Ji rêveberên Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Alexander De Croo anî ziman ku şerê li Îranê wê di asta global de encamên aboriyê yên giran bi xwe re bîne û dibe ku zêdeyî 30 milyon mirovî jinûve bixe nava birçîbûnê.
Li gorî De Croo kêmaniya di sotemenî û zibil de bandoreke yekser li hilberîna çandiniyê dike. Hate ragihandin ku bandora vê yekê wê di salên pêş de li ser çandiniyê hîn giran bibe.
Rayedarê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku neewlehiya xurekê ya global wê mehên bê bigihêje asta herî bilind û kêmbûna transfera pere û enerjiyê krîz girantir kiriye. De Croo got, “Eger şer sibe bi dawî bibe jî bandora wê ji niha ve xwe nîşan da” û anî ziman ku ev pêvajo wê bi milyonan mirovî ber bi xizaniyê ve bibe.

