Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî da banga Serokê YNK’ê Bafil Celal Talabanî.
Daxuyanî wiha ye:
‘‘Ji bo çapemenî û raya giştî
Rojhilata Navîn veguheriye navenda siyaseta cîhanê. Sîstema ku berî 100 salan hatiye avakirin, ne tenê nekariye bersivê bide pirsgirêkên siyasî û civakî yên heyî, di heman demê de ji bo gelan û siyaseta cîhanê bixwe jî veguheriye pirsgirêkekê. Li aliyekê hêzên navdewletî hewl didin bi destwerdanên ji derve van pirsgirêkan çareser bikin, li aliyê din dewletên herêmê jî bêtir hişk dibin û her çi dibe bila bibe, dixwazin statukoya heyî biparêzin û bi vî rengî ji krîzê derkevin. Lê, ji ber ku ew demokratîkbûnê û vîna gelan li ber çavan nagirin, ne hêzên navdewletî û ne jî dewletên herêmê nikarin ji vê krîz û kaosê derkevin û çareseriyek mayînde ava bikin. Ji ber vê yekê, ev aktor ji aliyekî ve bi hev re şer dikin, ji aliyê din ve jî li ser bingeha berjewendiyên hevpar di nava lêgerîna lihevkirinê de ne.
Ev hêz dema ku ji bo belavkirina statukoya berê şer dikin; bikaranîna Kurdan, dema ku ji bo avakirina statukoyeke nû li hev dikin jî; qurbanîkirina Kurdan wekî şêwazekî siyasetê bi kar tînin. Ev sed salin ku dixwazin Kurdan di rewşeke birîndar de, di pozîsyona ‘nîvî di gorê de nîvî li derve’ de bihêlin. Siyaseta ku li hemberî Kurdan tê meşandin tenê ji vê pêk tê. Dema mirov li geşedanên heyî û daxuyaniyên hatine dayîn dinêre, diyar dibe ku tê xwestin ev statukoya der-yasa, der-siyasî û der-hiqûqî sed salên din jî ji bo Kurdan berdewam bike. Lê di rastiyê de, sedema bingehîn a krîza li Rojhilata Navîn, çaresernebûna pirsbûna Kurde, girtina Kurdan di pozîsyoneke der-yasa, der-hiqûqî û der-siyasî de ye û rûbirûkirina wan a li hemberî înkar û asîmîlasyona ku li serdemê hatiye belavkirin, ango rûbirûkirina wan a li hemberî qirkirina çandî ye.
Ji ber vê yekê, ji bo Kurdan rêya her bibandor a derketina ji vê rewşê ewe ku li şûna banga hêviyê li aktorên herêmî û navdewletî bikin, xwe bixwe veguherînin hêviya demokrasî û azadiyê, xwe wekî kirdeyekî çalak ê siyaseta herêmê bi cih bikin û li ser bingeha yekîtiya demokratîk rêyeke çareseriyê ava bikin. Di ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de, rol hilgirtina Kurdan di çarçoveya yekîtiyeke demokratîk de, tiştek jêveneger û jiyanî ye.
Diyare û zelale ku îro pêwîstiya herî pêşîn a Kurdan yekîtiya neteweyî ye. Hemû geşedan, pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan di zûtirîn dem de, ji pêwîstiyê wêdetir neçariyeke. Wekî Tevger, ku di hemû qonaxên giring ên dîroka têkoşîna me de hildaye ser xwe, îro jî pêkanîna yekîtiya demokratîk a neteweyî ya Kurdan wekî wezîfeyeke bingehîn destnîşan dike û em tevlêbûna çalak a hemû derdorên siyasî û beşên civakî yên li Kurdistanê giring dibînin. Yek ji rehendên herî giring ên pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêber APO daye destpêkirin, Yekîtiya Demokratîk a Kurd pêk tîne. Di vê çarçoveyê de, em nirxekî bilind didin helwest û hemû xebatên ku di vî warî de tên meşandin.
Li ser vê bingehê, herî dawî em bangawaziya Serokê YNK’ê birêz Bafil Talebanî ya ku di salvegera damezirandina partiya xwe de ji bo yekîtiya neteweyî kiribû, watedar û hêja dibînin. Rêber APO li ser pêkanîna yekîtiya demokratîk a Kurdan bêyî ku dem winda bibe, xwedî hewldan û perspektîfane. Em jî wekî Tevger, yekîtiya demokratîk a gelê Kurd wekî pêwîstiya herî pêşîn û herî giring a dîrokî dibînin. Ji bo pêkanîna vê berpirsiyariya dîrokî, têkiliyên me û hewldanên me yên li gel partî û rêxistinên civakî yên Kurdistanî berdewam dikin. Bi wesîleya banga birêz Bafil Talebanî, em careke din bawer dikin ku hemû partî û rêxistinên Kurdistanî yên peywendîdar û beşên civakî, di mijara dabînkirina yekîtiya demokratîk a Kurd de ku hesreta gelê me ye, bêyî ku dem winda bikin wê bikevin nava liv û tevgerê.
Daxwaza dîrokî ya gelê me ya ji bo yekîtiya neteweyî û ruhê yekîtiya neteweyî yê ku li dora berxwedana Rojava bilind dibe, wekî wezîfeyeke neçarî datîne pêşiya partiyan. Gelê me ev vîna ku ji partiyan jî dibore derxistiye holê û wezîfeya herî pêşîn a partiyan wekî erkek bingehîn diyar kiriye. Herî dawî di 11’ê Gulanê de, bi tevlîbûna rewşenbîr, rûspî û çalakvanan re di civîna ku li Başûrê Kurdistanê pêk hat de, ji hemû beşên gelê me yê li Başûr banga yekîtiya neteweyî pêş ket. Em wekî Tevger nirxekî bilind didin bangawaziyên di vê çarçoveyê de, em di ferqa hemû berpirsiyariyên ku dikevin ser milê me de ne û diyar dikin ku emê birêvebirina erkên xwe berdewam bikin. Em bang li hemû partî û pêkhateyên siyasî yên Kurdistanî yên li 4 parçeyan, tevgerên jin û ciwanan, hunermend û rewşenbîran dikin ku tevlî xebatên ku wê yekîtiyê pêk bînin bibin.’’

