Duşem, 7 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê spasiya beşdarên festîvalê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya zimanê Kurd bû hedefa êrişa çekdarî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzîkjen Vedat Yildirim: Eger pêvajo mezin bibe azadî jî wê mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mahfûz Guleryuz: Dem hatiye ku Birêz Ocalan karibe yekser ji civakê re biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Den Haagê bîranîn: Mîrateya şehîdan gihîşt milyonan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dewleta Îranê êriş bir ser kampa Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Mihabadê jinek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê: Pirsgirêka Şengalê ne pirsgirêka ewlekariye ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    36 ciwanên Kurd ji Lîbyayê vegeriyan Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sinê di encama teqîna tankerekê petrolê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ komxebat li dar xist: Ji bo azadiya dîlgirtiyên Êzidî divê têkoşîn bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê şehadeta şervanê enternasyonalîst ê Fransî Zinar Koçer ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji Bakirhan banga ‘Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî’
Rojane

Ji Bakirhan banga ‘Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk de bang kir ku şerha Tirkiyeyê daniye ser Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê bê rakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Konferansa Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk ku wê du rojan bidome li Çand Amedê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê tê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Hevserokên DBPê yên Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir di nav de gelek parlamenter, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî konferansê bûn. Li eywanê bi Kurdî, Tirkî, Erebî, Ermenkî û Suryankî dowîzên “Şaredarî komun e, komun şaredarî ye” , “Bi Rêveberiyên Herêmî Ber Bi Civaka Komunal ve” û “Em bi vîna jinan komunan bi rêveberiyên xwecihî civaka azad ava dikin” hatin daliqandin. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir û pişt re sînevizyona ku hatibû amadekirin hat temaşekirin.

Piştî nîşandana sînevîzyonê dîwanê cihê xwe girt. Li ser navê dîwanê parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî axivî û diyar kir ku wan ev konferans di serdemeke krîtîk de ku dîroka gelê Kurd û Rojhilata Navîn ji nû ve tê nivîsandin de li dar dixin. Ruştu Tiryaki anî ziman ku bi demokratîkbûna rêveberiyên herêmî re dibe ku ew pirsgirêka Kurd di asteke girîng de derbas bikin û wiha got: “Îro demokrasî bi rêveberiyên herêmî re tê nîqaşkirin. Li 10 bajar, navçe û şaredariyên ku me bi dest xistine rejîmên qeyûman berdewam dikin. Di nav van de 2 bajarên mezin hene. Ev rejîma qeyûm ne tenê aydê vê serdemê ye. Konferans di serdemeke wiha de tê lidarxistin ku hejmareke girîng a şaredar û endamên meclisê hatine binçavkirin û girtin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û zêdetirî 10 navçeyan şaredar ji wezifeyê hatine dûrxistin. Em hêvî dikin ev konferans dawî li vê wesayetê bîne û bibe dergehek ji bo vê. Li ser rêveberiyên herêmî wesayet heye. Îro bi biryarnameyeke serokkomariyê re çêkirina avahiyan jî tê sînordarkirin. Şaredariyên li Tirkiyeyê bêyî destûr nikarin ji bankayê krediyê jî bikişînin. Hêvî dikim ku ev rewş bi dawî bibe.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî diyar kir ku ew ê li ser rêveberiyên herêmî, karên ku kirine û yên ku nekarîne bikin niqaşê bikin.

Tûncer Bakirhan anî ziman ku weke rêveberiyên herêmî yên xwedî ezmûneke dûr û dirêj, ew ê di nava van nîqaşan de rêyekê bibînin û silavên xwe ji girtiyên siyasî yên hilbijartî re şand. Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku Tirkiye di yek ji serdemên xwe yên herî krîz de derbas dibe û ev tişt anî ziman: “Ev rewş qet baş nebû. Ewqas neheqî û bêhiqûqî derdikevin holê ku veşartina wê her diçe zehmet dibe. Girtîgeh tijî ne. Em dixwazin diyar bikin ku em di sedsalekê de dijîn ku êdî divê li şûna dewra girtinan, em têkevin dewra demokrasiyê. Di paşerojê de deriyên me pir hatin şikandin, TOMA pir hatin ber deriyên me. Ev yek li ser CHPê jî hat sepandin. Em êdî dibêjin ku divê ne TOMA, siyaseteke azad were ber deriyê partiyan. Em dibêjin lê desthilat ya di serê xwe de dike. Ji bo Tirkiyeyê demokrasiyeke bihêz, ji bo Kurdan jî aştiyeke birûmet lazim e. Em ji Amedê careke din dibêjin ku divê ev desthilat rê li ber wan veke.”

Tûncer Bakirhan da zanîn ku Pêvajoya Entegrasyona Demokratîk tê meşandin û wiha berdewam kir: “Kurd dixwazin 100 sal şûnde bi awayekî demokratîk, bi demokratîkkirina Komarê re bibin yek. Em astengiyên li pêşiya vê dişopînin lê tekoşîna me berdewam dike. Tirkiye dikare bi van rê û rêbazan pirsgirêkên xwe yên kronîk derbas bike. Tirkiye dikare bi avêtina gavan, hem di warê yasayî û hem jî di warê demokratîk de, van pirsgirêkên xwe yên kronîk çareser bike. Bêhiqûqî berdewam dike. Ne berdana Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Selçûk Mizrakli û hevalên me yên din ên di hundir de, nîşaneya berdewamiya bêhiqûqiyê ye. Qeyûm şerma vî welatî ye. Em dirêjkirina pêvajoya qeyûm a her du mehan carekê ji aliyê wezîr ve jî wekî şermezariyê dinirxînin. Ez dixwazim diyar bikim ku divê di zûtirîn demê de biryarên DMMEyê bên bicihanîn û pergala qeyûman ji holê rabe. Dewlet ne tenê li pêşiya demokrasiyê asteng e, maf û azadiyên gel jî asteng dike. Ez dixwazim diyar bikim ku sedsaleke din bi vê pergala hişk, yekperest û navendîparêz nayê meşandin. Ev sedsal, sedsala Komara Demokratîk e. Birêz Abdullah Ocalan jî ev tişt anî ziman. Divê di xala demokratîkbûn, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gav bên avêtin.”

Di axaftina xwe de Tûncer Bakirhan diyar kir ku desthilat ji ber 3 sedeman li dijî rêveberiyên herêmî ne û wiha pê de çû: “Rêveberiyên herêmî mecbûr in ku cudahiyên li ser bingeha herêmî bibînin. Ji ber ku rêveberiyên herêmî zemînek e ku qadan ji rêveberiyên wekî jin, jîngeh û ciwanan re vedike, demokrasiya herêmî çareseriya vê ye. Di sedsala yekem de komar ji gel, ji Kurdan, Elewiyan, ji bawerî û civakên cuda qut kirin. Wekî ku em li vir dikin, em ê hewl bidin lingê kêm mayî yê Komarê temam bikin. Di rêveberiyên herêmî de ezmûnên me yên pir girîng hene. Pratîkên me yên pir hêja hene. Karên me yên ku li Tirkiyeyê yekem in û xebatên me yên li ser jin, hevserokatî û astengdaran li cîhanê wekî mînak tên nîşandan. Em dizanin ku hûn hevalên hêja yên ku rastî zehmetiyên mezin tên û bi zanabûn tên vî wezifeyî, dikarin van astengiyan derbas bikin.”

Tûncer Bakirhan anî ziman ku divê desthilat dest ji polîtîkayên xwe yên cudakar ên li herêmê û ji astengkirina xizmetên mûxalefetê berde û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevî hemû rexneyan jî ez dixwazim bibêjim ku şaredariyên me xebatên xwe dimeşînin. Gelo bes e? Nexêr ne bes e, lê divê em hîn zêdetir deynin ser. Di vê civînê de divê em ne karên ku me kirine, lê yên ku me nekarîne bikin bînin ziman. Werin em ji vir hişmendiyeke hevpar derxin holê. Ez dizanim ku em ê vê yekê pêk bînin. Divê mirov ji rexneyan aciz nebe û rexneyan bi awayekî maqûl pêşwazî bike. Çi qas rewşên zehmet û ne rasteqîn hebin, divê mirov wan şîrove bike. Ez destnîşan dikim ku rexneyên avaker dê me mezin bikin. Rêveberiyeke ku li Enqereyê navendî bûye heye, em bi wê re rûbirû ne. Ew ne ji bo xurtkirina demokrasiya herêmî tiştekî dikin, ne jî herêmê wekî bingeh digirin. Pêşneketina rêveberiyên herêmî, rêya derketina Tirkiyeyê ji van pirsgirêkên kronîk e. Di serdema nû de divê hemû qanûnên ku desthilat amade dike, rêveberiyên herêmî bingeh bigirin û bikevin meriyetê. Dîsa Şerta Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê heye. Xwedî naverokeke wiha ye ku em têkoşîna wê dimeşînin. Tirkiyeyê şerh daniye ser vê. Bi rêya vê konferansê re divê em bangeke din jî bikin. Divê em vê şerhê rakin, ne tenê rakin, divê sozên ku hewcedariyên vê tînin cih jî bên dayîn. Heta ku Tirkiye ji demokrasiya herêmî dûr bikeve, ji krîz û kaosê xilas nabe. Ez bawer dikim ku ev konferans dê di xala çareserkirina krîzên ku Tirkiye tê de ye de, bibe alîkarê çareseriya pirsgirêkan. Ez dixwazim diyar bikim di vê erdnîgariya ku sed sal in hatiye paşguhkirin, bi zanebûn bêxizmet û bi xizaniyê re rûbirû hatiye hiştin de, ger şaredariyên me hîn jî xizmetê hildiberînin, ev yek nîşan dide ka vîna me ya karwextkirinê çiqasî bi bawerî ye. Werin em pirsgirêkên xwe bi eşkereyî bînin ziman da ku em bi hev re çareseriyê bibînin. Ez hêvî dikim ku konferans bibe alîkarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Serketin ji bo me hemûyan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hesekê 992 donim zeviyê çandiniyê şewitî
Nûçeya Pişt re Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamgeriya Jinê ya Gûrbetellî Ersoz destpê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DFG’ê: Di meha Mijdarê de 3 rojnamevan hatin girtin

Di rapora DFG'ê ya meha Mijdarê ya binpêkirina mafan a li hemberî rojnamevanan de hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Humsê 2 jin hatin qetilkirin

Li Humsê 2 jin li malên xwe kuştî hatin dîtin.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 9’Ê GULANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KCDK-E û TJK-E’yê spasiya beşdarên festîvalê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komeleya zimanê Kurd bû hedefa êrişa çekdarî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Muzîkjen Vedat Yildirim: Eger pêvajo mezin bibe azadî jî wê mezin bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?