koletiyê re.

Şervîn di nava axaftinên xwe de behsa têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz di tevgera azadiya jinê de kir û îşaret bi gotina Rêber Abdullah Ocalan a ku “Sakîne Cansiz sembola hemû jinan e” kir.

Şervîn anî ziman ku jin îro destê xwe dane hev û çek li hemberî zordestan û sîstema hegemon hilgirtine.

Di dawiya panelê de keziyê ji rengên ala Kurd hat çêkirin.

Li Amûdê jî Akademiya Yadê Eqîda ya girêdayî Kongra Star pêşengehek karê destan vekir, ev pêşengeh wê 2 rojan di çarçoveya çalakiyên 8ˊê Adarê de vekirî bimîne.

Armanca pêşengehê balê bikişîne ser karê destan ê jinan û piştgiriyê bide pêşketina pîşeyên wan, li kêleka wê jî çêkirinên klasîkî ku parçeyek ji nasnameya çandî ya herêmê ye were parastin.

Li Tirbespiyê Meclisa Malbatên Şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a gundê Dugirî dar çandin.

Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava bi beşdariya jinên ji pêkhatiyên herêmê paneleke diyalogê li mala Êzidiyan a başûrê bajêr organize kir.

Di panelê de endama yekitiyê Gulê Cafer bal kişand ser girîngiya pêşxistina xebata jinan û xurtkirina yekitiya pêkhateyan.

Li bajarê Çilaxa jî endamên Yekitiya Jinên Ciwan û endamên Kongra Star sardana dayikên şehîdan kir û bi boneya Roja Jinê ya Cîhanê xelatên sembolîk dane wan.

Di nava serdanê de gul u birûşûrên ser Roja Jinan a Cîhanê hatin belavkirin.

Di her sê çalakiyan de 3 şandeyên hevbeş ji endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star sardana bajarokên Abîra û Kîşik kir, xelatên sembolîk dan jinan.

Li Dirbêsiyê jî Kongra Star bi boneya heman rojê li gundê Jinwar şahiyek bi amadebûna jinên saziyên sivîl û meclisan li dar xist.

Di şahiyê de stran hatin gotin û govendên gelêrî hatin gerandin.

Di şahiyê de li ser navê Kongra Star Şaha Şêx axaftinek kir. Şaha amaje bi roja 8ˊê Adarê kir ku ne tenê boneyeke pîrozbahiyê ye, lê roja têkoşînê ye.

Kongra Star her wiha serdana Hêzên Parastina Civakê -Jinan û Asayîşa Jinan kir, li wir pêşengên jin diyar kir ku berxwedana jinan bûye sembola hêz û îradeya azad û parastina civakê.

Li bajarê Girkê Lekê, bi dehan endamên Kongra Star tev li kampanya xemilandina bajar, kolan û meydanên giştî bûn.

Di kampanyayê de pankartên “Jin Şoreşa Rojava diparêzin”, wêneyên Rêber Apo, alên Kongra Star û YPJˊê hatin daliqandin.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo Deriyê Sînor ê Sêmalka civîna hevpar hate kirin
Nûçeya Pişt re Li Başûrê Kurdistanê hinardekirina neftê rawestiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kûrtûlmûş: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hîn di rojevê de nîne

Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş anî ziman ku di asta heyî de hevdîtina bi Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Zîlan li Kantona Firatê hat bibîranîn

Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) bi beşdariyan sedan kesan li Kantona Firatê hat bibîranîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Kongra Star bêdengiya li hemberî komkujiya Berxbotanê şermezar kir

Meclîsa Kongra Star komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Berxbotanê yê Kobanê kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hejmara qurbaniyên êrîşa balafira bêmirov a li Sûdanê gihîşt 153 kesan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Pirsûsê ji bo Komkujiya Gara Enqereyê banga edaletê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?