Sêşem, 21 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Qanûna çarçoveyî divê berfireh be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kurtulmuş tûra ‘qanûna çarçoveyî’: Bi Koma Yenî Yolê re jî civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Kurtulmuş û DEM Partiyê 45 deqeyan dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şîrketeke din a petrolê karê xwe sekinand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji bo 8’ê Adarê semîner hate dayîn, dar hatin çandin
Jin

Ji bo 8’ê Adarê semîner hate dayîn, dar hatin çandin

Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê didomin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Hesekê daxuyanî û li Til Temirê semîner hatin dayîn. Li Kobanê jî 100 dar hatin çandin.

HESEKÊ

Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê daxuyaniyek li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Hesekê da. Daxuyanî bi beşdariya endamên yekitiyê û nûnerên rêxistinên jinan hate dayîn.

Ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Rewşenbîran a Bajarê Hesekê Stêra Eyo daxuyanî da. Stêrayê diyar kir ku 8’ê Adarê ji bo jinên cîhanê qonaxeke têkoşînê ye.

Stêrayê îşaret pê kir ku jinên sûriyeyî û yên Kurd di xebatên siyasî, wêje, huner û leşkerî de pêşengiyê dikin û wiha domand: “Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî projeyên şovenîst û kiryarên terorîst li pêş in û rola wan di parastina civakê û nirxên azadî û jiyana hevbeş de girîng e.”

Stêra Eyo da zanîn ku jinan li hember rêxistinên terorîst ên hewl dida koletiyê li ser jinan ferz bikin, şer kir û berdêlên mezin dan.

Stêra Eyo bal kişand ser sûcên ku li hin herêman li dijî hin jinan hatine kirin û bi sûcên şer û dermirovî bi nav kirin û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku tavilê hesab ji berpirsên sûcan bipirsin û komîteyên belgekirina binpêkirinan bişînin herêmê.

Stêra Eyo di nava axaftina xwe de banga serbestberdana dîlgirtiyan kir û anî ziman ku azadî mafekî bingehîn e û “qîrîna dayikan a daxwaza naskirina aqûbeta zarokên xwe wijdanê civakê ye”.

TIL TEMIR

Meclisa Kongra Star a bajarê Til Temirê jî semînerek da. Semîner li Xwaringeha Kinêr bi beşdariya jinên bajar û gundewarên Til Temirê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê, rêvebera Kongra Star Sena Tamir axivî û wiha got: “Divê em gotinên xwe formule bikin û pratîkên xwe li ser bingeha têgihîştina ku jiyana hêjatir û xweşiktir tenê bi jinên azad ên hêzdar û birûmet dikare were bidestxistin, bi pêş ve bibin. Lê belê modernîteya kapîtalîst ku li ser înkarkirina jinan û evînê, înkarkirina civakê, rûmetdarkirina takekesî û belavbûna zayendperestiyê di hemû warên jiyanê de hatiye avakirin, jinan ji bingeha azadiya civakî derdixe. Ji ber ku bêyî koletiya jinan, ne mimkun e, koletî li ser civakê were ferzkirin. Ji ber ku hêzdarkirina jinên azad tê wateya civakek azad, ji ber ku azadî dijberiya koletiyê ye.”

Sena Tamir di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber vê yekê, şoreşa jinan temînata avakirina civakek exlaqî, siyasî û demokratîk e. Her wiha felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” nêzîkatiyeke bingehîn û stûna hebûna jinan e. Ji destpêka dîrokê ve û bi baweriya girîngiya azadiya jinan, di hemû warên jiyanê û qadên têkoşînê de jin tê koşiyan û berxwedan raber kirin.”

Sena Tamir da zanîn ku di nav civakê de pirsgirêkên neçareserkirî hene û got: “Mijarên wekî wekhevî, tundî û mijarên siyasî, zagonî û civakî. Pirsgirêka azadiya jinan pirsgirêkeke civakî ye. Çawa ku hewce ye jin ji bo azadiyê tê bikoşin, divê mêr jî ji bo azadiyê tê bikoşin. Em niha li ber avakirina Sûriyeya nû ne û ev yek hewldanên hevgirtî yên hemû endamên civakê hewce dike.”

KOBANÊ

Nivîsgeha Jinan a Desteya Jîngehê ya bajarê Kobanê bi boneya 8’ê Adarê û bi armanca zêdekirina qadên hêşîn û parastinê jîngehê, 100 dar çandin.

Endamên nivîsgehê, tevî endamên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, nûnerên tevgerên civaka demokratîk û partiyên siyasî, dar li Girê Miştenûrê çandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Sêrt û Êlihê çalakiyên 8’ê Adarê: Jin bi daxwaza aştî û wekheviyê li qadan bûn
Nûçeya Pişt re Cenazeyên şehîd Baran, Şiyar, Karker û Şîndar hatin veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Jiyana girtiyên siyasî di metirsiyê de ye’

Wasiyê Bager Sayak û Cîhat Bekîrîn ên li Girtîgeha bi Ewlekariya bilind a Hejmara 1'emîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadin

Li pêşiya Gar a Enqereyê, 104 kesên di êrişa li ser Mîtînga Ked, Aştî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji jinan peyama 1’ê Îlonê: Aştî ne daxwazek e, mafek e

Meclîsa Jinên Ciwan a DEM Partiyê bi boneya 1’ê Îlonê xwestin heta Mala Piştgiriyê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?