Têkoşîna jinê berxwedana ku ji dîrokê ve li dijî zilm û nijadperestiyê derketiye holê ye. Jinan li hemberî qaîdeyên civakî û siyasî serî hildan û ji bo parastina xwe û bi destxistina mafên xwe yên azadî, dadwerî û wekheviyê her tim li ser piyan bûn. Ev tenê di çarçoveya azadiya jinê û mafên wê de nema, lê belê li aliyekî din rastiyek din hebû ku têkoşîna jinê ji bo rûmeta hemû civakê ye. Ji ber vê jî berxwedana jinê hêzeke rastîn a guhertin û parastina destkeftiyên jin û civakê û wekheviyê bû.
Jinên Rojavayê Kurdistanê jî para xwe ji dîrokê girtin û xwestin dîroka xwe bi têkoşîn û berxwedanê dewlemendtir bikin; di şoreşa Rojava de pêşengî kirin û destkeftiyên xwe bi destê xwe bi dest xistin. Heta roja îro ji bo parastina destkeftî û xeta şehîdên xwe têkoşîna xwe bilindtir dikin.
Berdevka Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê Nûrşan Ferho bi boneya 8’ê Adarê ji ANF’ê re axivî. Nûrşanê di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Dema ku em dibêjin jinên cîhanê, dîrokeke tije berxwedan tê bîra me, bi taybetî jî di wê kargeha ku bi hezaran jinan tê de kar dikir û yên ku ji bo wekheviya mafên xwe rastî êşkenceyê hatin. Di vê berxwedan û têkoşîna ku jin dide meşandin de divê em rola jinên navdar ên têkoşer ên di cîhanê de ji bîr nekin û di rojeke weke 8’ê Adarê de em wan jinan bi bîr bînin.”
Nûrşanê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku jinê di Şoreşa Rojava de gelek tişt îspat kirin û wiha pê de çû: “Ji dîrokê ve jin têkoşer û rêveber e, şoreşa Rojava jî berdewamiya dîroka berxwedana jinê ye. Her wiha di Şoreşa Rojava de jinê îspat kir ku dikare bi awayekî wekhev bi mêr re jiyan bike. Em wekî Tevgera Civaka Demokratîk ku di nav de gelek yekîtî hene, gelek jinên zana û xwedî ezmûn tê de cih digirin û xwe bi rêxistin dikin; ew hişmendî û pîvanên ku li ser jinê dihatin meşandin hatin şikandin.”
Di nav axaftina xwe de Nûrşanê diyar kir ku jin her tim hatibû tunekirin û şikandin û wiha got: “Beriya şoreşa Rojava jin her tim ji aliyê malbat û civaka xwe ve dihate piştguhkirin û tunekirin, bi taybetî jî ji aliyê civaka xwe ve gelek bûyer hebûn ku didan xuyakirin ku rola jinê ji ya zilam paşdetir e. Ji ber vê jî yek ji destkeftiyên jinan ew bû ku xwe ji civaka xwe û malbata xwe re îspat kir û ev qalik şikand. Îro jin di her derê de, ji qada siyasî û heta bi qada leşkerî û dîplomatîk de cih digire.”
Di dawiya axaftina xwe de Berdevka Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê Nûrşan Ferho got ku divê destkeftiyên vê şoreşê werin parastin û got: “Ji bo ku em parastina wan destkeftiyên ku jinê bi dest xistine bikin, divê em berxwedana ji dîrokê de hatiye meşandin berdewam bikin. Her wiha divê jin xwebûna xwe nas bike da ku bikaribe civakeke rast û dirust ava bike.”

