Jin serê sibehê li taxa Ofîsê li hev kom bûn û ber bi qada mîtîngê ve meşiyan.
Jinên ku kincên rengîn ên gelêrî li xwe kirin, bi çepik, tilîlî û dirûşman meşiyan û pankarta bi nivîsa “Niha dema jinê ye” hildan.
Li qada mîtîngê jî pankartên bi nivîsa “Bi hevrêtiya komunîst ber bi jiyana azad ve”, “Her komunek parastina jinê ye”, “Bi Jineolojiyê em ê xwe zane bikin û bi komunê azad bibin” û “Dem dema jinê ye, dem dema azadiya Rêbertî ye” hatin daliqandin.
Li qadê ku coş di asteke bilind de ye demeke dirêj govend hate gerandin.
Tê payin ku mîtîng bi axaftina endama TJA’yê Sebahat Tûncel û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar dewam bike.
Her wiha tê payin ku peyama Rêber Apo li qada mîtîngê bê xwendin.

