În, 24 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Psîkolog Bûrtakûçîn: Neçariya ji madeyê bi qelsbûna têkiliyên civakî mezin dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mayindebûna pêvajoya aştiyê bi gavên qanûnî yên bêne avêtin ve girêdayî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûlûgana: Lozan destpêka rêze komkujiyên 1925-1938’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredara Îzmîtê û 19 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÇHD: Li Hejmara 6 a Marmarayê mekanîzmaya cezakirinê ya paralel hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bernameya bîranîna 12’emîn salvegera fermanê ya 10 rojan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîra Botanê kesek hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran kolberekî Kurd qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Romana têkoşînê: Rûken (Zohre Ocalan)

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi mûşekan êrîșî Kampa Dola Alane hat kirin: 4 kes birindar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roket li gundekî Helebceyê ket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Balîsanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê banga mezinkirina kampanyaya rêxistinên jin ên Êzidî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Deklarasyon: Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî gur dibe
Kurdistan

Deklarasyon: Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî gur dibe

Di deklarasyona Newrozê de ya li Amedê hate eşkerekirin, hate gotin "Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî, bi biryardariya azadiyê û hêza têkoşîna rêxistinbûyî gur dibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Adar 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Newroz wê îsal bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” bê pîrozkirin. Têkildarî pîrozbahiyên ku wê herî kêm li 53 navendan pêk were, li Sumerpark a li Amedê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin.

Daxuyaniya deklarasyonê li Sumerparkê tê aşkerakirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç û nûnerên rêxistinê civaka sivîl û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn.

Kurdiya deklarasyonê ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Fatma Ablay û ya bi Tirkî jî endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Ahmet Sumelî xwend. 

METNA DEKLARASYONÊ

Di deklarasyonê de wiha hate gotin:

“Di serdemeke ku kaosa pergalî kûrtir dibe, hêzên hegemonîk li Rojhilata Navîn planên dîzaynkirinê ya nû çêdikin, dixwazin statuya dewleta neteweyî ya sedsalî ya li ser înkara gelê me û parçekirina welatê me ava bûye, bidomînin. Li dijî destkeftiyên ku gelê Kurd ku bi berdelên mezin bi dest xistine, weke li rojavayê Kurdistanê hate dîtin, polîtîkayên nû yên înkar û planên tunekirinê têne meşandin. Li dijî van polîtîkayan, gelê Kurd li dora destkeftiyên Rojava û Kurdistanî bûn yek, kevneşopiya xwe ya berxwedanê bi têkoşîna xwe ya bi hevalbendên li çaraliyê cîhanê re globalîze kirin û îradeya xwe ya parastina mafên xwe yên dîrokî nîşan dan. Serkeftina mayînde ya vê têkoşînê û parastina van destkeftiyan bi xurtkirina yekitiya neteweyî bi hêztir dibe; helwesteke siyasî ya hevpar, hişmendiyeke hevbeş a parastinê û perspektîfeke pêşeroja hevbeş wekî îfadeya rêxistinkirî ya yekitiya neteweyî pêş dikeve. Her ku yekitiya neteweyî xurt dibe, destkeftiyên demokratîk ên gel li ser bingeheke xurtir têne danîn.

Di serdemekê de ku pêşketinên herêmî û cîhanî zêde ne, em bi dirûşma ‘Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk’ pêşwaziya Newroza 2026’an dikin. Ji bo gelê Kurd, Newroz li dijî zilmê serhildaneke dîrokî ye, îradeya hebûnê li dijî înkarê ye, berxwedana li dijî zextê ye û agirê azadiyê yê li dijî koletiyê ye. Gelê Kurd ku nasnameya wê hatiye înkarkirin, zimanê wê hatiye qedexekirin û tê xwestin ku îradeya wê were desteserkirin, bi rêxistinkirina li dora agirê Newrozê ku bi mîrateya çandî û civakî hatiye dagirtin, bîra xwe ya dîrokî parastiye, berxwedana xwe xurt kiriye û meşa xwe ya ber bi azadiyê ve domandiye. Newroz bûye hişmendiyeke siyasî ku berxwedana berhevkirî ya paşerojê bi têkoşîna niha re dike yek û îradeya avakirina jiyaneke azad ji bo pêşerojê xurt dike.

Her agirê ku li qadên Newrozê tê pêxistin dê îradeya gelê me yê berxwedêr zêde bike, yekitiya me xurt bike û bibe sembola biryardariya me ya parastina pêşeroja me ya hevpar. Qadên Newrozê dê careke din şahidiya bilindkirina daxwazên gelê me yên ji bo azadiyê, rêxistinkirina îradeya xwe û nîşandana biryardariya xwe ya ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk bikin. Mîrata dîrokî ya Newrozê dê têkoşîna me ronî bike û çanda berxwedanê ya ku bi sedsalan hatiye çêkirin, wekî hêza herî bingehîn a parastina hebûna gelê me, ji nû ve were zindîkirin. Ev meşa dîrokî dê bi xurtkirina yekitiya neteweyî xurt bibe; destkeftî dê bi îradeya rêxistinkirî ya yekitiya neteweyî werin parastin û bi hêzeke mezintir ber bi pêşerojê ve biherike.

Pêvajoya dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibata 2025’an de hatiye destpêkirin, sala xwe ya yekem temam kir. Abdullah Ocalan û tevgera wî berpirsiyariyên xwe yên siyasî ji bo pêşvebirina pêvajoyê bi cih anîne. Di tevahiya vê pêvajoyê de, gelê Kurd li pişt îradeya xwe ya siyasî sekinî, piştgirî da bipêşxistina veguherîna demokratîk. Gavên ku ji hêla tevgera wî ve ji bo bersiva banga dîrokî ya birêz Ocalan de hatine avêtin, îradeya gel ji bo avakirina jiyaneke wekhev û hevpar xurt kiriye û bi hêza rêxistinkirî ya gel, li kolanan mezin bûye, potansiyela xwe ya ji bo hilberandina encamên siyasî eşkere kiriye.

Her çiqas avakirina komîsyonekê di nava Parlamentoyê de, ji aliyê dewletê ve di vê pêvajoyê de girîng be jî, rapora dawî ya ku hat weşandin, ji aliyê naveroka xwe ve ji hêviyên gelê Kurd, kes û komên bindest û raya giştî ya demokratîk re nebûye bersiv û her wiha dûrî pêdiviyên herî kêm yên ji bo çareseriyê maye. Mixabin navê pirsgirêkê jî rast nehatiye danîn. Meclis û siyaseta ku ji bo pirsgirêkan cihê çarseriyê ye, di çareseriya pirsgirêka Kurdan de wêrekî nîşan neda û ji berpirsyariyê reviya. Tevî hemî kêmasiyên xwe, girîng bûye ku pêşniyarên der barê demokratîkbûnê de di rapora Komîsyona Parlamentoyê de, di zûtirîn demê de werin bicîhanîn û ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoyê bi lez û bez rêziknameyên pêwîst ên qanûnî û destûrî werin çêkirin.

Misogerkirina azadiya fîzîkî û şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan ku serkêşê danûstandinê ye ji bo pêşxistina çareseriyeke demokratîk û avakirina aştiyeke mayînde ye, di çarçoveya prensîba hêviyê de, bûye pêdiviyeke dîrokî û siyasî. Li ser vê bingehê,  di vê Newrozê de, em ê berpirsiyariya berfirehkirina têkoşîna azadiyê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bihêztir bigirin ser xwe û em ê armanca civakeke demokratîk bi biryardariyeke mezin pêşve bibin.

Daxwaza jiyana wekhev û adil di navbera gel, bawerî, karker û ciwanan de bi têkoşîna rêxistinkirî mezin dibe; jin di pêşengiya vê tevgerê de ne. Îradeya rizgariya jinan, ku di berxwedana Rahşan, Ronahî, Zekiye û Bêrîvanan de xwe nîşan daye, îro bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’  ji bo jinên li çaraliyê cîhanê dibe dirûşma azadiyê; di porên wan ên honandî de dibe gerdûnî, ji bo mirovahiyê mizgîniya jiyaneke nû dide. Ev têkoşîn, ku li dijî serdestiya mêr, polîtîkayên şer û pergala dijminê jinan radibe, hêza avakirin û damezrandina civakeke demokratîk xurt dike.

Ciwanên azad, hêzekî din a pêşeng di avakirina neteweya demokratîk de, wekî îradeyek dîrokî ya têkoşînê cihê xwe li ser dikê xurt dikin, kevneşopiya berxwedanê hildigirin, ‘ruhê ciwanmayînê’ ji nifşekî bo nifşekî din hildigirin û enerjiya meşa azadiyê zêde dikin. Wekî hêza dînamîk di têkoşîna li dijî înkar, asîmîlasyon û polîtîkayên bênasnamekirinê de, ciwan, bi eniyên nû yên fikir, rêxistin û çalakiyê, nirxên jiyana komunal diparêzin, îdeala jiyana azad bi pêş dixin û di avakirina civakeke demokratîk de pêşengiyê dikin.

Di serdemeke wiha de, Newroza 2026’an di pêvajoyeke dîrokî de tê pîrozkirin ku berxwedan mezin dibe, daxwaza azadiyê berfireh dibe û têkoşîna ji bo civateke demokratîk digihîje qonaxeke nû. Agirê Newrozê bi îradeya yekitiya neteweyî, biryardariya ji bo azadiyê û hêza têkoşîna rêxistinkirî bêtir geş dibe. Em bang li ciwan, jin, kedkar û hemû gelê xwe yê azadîxwaz dikin ku di pîrozbahiyên Newrozê de li hev bicivin; têkoşîna ji bo yekitî, azadî, demokrasî û wekheviyê xurt bikin.  Cejna Newrozê li hemû gelan pîroz be. Newroza we pîroz be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Strana Newrozê hate nasandin: Newroza Serfiraziyê
Nûçeya Pişt re Şafak Aryen: Rêxistinbûna jin komînalîteya me ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Tokatê bi pileya 5,6 erdhejek pêk hat

Li navçeya Sûlûsaray a Tokatê bi pileya 5,6 erdhej pêk hat. Erdhej li gelek bajaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Di çalakiyên 8’ê Adarê yên TJA’yê de banga gavavêtinê li dewletê hat kirin

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ew çiqasê êrîş bikin jî, em ê axa xwe bernedin’

Şêniyên Kobanê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan û wiha gotin: "Dewleta Tirk çend êrîş…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Psîkolog Bûrtakûçîn: Neçariya ji madeyê bi qelsbûna têkiliyên civakî mezin dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bernameya bîranîna 12’emîn salvegera fermanê ya 10 rojan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Cizîra Botanê kesek hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îran kolberekî Kurd qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?