Pêncşem, 12 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nûnerê NY’î yê MRAP’ê: Divê şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Abdullah Ocalan yekan e lîder e ku pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rengekî stratejîk dît’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amarayê agirê Newrozê hate vêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Komkujiya Gazî di salvegera 31’an de hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî Silêmanî û Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Muslim ji bo yekîtiya me faktorekî girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Danezana Newroza Wanê hat ragihandin: Bi ruhê yekîtiyê dakevin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Salih Muslim wê derbasî Rojava bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhildanan ber bi Jineolojiyê ve: Veguherîna ber bi pêşengên jiyana azad ve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Azadiya Kurdan a li Îranê di tifaqa wan a demokratîk de ye’
Rojane

‘Azadiya Kurdan a li Îranê di tifaqa wan a demokratîk de ye’

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan diyar kir ku weke tevger ew bi gelê Rojhilat re ne û got, divê Kurdên li Îranê azadiya xwe di nava demokrasiyê de bibînin û tifaqa xwe ya demokratîk ava bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Adar 2026 Dema xwendinê: 28 dq.
Parvekirin

Dûran Kalkan beşdarî Bernameya Taybet a Medya Haber TV bû û bûyerên li Rojhilata Navîn nirxand. Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:

“Beriya her tiştî Rêber Apo bi hurmet silav dikim. Baweriya xwe ya bi serketina berxwedana Îmraliyê careke din tînim ziman. Bûyer girîng in, dîrokî ne, metirsî baştir eşkere dibin. Êdî her kes van dibîne. Di nava atmosfereke bi vî rengî de her roj hîn şênber dibe ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo da destpêkirin ji bo Kurdan û Tirkiyeyê çiqasî dîrokî ye. Salek li pey xwe hişt, kete sala duyemîn. Di 27’ê Sibatê de ev bang hatibû kirin. Beriya wê jî hin hevdîtin hebûn, lê belê Banga Aştî û Civaka Demokratîk di 27’ê Sibata 2025’an de hate kirin. Niha em ketin sala wê ya duyemîn. Têkildarî sala yekemîn nirxandinên girîng hatin kirin. Bi wesîleya salvegerê nîqaş hatin kirin. Her wiha rapora ku komîsyona li meclîsê amade kiribû pêşkêş kir û ev yek jî li vê pêvajoyê rast hat. Ew jî hate nirxandin. Hîn jî tê nirxandin. Hin nirxandin û bendewarî hene.

Sala duyemîn bi van destpê kir. Lê belê li aliyê din xeteriya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ê li Rjhilata Navîn ne tenê ji bo gelên herêmê di heman demê de ji bo mirovahiyê li holê ne. Di nava atmosfereke bi vî rengî ya metirsî û gefê de hine dipirsin bê ewlekariya Tirkiyeyê bi çi tê kirin.

PÊVAJOYA RÊBER APO EWLEKARIYA TIRKIYEYÊ PÊK TÎNE

Hinek li bersivên cuda digerin. Dibêjin NATO heye, fuzeyan radiwestîne, me diparêze lê belê hinek mirovên hewl didin rastiyan baş fêhm bikin balê dikişînin ser rastiyê. Dibêjin, pêvajoya aştî û civaka demokratîk ewlekariya Tirkiyeyê pêk tîne. Rêber Apo pêk tîne. Ev hîn şênber bûye. Mezinahî, cidiyet û nêzîkbûna xeteriyê li holê ye. Li Tirkiyeyê her kes vê qebûl dike. Rewşa li Rojhilata Naîn li holê ye. Mînak li Tirkikyeyê belê hin rewş hene, lê belê li gorî atmosfera Rojhilata Navîn aram e, di rewşeke ewle de ye. Bi saya çi? Bi saya pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku Rêber Apo da destpêkirin. Wê demê divê her kes bi vê zanibe. Ewlekariya Tirkiyeyê bi gef, çekan nabe. Bi çi dibe? Bi aştî, demokrasî û azadiyê dibe. Bi azadiya gelan, azadiya Kurdan, azadiya gelan dibe. Li ser vê bingehê bi demokratîkbûna Tirkiyeyê dibe.

Rêber Apo ji destpêkê ve li ser vê nivîsî û dema firsend dît li ser axivî. Heta bi detayên wê nirxand. Bang li her kesî kir; got em vê metirsiyê bi aştî û avakirina civaka demokratîk, bi çareseriya demokratîk, bi demokratîkbûnê asteng bikin. Naxwe wê her kes zerarê bibîne. Tiştên ku Rêber Apo got ispat dibin, neyînî jî be.

Lê belê li aliyê din eşkere dibe ku çareserî û çare, rizgariya gelên Rojhilata Navîn di fikirên Rêber Apo de ye, di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de ye, di demokratîkbûn, komara demokratîk, entegrasyona demokratîk de ye. Beriya her tiştî divê ev yek bê zanîn.

Di nava vê rastiyê de hinek radibin zimandirêjiyê li Rêber Apo, li pêvajoyê dikin, heqaretê dikin. Bi rastî jî neyînî ne, aciziyê dikin. Ji bo van dikare bê gotin; kes û derdorên nizanin, fêhm nakin. Lê belê ev derdor xwe dispêre kîjan rewş û atmosferê?

Ew gotinên wan kes û derdoran e, lê belê têkoşîna li hemberî wan kêm e. Mînak hin derdor, bi taybetî li nava derdora desthilatdariyê dema ku tiştek diqewime ku bandorê li wan bike, qiyametê radikin. Bi kûrahî analîz dikin, çareseriyê datînin holê. Lê belê ji bo paşeroja Tirkiyeyê, ji bo ewlehiya wê ewqas gavên girîng hatin avêtin, pêvajo hate destpêkirin, lê li hemberî kesekî ku ev hemû kirine heqaret tê kirin û bêdeng dimînin. Ev bêdengî hêviyê dide nijadperest, şoven û faşîstan. Diyar e ku ev derdor xwe dispêrin van û hewl didin li ber gavên demokratîkbûnê rabin. Hevdu xwedî dikin, temam dikin. Ev nijadperest, şoven xwe ji vê rêveberiyê xwedî dikin. Ev rêveberî jî wan li dijî civakê, Kurdan û Rêber Apo weke gef nîşan dide. Dibêje, ev hene eger ne baldar bin wê tiştekî din bibe. Ev rewşeke rast nîne, helwestên rast nîne. Divê her kes rasteqîn be.

MAFÊ HÊVIYÊ BÊYÎ NÎQAŞKIRINÊ DIVÊ BI CIH BÊ ANÎN

Bi rastî jî divê mirov bi berfirehî bifikirin. Rasteqîn bibin. Rewş ne welê ye ku bi vî rengî bê derbaskirin. Ji ber vê jî ji bo Rêber Apo bibe xwedî mercên kar û jiyanê yên azad diviyabû gavên bi biryar bihatina avêtin. Paşeroj û ewlehiya Tirkiyeyê di nava pêvajoya aştî û civaka demokratîk a bi pêşengiya Rêber Apo de ye. Ne tenê em vê dibêjin, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî gelek caran ev yek got. Di nava dewletê de, di nava rêveberiyê de cihê xwe heye. Her hal derdorên desthilatdarî û dewletê baweriya xwe bi gotinên wî tînin. Wî got, rewşa Rêber Apo tê çi wateyê. Lê belê li gel vê jî li ber radibin. Di avêtina gaveke cidî de li ber xwe didin. Her tişt dibe mijara nîqaşê.

Mafê hêviyê dibe yan nabe? Ev dibe yan nabe. Belê, tê nîqaşkirin. Nîqaşkirin baş e, lê belê divê êdî mirov ji nîqaşê wêdetir biçin. Rêber Apo got, ji gotinê divê mirov derbasî çalakiyê bibe. Peyam da, me bihîst. 8’ê Adarê peyam da. Li ser rapora komîsyonê peyam da. Ev tiştên baş bû. Nirxandinên girîng kir. Helwest nîşan da. Ji bo pêşîgirtina li nirxandinên şaş, ji bo her kes bûyeran rast fêhm bike rê nîşan da. Rêber Apo di nava wan şert û mercan de vê dike. Lê belê derdorên desthilatdariyê li gel ku her tişt li ber destê wan e li pêşberî şaşitiyên ku li hemberî Rêber Apo û Kurdan têne kirin tiştekî nakin. Gelo tiştek nîne ku bikin? Derfetên xwe nînin? Firsenda wan nîne? Heye. Lê belê hîn jî di nêzîkatiyê de şaşitiyê dikin.

Divê niha çi bê kirin? Me timî got. Divê rastiyan bibîne û li gorî wê gavan biavêje. Rastî çi ye? Eger Tirkiye wê xwe ji metirsiyan biparêze divê vê pêvajoya demokratîkbûnê bi pêş bixîne. Ji bo pêşveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk divê pêşî veke. Esasê vê jî ew e ku Rêber Apo bibe xwedî mercên jiyana azad û karkirinê. Rêyeke din nîne. Her kesî ev anî ziman. Rêber Apo anî ziman. Rêber Apo got, di nava van şert û mercan de ji vê wêdetir nikarim tiştekî bikim. Eger hîn bêhtir kar ji min tê xwestin, divê mercên min bêne guhertin. Derfet bêne zêdekirin. Ragihandin pêk were. Karibim bixebitim. Ji bo xwe tiştekî naxwazim. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê, aştî û demokratîkbûnê divê pêşî li karkirina min bê vekirin.

DIVÊ PÊŞÎ LI SIYASETA DEMOKRATÎK BÊ VEKIRIN

Niha ev nîne. Helwesteke hişk tê nîşandan. Di van mijaran de divê bi lez tevbigerin. Gef hene, metirsî hene. Em naxwazin kesî bitirsînin. Em naxwazin tiştekî nîne bibêjin. Em naxwazin neyînî bin. Lê belê her tişt li holê ye. Rewşa herêmê li holê ye. Fuze li her derê difirin. Nediyar e ku li ku bikevin. Û êdî fuze di ser Tirkiyeyê re jî difirin. Ne diyar e bê ji kê hatiye. Bi gefxwarinan pêşî li vê nayê girtin. Bi demokratîkbûnê pêşî lê tê girtin. Wê demê divê pêşî li demokratîkbûnê bê vekirin. Qanûnên demokratîkkirina Tirkiyeyê bêne derxistin. Pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin. Qanûnên azadiyê divê bêne derxistin.

Raora komîsyona meclîsê ku Rêber Apo işaret bê kir, raporeke vekirî ye. Çawa? Ji her alî ve raporeke vekirî ye. Me bi vî rengî nirxand. Rêveberiya me rexne kir. Bi mafdarî rexne kir. Raporeke welê ye ku ber bi her alî ve dikare bê kişandin. Eger bê xwestin di asta herî pêş de gavên demokratîkbûnê dikare bê avêtin û bi vî rengî pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Neyê xwestin tiştek nayê kirin. Wê demê mijar ji siyasetê re maye. Li gorî wê, wê qanûnan çêbike, gavên pratîkî biavêje. Ev gav jî divê erênî û ber bi demokratîkbûnê be. Demokratîkkirina Tirkiyeyê bi kêrî Tirkiyeyê tê. Eger Îranê karîbûya gavên demokratîkbûnê biavêta wê li vê rewşê rast nehatibûya. Cihên din jî bi vî rengî ye. Em rastiyan bibînin.

Timî tê nîqaşkirin, dibin rojev. Em amade ne. Bila pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin. Bia qanûnên demokratîkbûnê bêne avakirin. Ber bi demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê bila gav bêne avêtin. Qanûnên azadiyê bêne derxistin. Zemîna hiqûqî bê avakirin, em amade ne. Lê belê bêyî avakirina zemîna hiqûqî em ne amade ne ku întihar bikin.

Dibêjin, em ê wan çawa tevlî civakê bikin? Bêguman ev ji bo me heqaret e. Em ne ji civakê qut in, ne jî zerarê didin civakê. Axaftina li ser tiştên bi vî rengî şerm e. Mirov ji bo tiştekî bi vî rengî ewqasî zor û zehmetiyê dikişînin? Vê têkoşînê ji bo rewşeke bi vî rengî ji rêzê dikin? Divê her kes rasteqîn be. Yên ku bûne belayê serê civakê bi vî rengî diaxivin. Gotinên van ne yên mirovên aqilane ye.

Me got, kes nîne ku li benda çûyîna malê ne. Ji bo biçe mala bavê xwe, ji bo nan û xwarinê kes derneket serê çiyê, ev têkoşîn nemaşenad. Ji bo armancekê, ji bo dozekê ewqasî fedakarî kir. Ne salekê, ne pênc salan, ne deh salan. Nêzî sed salî dibe, çil sal in in û mêr, civak bi temamî têdikoşin. Gelo ev bêzanebûn, bê îrade dikare bê kirin? Em hinekî bi aqil bin, ma bi hêsanî hate kirin? Bila rojeke tenê ya sîstema jiyanê ya gerîla bijîn. Bila rojeke tenê ya mirovên li zindanê êşkence dîtin bijîn. Mİrov sih salan, sih û pênc salan li zindanên têne hiştin. Çil sal in têkoşînê dewam dikin ev mirov. Armancên wan ên mezin nebe, kes nikare xwe li ber vê rabigire.

Lewma li şûna helwesta erzan, dijberî û heqaretê divê mirov ber bi rastiyê ve biçin. Di vê çarçoveyê de pêwîste pêşî li azadî û demokratîkbûnê bê vekirin. Ji bo vê jî beriya her tiştî eger tê xwestin ku Tirkiye bêhtir ewle bibe û serketî bibin, divê pêşî li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê vekirin. Divê bibe xwedî mercên kar û jiyanê yên azad. Gotina, ‘Ez ji Tirkiyeyê hez dikim’ tenê bi vî rengî dikare bi wate bibe. Yên ku dibêjin ez di vê pêvajoyê de fêhm dikim û dixwazim başiyê ji bo Tirkiyeyê bikim, divê helwesta xwe ew be ku ji bo mercên kar û jiyanê yên azad bikevin nava hewldanan, têbikoşin. Rêyeke din nîne. Lewma em hêvî dikin ku bûyer rast bêne fêhmkirin, li hemberî metirsiyan helwesteke beralîkirina wan bê nîşandan, siyaset di vir de bi rola xwe rabe û pêşengiyê ji xwişk û biratiyê re bike. Hêviya me ev e. Em di vê rêyê de têkoşîna xwe dewam dikin, em ê dewam bikin.

ŞERÊ ÎRANÊ ŞEREK E KU 36 SAL IN DEWAM DIKE

Vî şerî beriya 10, 11 rojan destpê nekir. Şerek e ku 36 sal in dewam dike. Em rasteqîn bin. Em baş zanin bê li ku derê û kengî destpê kir. Niha Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) êrişan dike, êrişan dibe ser Rojhilata Navîn. Niha nake. Di sala 1990’î de di nava mehekê de 150 hezar leşker danî Rojhilata Navîn. Ji Siûdî heta bi Kûweytê, li her devera Kendavê. Keştiyên xwe, balafirên xwe anî. Şerekî 36 salan e. Hêzên ku vî şerî dimeşînin, em ji wan re dibêjin sîstema modernîteya kapîtalîst a global. Pergala sermayeyê ya di ser neteweyan re ji wan re tê gotin. Şerê navbera derdorên ku dixwazin statukoparêziya netewe dewletê biguherînin, bikin ku sermaye hîn bêhtir qezenç bikin û hêzên statukparêz ên netewe dewletê, şerekî hegemonyayê, şerê qezenca hîn zêde, şerê bandora hîn zêde ye. Ev şênber e.

Heta niha aliyê vî şerî bi giranî derdorên sermayeya global bû. Li aliyekî jî bi taybetî hêzên Rojhilata Navîn bû. Rûsya li vê zêde bû. Îran ji destpêkê ve di nava vê de bû. Lê belê di vî şerî de ji Spanyayê heta bi Îngilistanê yên ku beriya 100 salî bi Şerê Cîhanê yê 1’emîn re sîstema netewe dewletan ava kirin êdî li ber vî şerî radibin. Belê beşek ji wan guherînê bixwazin jî eşkere dibe ku tişta heyî naxwazin.

Em ji destpêkê ve li ber vî şerî rabûn. Em li dij in. Weke tevger li dij in, weke gel li ber radibin. Rêber Apo beriya vî şerî hişyarî da, got wê bibe şerê herêmê, metirsî heye, bila ev bibe, yhan jî ev nebe. Ya rast 35 sal in, 36 sal in hişyar dike. Nirxandinan dike, analîzên herî berfireh kir. Ev gelekî zelal û rewşeke şênber e. Ev şer bi kêrî gelên Rojhilata Navîn nayê.

Niha wê çi bibe? Sermeselê hêzên êrişkar DYE û Îsraîlê qezenç kirin. Wê çi bibe? Çi bê guhertin? Wê hegemonya Îsraîl, bandora DYE’yê bikeve şûna serweriya Îranê. Gelo wê hîn azad, aştî û demokratîk be? Na, Serokê DYE’yê bi xwe got, wê qet ne welê be. Got, ji bo min ti wateyeke demokrasiyê nîne. Nûnerê wî yê li Rojhilata Navîn got, demokrasî li gelên Rojhilata Navîn nayê, monarşî ji bo wan baştir e. Şah amade dikin, wê Şah bînin. Her kes baş zane bê Şah çi ye. Baş zane ku çawa hilweşiya. Em şahidên van pêvajoyan e. Em şahidên zindî ye.

Em bibêjin Îranê xwe ji êrişan rizgar kir, bi bandor bû, li ser piyan ma. Wê çi bibe? Wê ber bi ya berê ve biçe. Eşkere ye bê ya berê çi ye. Lewma hinek dibêjin em li kîjan alî ne? Gelekî nebaş e ku mirov bibe aliyekî vî şerî. Alî ji hev gelekî cuda ne. Mejiyên wan li hemberÎ hev in. Şerê hegemonyayê ye. Bêguman Îsraîl hegemonya nû diafirîne. Em vê ji nedîtî ve nayên. Li herêmê heta niha hegemonya Îran, Tirkiyeyê hebû, dixwaze wê bişikîne. Dixwaze xwe bike hêzeke hegemonîk. Ew jî li ber xwe didin. Îran li hemberî vê li ber xwe dide. Kes nikare bibêje bila hegemonya te nebe ya min hebe. Lewma j bilî derdorên sermaye, berjewendî û sermayeya çekê bi kêrî kesî nayê. Ew qezenç dikin. Bombardûmanê dikin, sibe wê yên nû bikirin. Wê ji nû ve pere qezenç bikin. Bêguman mirov dimirin, gel dikevin rewşa herî giran.

EM LI SER XETA SIYASÎ YA SÊYEMÎN E

Rêber Apo got, xeta siyasî ya sêyemîn. Em ne li aliyê sîstema sermayeyê ya global a di ser neteweyan re ye, ne jî li aliyê statukoparêziya netewe dewletê ne. Em xeta siyasî ya sêyemîn e. Em li aliyê Komara Demokratîk in. Em alîgirê wê ne ku pirsgirêk bi lihevkirina demokratîk bêne çareserkirin. Ya me xeta çareseriya demokratîk e. Xeta çareseriya entegrasyona demokratîk e. Rêber Apo ev yek dema dawî şênber kir û pêşkêş kir.

Me gelek caran nirxandin kir. Ku hinekî rast bifikirin û helwestê nîşan bidin. Lê belê ji ji Xezeyê hat Lubnanê û Sûriyeyê. Rêveberiyeke welê ye ku niha bi xwe ket kîjan halî. Nirxandinan dikin ku kî di şer de bi ser dikeve.

Mirov dibîne ku êrişa DYE-Îsraîlê wele destpêkê nebû. Dan kirin. Nediyar e bê Xamaney ji aliyê wan ve hate kuştin, an jî Xxamaney bi xwe dan kuştin. Ji ber ku em difikirîn ku di demeke bi vî rengî de wê xwe ji şer vegirin. Ji bo Şîatiyê bêguman tişta qehremantiyê derxistin. Li aliyê din di meheke Remezanê de bêyî ku rewşa gelên Rojhilata Navîn hesab bikin, bêyî ku rewşa alema Îslamê hesab bikin ev tişt hate kirin. Îran li hemberî vê radibe, li ber xwe dide. Heta astekê li ber xwe da, lê belê li hemberî ewqas êrişên çekdarî çi dikare bike? Îran êdî di pêvajoyeke guherînê de ye. Ev guherîn wê çawa be? Ev yek dikare bê nirxandin. Divê mirov bala xwe bidin ser vê yekê. Li Îranê vegera li berê wê tekez nebe. Me ev yek cara derbasbûyî jî gelek caran anîbûn ziman. Li Îranê rewşeke welê nabe. Lê belê çareserî wê çawa be? Niha hewl didin hevdu lawaz bikin. DYE’yê herhal plan kiribû ku di nava 3-4 rojan de encamê bi dest bike. Plana wê bi ser neket. Nediyar e ku niha dixwaze hinekî din lawaz bike û piştre tiştekî bike.

Pirsgirêk di vir de ye. Li vê derê girîngiya civaka rêxistinbûyî derdikeve holê. Girîng e em li ser vê bisekinin. Sîstema dewletparêz çi ye? Ji bo civakan tê çi wateyê? Divê dewlet û desthilatdar çawa nêzî gelan bibin? Divê em vê bibînin. Dema ku ji vî alî ve lê binerin, eşkere dibe ku sîstema dewletparêz ewlekariyê pêk nîne. Divê civak rêxistinbûyî bin. Civak demokratîk be. Rêxistinî û sazîbûnên demokratîk hebin. Divê dewlet bi demokrasiyê di nava hevsengiyê de bê hiştin. Eger ewlekarî wê pêk were li ser vê bingehê dikare pêk were. Bi vî rengî nebe diyar e ku dewlet ji bo hegemonya xwe dikare bi her awayî dînîtiyê bikin. Rewşa heyî dînîtî ye. Rojhilata Navîn veguherandin gola xwînê. Her tiştên ji aliyê Îranê ve hatin afirandin hatin tarûmarkirin. Eger ji bo civakê bihatina bikaranîn gelo wê nebaş bûya? Nebaş nedibû bêguman. Lewma divê civak pêvajoyê baştir fêhm bike û xwedî li demokrasiya xwe derkeve.

LI HEMBERÎ ÊRIŞAN EM HER TIM BI GELÊ XWE YÊ ROJHILAT RE NE

Li Îranê civakeke bi vî rengî heye. Me her tim ji vê bawer kir. Dîrokê ev yek nîşanî me da. Civaka Îranê civaka herî dînamîk a Rojhilata Navîn e. Em ji vê bawer dikin ku gelên Îranê wê di bin vê zilma giran de rastiyê bibîne, fêhm bike, bibe yek, rêya xwe diyar bike û xwe ji vî belayî rizgar bike. Çareserî wê ji aliyê gelên Îranê ve bê afirandin. Di nava yekparebûna Îranê de bê afirandin. Divê kes guh nede parçebûna wê.

Di vir de têkildarî Kurdan, têkildarî helwetssa Kurdan, bêguman eger êriş li hemberî gelê Kurd bê kirin, weke tevger em her tim bi gelê xwe yê Rojhilat re ne. divê gelê me ji vê bawer bike. Ji xwe bi vê zanin. Gelê Rojhialt gelekî zane, berxwedêr û welatparêz e. Ji berê ve ev yek gelek caran ispat kiriye. Li hemberî êrişên gengaz dikarin xwe bi rêxistin bikin, bikevin pozîsyona parastinê. Ne tenê li Rojhilat bifikirin. Weke civakeke Îranê azadiya Kurdên Rojhilat divê di demokrasiya Îranê de bibîne. Di nava sîstema demokratîk de bibîne. Li Îranê divê dost, tifaq û hevalbend bêne afirandin ku demokrasiyê ava bikin. Wekî din nabe. Tenê tifaqa demokratîk, demokrasiya Îranê garantiya azadî û hebûna gelê Kurd e, garantiya gelan hemûyan e.

Tê gotin, di navbera gelan de wê şer destpê bike, Kurd û Azerî şer dikin, Kurd û Fars şer dikin, neteweperestî derdikeve pêş. Divê bi vî rengî nebe. Em ne bawer in ku bi vî rengî bibe. Me dîtine bê Azerî û Kurd çiqasî dostên hev in, di nava hev de ne. Bi sedan sal in bi hev re ne. Bi gelê Fars re weke xwişk û bira ne. Ev gelên bûne xwişk û bira. Ji berê ve di navbera wan de tiştek neqewimî ye. Ya ku ji bo gelan xetere ye û wan berde hev netewperestiya netewe dewletê ye, faşîzm û şovenîzma neteweperestiyê ye. Divê miroov xwe ji van vegirin. Divê Kurd jî xwe ji vê vegire, gelên din jî xwe jê vegirin. Dostanî divê hîn bêhtir bê xurtkirin. Hêzên demokratîk ên Îranê, hêzên welatparêz û azadîxwaz ên Kurdistanê divê hîn bêhtir di nava têkilî û tifaqê de bin. Ya rast li gorî me ew e. Ji ber ku divê Îran bi demokrasiyê ber bi çareseriyê ve biçe. Ji bo vê hêzên demokratîk azadîparêz, hêzên siyasî yên Kurdistanê di nava tifaqê de ne. Pêşniyara me ji bo wan dikare ev be. Bi vî rengî divê mirov xwe ji nêzîkatiyên neteweperestiya netewe dewletê vegirin. Divê xwe ji ferzkirina bicihbûna li aliyekî vegirin. Divê helwesta xwe li aliyê gel be. Bi hev re, ber bi demokrasiyê ve tevbigerin. Çare ew e û em bawer in ku wê bi vî rengî be.

Di vê mijarê de em vê jî bibêjin. Di rewşeke bi vî rengî de li Tirkiyeyê hinek derdoran şîroveyên heqaretê dikin. Dema qala nebaşiyê dikin navê Kurdan bilêv dikin, dema başî be qala Kurdan nakin. Dijminatiyeke bi vî rengî ya sondxwarî li hemberî Kurdan heye. Çima bi vî rengî bû? Hin derdor vê yekê weke dijminatiyeke sondxwarî vê dikin. Halbûkî Tirkiye mesela çareseriya entegrasyona demokratîk pêşniyar kir. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk heye. Qala xwişk û biratiya Kurdan tê kirin. Li gorî vê xwişk û biratiyê diviyabû Kurdên li Îranê bihatina parastin. Diviyabû bibûna berdevkê Kurdan. Divê xwe ji dijminatiya Kurdan vegirin. Lê belê hinek derdor bi vî rengî ne.

KURD WÊ NEBIN LEŞKERÊ KESÎ

Nizanim dibêjin, wê Kurd ji kê re leşkeriyê bikin. Kurd bi xwe zanin. Ji kûrahiya dîroka xwe tên. Sed sal in ji bo azadiyê têdikoşin. Bi milyonan şehîd dan. Mirovahiyê jî baş nas dikin. Têkoşînê jî baş nas dikin. Yekîtiyê jî baş nas dikin. Girîngiyê didin rûmet û şerefa xwe. Belê, dibe ku şaşitî kiribin. Hatin tepisandin. Nekarîn xwe biparêzin. Di nava wan de hinek Kurd bûn amûrê destê hikena. Hin noker çêbûn. Ji xwe ji ber vê yekê ew ketin vê rewşê. Mînak Kurdan bi têkoşîna 50 salî ya bi pêşengiya PKK’ê re xeteke rast a hebûn û azadiyê afirandin. Ne di wê rewşê de ne ku bibin leşkerê hinekan an jî amûrê berjewendiyên wan. Yên ku vê yekê li Kurdan tînin, bila li halê we binihêrin. Ez bawer im yên ku bi fikar in ku Kurd bikevin rewşeke welê, ew bi xwe di nava nokeriya herî kûr de ne. Di nava xiyanetê de ne.

Rewşa xwe dibînin. Rewşa we ya neyînî dike malê Kurdan. Lewma em çawa bibêjin, em zêde guh nadin, lê belê divê mirov xwe jê vegirin. Bahçelî hişyar kir. Got, xwişk û biratiya Kurd û Tirkan. Bersiv da wan. Lê belê li Tirkiyeyê diviyabû kesî ev negotibûya. Yên ku wê dibêjin, yên ku difikirin ku Kurd wê li Îranê nebaşiyê bikin, ew kes in ku li Tirkiyeyê dijminatiyê li Kurdan dikin. Faşîst in, nijadperestin, qirker in. Ji bo asîmîlasyonê sed sal in li hemberî Kurdan her tiştî dikin. Niha li pêşiya demokratîkbûnê û entegrasyona demokratîk a Kurdan astengiya herî mezin in. Divê em bi vê zanibin. Divê ew derdor baş bên naskirin û helwest li hemberî wan bê nîşandan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 12’Ê ADARA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nerazîbûna li dijî biryarên ‘derbasbûna demê’

Dayikên Şemiyê xwestin ku biryarên ‘derbasbûna demê’ yên têkildarî dosyayên Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Ocalan wê bangeke sed salî bike

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ji bo banga ku ji Rêber Apo tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li kantona Firatê serjimariya giştî tê kirin

Îro Ofîsa Plankirin û Serjimariyê ya Kantona Firatê dest bi serjimariya giştî ya gel kir.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûnerê NY’î yê MRAP’ê: Divê şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên afirand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Salih Muslim ber bi Rojava ve hate birêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kerkûkê baregeha Heşdî Şabî hate bombekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?