Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ragihand ku Michael Lotem kiriye Sefîrê Bilind ê li Somalilandê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tayînkirin piştî danûstandinên dîplomatîk ên navbera herdu aliyan ên ji Kanûna 2025’an û vir ve hatiye kirin.
Wezaretê diyar kir ku piştî wezîr Gideon Saar meha Çileyê serdana Somalilandê kir, ev pêvajo bi lez bi pêş ve çû. Hate gotin, Michael Lotem di halê hazi rde ji bo parzemîna Efrîkayê weke sefîrê bilind ê aboriyê yê gerok wezîfeyê dike.
Îsraîl yekem welat bû ku di 26’ê Kanûna 2025’an de Somaliland weke dewleteke serbixwe û serwer nas kir. Piştî vê gavê di Sibata 2026’an de Somalilandê Mohamed Hagi kir sefîrê xwe yê bilind ê li Îsraîlê.
Somaliland ji ber cihê xwe yê stratejîk ê li Kendava Adenê balê dikişîne. Herêma ku xwedî pere, pasaport û artêşa xwe ye, di sala 1991’ê de bi rengekî yekalî ji Somali qut bû, lê belê li qada navneteweyî nekarî bi rengekî berfireh bê naskirin.
Ev gavên Îsraîlê bû sedema nerazîbûna Somaliyê.

