Krîza ji ber şerê li Rojhilata Navîn û rageşiya jeopolîtîk her roj kûrtir dibe. Bandora vê krîzê ya li ser gelan jî hîn giran dibe. Ji Xezeyê heta bi Sûriyeyê, ji Îranê heta bi meseleya Kurd bûyerên ku li qadeke berfireh diqewimin ne tenê têkoşîna hêzê ya navbera gelan, di heman demê de lêgerîna li jiyanaa bi hev re, wekhevî û azadiyê ya gelan jî jinûve dixe rojevê. Teorisyen Nils Andersson ku bi karên xwe yên li ser tevgerên azadiyê û piştevaniya navneteweyî û antî-mêtingeriyê tê naskirin bûyerên li herêmê, hevsengiya hêzê ya global a tê guhertin û meseleya Kurd ji ANF’ê re nirxand.
Nils Andersson diyar kir ku lêgerîna çareseriya demokratîk a ji bo meseleya Kurd karekî qet hêsan nîne û got, “Li herêmê şer û nakokî zêde dibin ûu rîsk heye ku şer hîn berfireh bibe. Serok Ocalan di daxuyaniya xwe de got, ‘Li cihê ku siyaseta demokratîk kete meriyetê çek wê bê wate bibe’. Rewş berevajî vê yekê bûye; li şûna ku siyaseta demokratîk bikeve meriyetê bi paş dikeve û ji ber vê yekê jî çek derdikeve pêş, çek dikeve şûna siyasetê.
Lewma ev rewş gelekî xetere ye û bi rengekî xwezayî li Tirkiye û welatên din -Weke Sûriye û Îranê, li deverên ku nifûsa Kurdan lê ye- ji aliyê azadî û mafên gelê Kurd ve rewşeke guncaw nîne. Ji ber vê jî bûyerên li herêmê diqewimin gelekî hilweşîner û metirsîdar dibînim. Ya ku pêwîstiya gelê Kurd bi piştgiriyê heye ev e. Di vê pêvajoyê de pêwîstî bi zanebûn û lîderiyê heye; Serok Ocalan tim û tim ev pêwîstî danî holê. Û bi dîtina min polîtîkayên emperyalîst îro li dijî mafên hemû gelan di nava êrişeke hişk û eşkere de ne. Em vê yekê li nava gelê Fîlîstînê dibînıin, li nava gelê Îranê dibînin, li nava gelê Lubnanê dibînıin. Lewma ya kêm maye piştevanî ye.
Bi dîtina min gel îro di nava tenêtiyekê de ne; ji ber ku piştevaniya navneteweyî nîne. Mînaka herî şênber a vê yekê rewşa Kurdên li Rojava ye, ku dema polîtîkaya xwe meşandin bi tenê hatin hiştin.”
‘TEZ A OCALAN ŞOREŞEKE KOPERNÎKPARÊZÎ YE’
Nils Andersson destnîşan kir ku rewşên kaotîk ên weke vê serdemê ti carî bi demdirêjî dewam nakin û got, “Ji ber ku piştî vê astê divê êdî her tişt jinûve bikevin nava hevsengiyekê. Ev yek qanûneke xwezayê ye. Ti tişt di nava bêhevsengiyê de namîne. Llewma hevsengiyên nû wê ava bibin. Ev yek wê çiqasî dewam bike, ev meseleyeke cuda ye; têkildarî vê yekê pêşdîtineke tekez nîne.
Lê bi dîtina min, ya ku di vir de roleke mezin dilîze bernameya lîderê mezin ê Kurdan Serok Ocalan e. Mînak, di yek ji metnên wî yên dawî de min ev gotin xwend: ‘Têkiliya welatîbûnê divê ne li ser aîdiyeta milet be, lê xwe bispêre têkiliya bi dewletê re. Em welatîbûneke azad a ku xwe dispêre azadiya ol, azadiya nasnameyê û azadiya fikrî diparêzin. Çawa ku ol û ziman nikarin bêne ferzkirin, netewe jî nikare bê ferzkirin’.
Ev yek bi rengekî xwezayî şoreşeke kopernîkparêzî ye, cîhanê vediguherîne cîhaneke cuda. Ev nêzîkatiya tevgera Ocalan xurt e û ev gelekî girîng e. Weke ku wî jî got, divê mirov ji pirsgirêka jiyana bihevre re çareseriyekê peyda bikin.
‘TEZ A JIYANA BI HEV RE ESAS E’
Ev meseleya jiyana bi hev re meseleya esasî ye, sereke ye. Gelo yên Spî, Ewropî qebûl dikin ku bi mirovên ne ji xwe bijîn? Di nava vê bêpergalî de fikrê jiyana bi hev re bi dîtina min dirûşma herî xurt e. Bersivê dide berjewendî û pêwîstiyên hemû gelan. Fikrê jiyana bi hev re – Ev nêzîkatiya ku Ocalan di metna xwe de bilêv dike- bingeha rasteqîn e.
Pirsgirêk ne Komara Tirkiyeyê ye; pirsgirêk mafên li nava komarê ye – ol, qewm, avaniya etnîkî û mafên din hemû. Belê, tam jî ev e. Bi dîtina min pirsgirêk di vê çarçoveyê de rû dide. Weke ku tê dîtin polîtîkayên DYE’yê yên têkildarî Îranê, polîtîkayên Îsraîlê yên têkildarî Fîlîstînê û kiryarên li deverên din ew polîtîka ne ku li ber fikrê jiyana bi hev re radibin. Ev feraset nêzî feraseta sedsala 19’an e, li feraseta sedsala 21’ê nayê.
Ji bo gelek mirovan ev yek şoreşeke kopernîkparêzî ye; yanî tê wateya guhertina cîhanê. Bi dîtina min divê mirov di vê çarçoveyê de bixebitin, van nêrînan biparêzin û belav bikin. Ez ji vê yekê bawer dikim.”
‘NE REJÎMA MOLLA NE JÎ DYE; GEL A ESASÎ YE’
Nils Andersson di dawiya axaftina xwe de şerê li Îranê nirxand û got, “Di rojên destpêkê yên bombardûmanê de bi êrişên li ser lîderên leşkerî, serokên îstîxbaratê, yanî qedemeya herî jor a dewletê re hilweşînek dikarîbû bihata hêvîkirin. Stratejiyeke welê hebû ku desthilatdarî bi herêman parçe bibe û di rewşên bi heman rengî de gelek dewlet bi lez hilweşiyan. Lê belê ev yek li vê derê pêk nehat.
Pirsgirêk ew e ku nepêkan e mirov di navbera emperyalîzma Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û rejîma Îranê de hilbijartinekê bikin; ya esasî gel bi xwe ye. Û tevgera Kurd jî tam vê yekê diparêze. Bi dîtina min berjewendiya Kurdên li Îranê alîgiriya gel e; di nava dewleta Îranê de dûrî koka etnîkî û olî parastina maf e.
Lê belê ev jî rastiyek e ku kes nikare pêşdîtina wê bike ku pêvajoya heyî bi çi rengî bi encam bibe. Em dikarin bibêjin ku Îranê heta astekê li hemberî Îsraîl û DYE’yê li ber xwe da. Ji ber ku dewamkirina hebûna xwe bi serê xwe ji bo aliyê dijber tê wateya neserketinê.
Ev rewş nîşan dide ku ew êdî weke berê ew hêz nîne ku pirsgirêkê di nava 24 saetan de çareser dike. Beriya niha li Îranê mînakên weke hilweşîna Mûhammed Musaddik hebû; ew dem bi dawî bûye. Îro rewabûna gelan ji her demê bêhtir derdikeve holê û di heman demê de li gel hêza xwe ya leşkerî, aborî û fînansî jî sînorên hêzên emperyalîst jî şênber dibin. Ji aliyê leşkerî ve dikarin têk bibin, lê belê ji aliyê siyasî û îdeolojîk ve nikarin bi ser bikevin. Ez ji vê yekê bawer dikim. Stratejîstekî Çînî yê mezin beriya du hezar salî gotibû, ‘Ji bo şerkirinê divê tu dijminê xwe nas bike’. Bi dîtina min DYE’yê di meseleya Îranê de nîşan da ku hevrikê xwe baş nas nekiribû.”

