Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî têkildarî êrişên li ser Herêma Kurdsitanê li ser hesabê xwe yê taybet peyamek da.
Di peyama xwe de Talebanî spasiya gelê Herêma Kurdistanê kir ku xwe ragire li hemberî êrişan û destnîşan kir ku di nava çend rojên borî de bi girîngîdayîna dîplomasiyê ya li ser asta bilind ya bi rêveberên Îranê, Amerîka û Tirkiye hate kirin ku ji bo ku Kurdistan ji vê rewşê bê parastin.
Talebanî anî ziman ku piştî axaftina li gel Trump û Pezeşkiyan çav li rê ne ku aloziyab ji Herêma Kurdistanê dûr bixin û got: “Me navê hindek kes û aliyên ku êrişî ser Herêma Kurdistanê dikin daye Bexdayê ji bo pêşîgirtina pêwîst. Ez dizanim ku hevalên me li Bexda hemû hewldanan dikin ji bo pêşîgirtina li aloziyan. Eger li gorî vê yekê tevger nekin, emê bi xwe bi wan re bikevin nava nêzîkatiyan.”

