Bi biharê re karkerên çandiniyê dest bi karê zehmet kirin ku wê tevahiya havînê dewam bikke. Li Kurdistan û Tirkiyeyê kedkar bi çapeyê dest bi çandiniyê kirin û wê piştre paletiyê bikin. Li gel keda xwe ya zêde jî kedkar di nava xizaniyê de ne.
Li gorî daneyên hatin bidestxistin, piraniya mirovên di vî karî de dixebitin li derveyî qeydê ne û ji ewlehiya civakî bêpar in. Li gel bihabûna jiyanê yewmiya wan zêde nabe. Ev yek jî rewşa wan hîn giran dike.
Di vê demê de ku asta xizaniyê 90 hezar TL û asta birçîbûnê jî 40 hezar TL ye, kedkarên çandiniya demsalî bi heqdestê xwe yê rojane nikarin rûn an jî ard bikirin.
KED HEYE, LÊ BERSIVA WÊ NÎNE
Li Bexçeyên Hevselê yên dîrokî yên Amedê kedkarên çapeyê vê mehê dest bi kar kirin ku wê heta payîzê vî karê xwe dewam bikin. Li gel baranê jî her roj dixebitin. Jinên ku sibehê saet di 7’an de dest bi kar dikin, heta saet 16’an dixebitin û rojê tenê carekê navbera xwarinê û bêhndanê didin.
Bi dehan jinên ku temenê wan di navbera 15 û 70 salî de ne li zeviyan her roj çapeyê dikin. Jin dibêjin heqdestê wan rojane hezar TL ye, lê têra lêçûnên wan nake. Jinan anîn ziman ku ji bo karibin debara xwe bikin ketine nava zeviyan, ev yek ji xwe re kirine pîşeyek û diyar kirin ku bi taybetî havînê li gelek nexweşiyên cidî û pirsgirêkan rast tên.
Rabîa Taşan ji ajansa me re axivî û anî ziman ku bi salan weke karkera çandiniyê dixebite, lê belê ji bilî xwarin û xurekê bi heqdestê xwe nikare tiştekî bikire. Rabîa Taşan diyar kir ku ne tenê ji bo wê, ji bo her kesên ku bi vî rengî dixebitin jiyan zehmet e û qala zor û zehmetiyên li karê zeviyan kir.
Rabîa Taşan ku 40 salî ye, ragihand ku li gel wê mirovên hem 15 hem jî 70 salî ji bo dixebitin, hewl didin debara xwe bikin û got, “Karê zeviyan gelekî zehmet e. Em niha çapeyê dikin, piştî havînê jî paletiyê dikin. Ji ber ku em xizanin, ji ber ku em feqîrin em ji neçarî vî karî dikin. Em serê sibehê saet di 7’an de dest bi kar dikin û heta êvarê li vir dixebitin. Li vê derê tevahiya rojê em çapeyê dikin, di destê me de lepik jî nîne; lê belê heqdestê me yê rojane ne têra ard dike, ne jî rûn. Em berdêla keda xwe nikarin werbigirin. Em şekir dikirin, rûn dikirin, di destê me de pere namîne. Em nikarin tiştên dixwazin bikirin., tenê pêwîstiyên mirovî dikarin bikirin. Mercên jiyanê gelekî zehmet in. Eger em bibêjin ku bi pereyê ji vir werdigirin baş dijîn ev ê bibe derew.”
‘NE SÎGORTA HEYE NE JÎ HEQDESTEKÎ TÊRKER’
Yek ji jinên ku ji bo debarê neçar maye li zeviyê çapeyê bike Dûriye Akin a 67 salî ııye. Dûriye Akin li gel temenê xwe yê dirêj û nexweşiyên xwe neçar maye ji bo debarê li nava zeviyan bixebite. Dûriye Akin got, “Eger ez nexebitim ez ê nikaribim debara xwe bikim, ez ê birçî bimînim” û anî ziman ku ew ji bo zikê xwe têr bike li nava zeviyan dixebite.
Dûriye Akin ragihand ku ew sê demsalan dixebite, lê belê berdêla keda xwe nikarin werbigirin û got, “Nêzî 20 sal in ez li van zeviyan dixebitim. Di vî temenî de divê mirov li mala xwe be yan jî bi zarokên xwe re be, lê belê ez li nava zeviyan çapeyê dikim. Ji neçarî ji bo debara xwe dixebitim. Li malê kêmasî gelek e, pirsgigrêk hene. Ji bo van pirsgirêkan kêm bikin, ji bo tevkariyê li malê bikin em dixebitin. Em li vir gelekî dibetilin, lê belê heqdestê werdigirin têra kesî nake. Her tişt gelekî biha bû; li bazarê zebze û fêkî gelekî biha ye. Pereyê ku didin me em tenê dikarin zikê xwe têr bikin, ewqas. Tenê hin tiştên diyar em dikarin bikirin. Em li vê derê daxwaza mafê xwe dikin.
Hinek ji me debara malbata xwe dikin, hinek jî ji bo xwendinê tên li vir dixebitin. Em hemû ji neçarî dixebitin. Me niha destpêkir, heta zivistanê em ê qet nesekinin. Lê belê ne sîgorta heye ne jî pereyekî ku têrê bike didin. Em ji bo têrkirina zikê xwe dixebitin.”

