Bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên di cih û dîrokên cuda de şehîd bûne, li navçeya Ataşehîrê bernameyê bîranînê hat lidarxistin. Malbatê şehîdan, Dayikên Aştiyê, parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Cengîz Çîçek, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî tevlî bîranînê bûn.
Di eywana bîranînê de li ser maseyan wêneyên şehîdan hate danîn. Piştî axaftinan mewlûd hate xwendin.
Hat diyarkirin ku bernameya bîranînê wê sibe jî dewam bike.

