Alî Koç ku di sala 1992’yan de li Amedê hat girtin û nêzî 34 salan di girtîgehên cuda de ma, ji Girtîgeha Tîpa T a Karabukê derket. Koç ê ku berdana wî çar caran ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hat astengkirin, li ber girtîgehê ji aliyê rêveberên TÛHAYDER’ê û malbata xwe ve hat pêşwazîkirin.
Koç ê ku Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebedê lê birîbû, bi dorê li Amed, Dîlok û herî dawî jî li Karabukê di girtîgehê de ma.
Hat hînkirin ku Koç sibê bê bajarê xwe Amedê.

