Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît a ji DEM Partiyê: Divê mexdûriyeta gel were çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê, xwest ku şaredarî ji bo zimanê Kurdî serî li wezaretê bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sezaî Temellî: Divê Meclîs demildest qanûnên taybet bigire rojeva xwe
Rojane

Sezaî Temellî: Divê Meclîs demildest qanûnên taybet bigire rojeva xwe

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, bang li meclîsê kir ku demildest qanûnên taybet bigire rojeva xwe û got, “Desthilatdarî mecbûre gavên ewil biavêje.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî derbarê geşedanên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist.

Sezai Temellî, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya karkerên madenê yên Dorukê û bi lêv kir ku karker li bendê ne ku mafên wan pêk were, wezaretên soz dabû karkerên madenê lê soza xwe pêk neaniye û xwest mafê karkeran demildest were bicihanîn.

Sezaî Temelî, anî ziman ku rejîma Îranê li dijî Kurd û gelên Îranê bi sepanên darvekirinê mafên mirovan binpê dike û bang li sazî û dezgehên navneteweyî kir ku pêşî li darvekirinan bigirin.

Sezaî Temellî, bal kişand ser pêşniyar qanûnên li Meclîsê û wiha got: “Pêşniyarên muxalefetê her tim paşguh dikin. Îro jî dê ji bo Heyva Sor bêtir bikaribe konan bifiroşe li ser pêşniyar qanûnan bixebitin. Heyva Sor bûye saziyeke bazirganiyê. Me di erdhejê de jî dît. Piştî erdhejê çend seatan kes neçû alîkariyê û bi hezaran kes ji ber alîkarî negiheşt wan jiyana xwe ji dest dan. Heyva Sor jî piştre çû kon firotin. Tevî vê rezîltiyê jî niha ji bo peywîra Heyva Sor bêtir fireh bibe li ser pêşniyarqanûnê dixebitin.”

Sezai Temellî, destnîşan kir ku enflasyon bi ser ji sedî 40’î re ye û wiha pê de çû: “Krîza aborî her ku diçe mezin dibe. Birçîbûn û xîzanî zêdetir dibe. Welatî ji ber betaliyê nikarin debara xwe bikin. Sermayedar mezin dibin lê qirkirina xwezayê, kêdxwarî û birçîbûn jî zêde dibin. Welatî edaletê dixwazin. Ji bo wê jî bendewariya gel ji Meclîsê heye. Li Meclîsê jî pakêta 12’emîn a darazê dê were nîqaşkirin. Lê di wir de jî tu tiştekî ku ji bo bendewariyên gel bin û daxwaza wan bibersivîne tune ye. Bendewariya gel pêkhatina mafê hêviyê bû. Berdana girtiyên nexweş bû. Lê şûna ku ji van bendewariyan re bibin bersiv hewl didin mafên nafaka ya jinan jî desteser bikin û ceza bidin zarokan. Her ku pakêteke edaletê derdixînin bêedaletî zêdetir dibe. Ji bo wê jî divê ji bendewariyên gel re bibin bersiv.”

Sezaî Temelî, anî ziman ku divê qanûnên taybet demildest bên çêkirin û wiha got: “Divê desthilat demildest gavên pêwîst biavêje. Civak li benda çêkirina van qanûnan e. Ji ber ku sedema van krîzên aborî û edaletê jî pirsgirêka Kurd e. Divê ji bo wê jî demildest şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk werin û qanûnên pêwîst bên çêkirin. Lê tevî ku em li benda van gavavêtina ne jî ji aliyê din vê bi mudaxileya li dijî CHP’ê krîza siyasî kûrtir dikin. Bi rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP’ê ev krîza siyasetê dest pê kir û niha jî didome. Divê CHP’ê çareseriyeke di nav xwe de peyda bike. Bingeha pirsgirêka demokrasiyê pirsgirêka Kurd e. Ji bo wê jî divê desthilat micid nêzî meseleyê bibe. Gelek kes dixwazin biçin Girava Îmraliyê û serdana birêz Ocalan bikin. Divê qanalên hevdîtina bi birêz Ocalan re jî zêde bibin.”

Sezai Temelli, di dawiya axaftina xwe de ragihand ku dê di 13-14’ê Hezîranê de li Stenbolê “Konferansa Di Sedsala 2’yemîn De Veguherîna Demokratîkbûyîna Komarê” were lidarxistin û got ku ev konferans dê bandoreke erênî li ser pêvajoyê bike.

Sezaî Temellî, li ser pirsên rojnamevanan diyar kir ku piştî civîna wan a Desteya Rêveberiya Navendî ew dê plansaziya siberojê bikin û got ku ji bo pêkanîna aştiyê hewcehî bi qanûnan heye û divê demildest qanûn bên çêkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêxistinên maf û hiqûqê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ bang li Konseya Ewropayê kirin
Nûçeya Pişt re Li Belçîkayê mamoste di gerevê de ne: Rageşî heye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCÊ-E’yê ji bo Festîvala Çanda Êzidxanê banga tevlîbûnê kir

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) ji bo Festîvala Çanda Êzidxanê banga tevlîbûnê kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Balikesîrê 3 karkerên înşeatê ji ber guhdarîkirina strana Kurdî hatin binçavkirin

Li navçeya Altieylul a Balikesîrê 3 karkerên înşeatê ji ber ku li parkê guhdariya muzîka…

Ji aliyê Stêrk TV

HPJ: Artêşa azad a jinan wê bibe hêza parastina hemû nirxên mirovahiyê

Fermandariya Giştî ya HPJ’ê bi wesîleya salvegera şehadeta şehîd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) daxuyanî da…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?