Derbarê Rahîm Koç ku duh li nexweşxaneyeke Îzmîrê derbarê jinên Kurd gotinên zayendperest û nîjadperest kiribûn, lêpirsîn hat destpêkirin. Wezaretê Dadê Akin Gurlek bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç da û da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê derbarê Rahmî Koç de lêpirsîn daye destpêkirin.
Akin Gurlek bi lêv kir ku edalet li gor statuya mirovan tevnagere û ew gotinên rûmeta jinan binpê dike qebûl nakin.
Li ser hesabê medyaya dîjîtal a Koç Holding, Rahmî Koç daxuyanî da û lêborîn xwest.

