Di êrişa bombeyî de ku li herêma Cauca ya li başûrrojavayê Kolombiyayê rû da, herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 38 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku di nava birîndaran de zarok jî hene.
Waliyê Caucayê Octavio Guzman diyar kir ku teqemeniya li ser rê hatibû bicihkirin hate teqandin. Di dîmenan de ku li ser medya dîjîtal hatin parvekirin, hate dîtin ku piştî êrişê xisar li wesayitan bû û gelek kes bi birîndarî li qadê belav bûn. Şahidan gotin, ji ber bandora teqînê bi metreyan pengizîn.
Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro êriş bi zimanekî tund şermezar kir û anî ziman ku baskê muxalîf ê FARC’ê yê tevlî peymana aştiyê nebû ji êrişê berpirsyar e. Petro bi taybetî ji lîderên rêxistinê Iván Mordisco sûcdar kir.
Êriş beriya hilbijartinên serokkomariyê di nava rageşiyê de pêk hat ku 31’ê Gulanê wê hilbijartin pêk wwere. Hate ragihandin ku di nava du rojên dawî de li herêmên Cauca û Valle del Cauca bi giştî 26 êriş hatin kirin. Hate gotin, hejmara leşker û polîsên li herêmê wê bêne zêdekirin.

