Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Reşîd Herekol (Mehmet Emîn Acar), di 18’ê Çileyê de di encama êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên ji hêla dewleta Tirk ve dihatin piştgirîkirin de li bajarê Dêrazorê şehîd bû. Malbata şehîd Reşît li navçeya Akdenîz a Mersînê li ber mala xwe sersaxî danîn.
Bi pêşengiya Şaxa MEBYA-DER a Mersînê, Platforma Saziyên Demokratîk a Mersînê û gelek welatiyan bi girseyî serdana şînê kirin. Girseya gel li ber avahiya MEBYA-DER’ê kom bû û heta ber mala malbata Acar meşek pêk anî. Di meşê de dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Di sersaxiyê de, di şexsê şehîd Reşîd Herekol de ji bo hemû şehîdên azadiya Kurdistanê, deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, girseyê sersaxî da malbata Acar û duayen xwe kirin.

