Li bajarê Ebu Zeyme ya li herêma Kordofan a Sûdanê, êrişeke bi droneyê li ser bazarekê hate kirin. Di encamê de herî kêm 11 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya rêxistina mafên mirovan Emergency Lawyers de hate ragihandin ku êriş li bazara esasî ya li bajarê Ebu Zeyme ya li Kordofan a Bakur hatiye kirin ku di bin kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) de ye.
Rêxistiyê diyar kir ku hejmara qurbaniyan dibe ku zêde bibe û li ser berpirsyarê êrişê ti agahî neda. Artêşa Sûdanê û HPL’ê li ser mijarê daxuyanî nedan.
HEMAN ROJÊ ÊRIŞ LI SER STASYONA BENZÎNÊ HATE KIRIN
Şahidan ragihandin ku li paytxta Kordofan a Bakur El obeydê jî bi droneyê êriş li ser stasyoneke benzînê hatiye kirin. Li gorî agahiyan, di êrişê de 4 kes birîndar bûn.
Di nava hefteyekê de li herêma Kordofanê, di êrişên cuda de nêzî 70 kes mirin.

