Duşem, 8 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ÎHD’ê li gelek bajaran ji bo girtiya di greva birçîbûnê de banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bakirhan banga ‘Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hûsiyan fuze avêtin Îsraîlê û qedexe danîn ser ‘trafîka deryayî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di qezaya li Iraqê de 21 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê bi dronan êrîşî kampa Azadî ya li Koyeyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê demildest mafê hêviyê ji bo Rêber Apo were naskirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Demokrasiya xwecihî şahdemarê entegrasyona demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    150 malbatên Êzidî yên li kampên Başûr vegeriyan Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Restorasyona sexte ya pira Taşkopru ya dîrokî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîrsen Orhan: Divê qeyûm bêne vekişandin, wezîfeya hilbijartiyan bê radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Endamên Talîbanê jinek Kurd û keça wê ya 15 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jinan giliyê Rahmî Koç kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamgeriya Jinê ya Gûrbetellî Ersoz destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê tundiya li ser jin û zarokan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA, YJAD û YJK’ê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar gotinên Rahmî Koç şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî 10 biryar
Jin

Ji Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî 10 biryar

Civata Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Jinê, encamnameya konferansa ku du roj berdewam kir eşkere kir. Civatê 10 biryarên ku bi mijarên weke perwerde, aborî û dîplomasî vedihewîne da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Civata Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Jinê, Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Jinê ya ku di 6-7’ê Hezîrana 2026’an de li Amedê bi beşdariya 268 delegeyan, bi dirûşma “Em bi vîna jinê komunan, bi rêveberiyên xwecihî civaka azad ava dikin’ eşkere kir.

Di encamnameyê de wiha hat gotin: 
 
“Konferansa me diyarî du rêhevalên me yên têkoşînê ku di vê sala borî de jiyana xwe ji dest dan, hevşaredara dema borî ya Cizîrê Bêrîvan Kûtlû û endama meclîsa şaredariya Nisêbînê Mizgîn Denîz ve hat kirin.

Di Konferansa Jinan a rêveberiyên xwecihî ku du rojan berdewam kir de, qeyranên siyasî, civakî, aborî û ekolojîk yên li cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê di çarçoveya paradîgmaya rizgariya jinê de hatin nîqaşkirin; di rêveberiyên xwecihî de rola jinê a di warê têkoşîna ji bo wekhevî, azadî û beşdariyek demokratîk de bi perspektîfek berfireh a avakirina civaka demokratîk û birêxistinkirina cewherî hat nirxandin.

Konferansa me destnîşan kir ku paradîgmaya rizgariya jinan ne tenê rêbazeke ku têkoşîna maf û azadiyên jinan rêber dike ye, di heman demê de ji bo avakirina civakek demokratîk jî perspektîfeke bingehîn pêşkêş dike. Dîsa hat destnîşankirin ku, di serî de di rêveberiyên xwecihî û hemû jiyana civakî de bicihkirina vê paradîgmaya ku kirdebûyîn, rêxistinkirina cewherî û îradebûyîna jinan esas digire, di avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinê de jî xwedî girîngiyek jiyanî ye.

Di vê çarçoveyê de, tecrûbeyên modela hevserokatiyê ku rêgezên temsîlîyeta wekhev û jiyana hevbeş a rêveberiyek demokratîk esas digire, hat nîqaşkirin; hat diyarkirin ku li dijî hişmendiya rêveberiyek mêrserdest/ mêrane temsîliyeta jinê a rêxistinkirî ya di mekanîzmayên biryardan û rêveberiyê de, roleke diyarker di xurtkirina modelek rêveberiya demokratîk, piralî û azadîxwaziya jinan de dilîze. Careke din hat destnîşankirin ku pergala hevserokatiyê ji bo jinan garantiya sazîbûyînê ya mafê temsîlîyeta wekhev û kirdebûyîna di rêveberiyê de ye.

Di konferansa me de bi awayekî berfireh rola jinê a pêşeng û bingehîn a di veguherîna civakî, avakirina civakeke demokratîk û aştiyeke mayînde de de jî hat destgirtin. Bandora têkoşîna rêxistinkirî a jinê, a ku li ser bingeha bîrdoziya rizgariya jinê pêş ketiye, di avakirina nasnameya jina azad ku nirxên hevgirtin, yên wekhevî û jiyana kolektîf pêş dixe, hate nirxandin; û girîngiya rêxistina cewherî a di hemû qadên jiyanê de, kirdebûyîna veguherîner a di siyaseta demokratîk û pêvajoyên aştiyê de û beşdariya wekhev a di mekanîzmayên biryardanê de hat teqezkirin.

Her wiha delegasyonê di çarçoveya perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga rêberê gelan rêzdar Abdullah Ocalan hatî desrpêkirin, rol û îdîaya pêşengtiya jinê bi berfirehî nixand.

Dîsa rola jina ya dîrokî a di pêvajoyên bidawîkirina pevçûnan, pêşxistina çareseriyên demokratîk û avakirina aşîtiya civakî de û hat gotin ku aştiyeke demokratîk û mayînde tenê bi beşdariya wekhev, azad û rêxistinkirî ya jinan mimkun e.

Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku çawa modelên rêveberiyê yên dewletparêz, otorîter, navendîparêz û mêrserdest di dîrokê de cihêrengiya civakî, rizgariya jinan û beşdariya demokratîk tepeser kirine û pêwîstiya bi pêşxistina modelên rêveberiyê yên demokratîk, piralî û xwedî hêza herêmî, ku tê de gel, bawerî, çand û nasnameyên civakî yên cihêreng dikarin bi awayekî wekhev û azad bijîn, heye.

Konferansa me destnîşan kiriye ku di şert û mercên îroyîn de ku zîhniyeta mêrserdes û bîrdoziyên zayendperest di her aliyê jiyanê de têne hilberandin û hemû polîtîkayên şerê taybet yên ku di encama vê hişmendiya tarî de pêş ketine xurtkirina mekanîzmayên civakî, çandî, siyasî û rêxistinî yên li ser bingeha rizgariya jinê pêwîstiyek bingehîn in.

Hate diyarkirin ku berfirehkirina hewildanên ji bo ku jin bi rêya rêxistina cewherî di hemû qadên jiyanê de bibin xwedî gotin, hêza biryardanê û îrade, beşek girîng a avakirina civakek demokratîk e.

Tundiya li dijî jinan, cudakarî, kedxwarî, dûrxistin û polîtîkayên qirkirina jinan rojevên sereke yên konferansa me bûn. Hate teqez kirin ku divê têkoşîna rêxistinkirî li dijî polîtîkayên ku serdestiya pergala serdest a mêrane li ser beden û keda jinan kûrtir dikin were zêdekirin û pêwîstiya xurtkirina polîtîkayên rizgariya jinan yên ku mafê jiyan, azadî û hebûna civakî ya jinan misoger dikin, hat destnîşankirin.

Dîsa hat diyarkirin ku, divê li hemberî krîzên ekolojîk yên kûrkirî, têgihîştineke eko-aborî a di çarçoveya paradîgmaya demokratîk-ekolojîk ku jiyaneke bi xwezayê re di nava hevsengiyê de esas digire were pêşxistin. Carek din hat teqezkirin ku divê modelên aborî yên ku keda jinan xuyang dikin, li ser nirxên komunal ava dibin, pêdiviyên civakî di navendê de dihewînin û li dijî qirkirina xwezayê ne, beşek bingehîn a polîtîkayên rêveberiyên xwecihî bin.

Konferansa me ji nû ve piştrast kir ku rêgezên rizgariya jinan, siyaseta demokratîk, temsîliyeta wekhev, aştiya civakî û jiyana ekolojîk; stûnên bingehîn yên perspektîfa civaka demokratîk ku hevdû temam dikin in. Di vî warî de, di serî de di rêveberiyên xwecihî û hemû qadên jiyanê de sazûmankirina paradîgmaya rizgariya jinan, xurtkirina rêxistinbûna cewherî a jinan û biryardariya berfirehkirina têkoşîna ji bo avakirina jiyaneke wekhev, azad û demokratîk wek îradeyek hevpar hatiye îfade kirin.

Di vê çerçoveyê de,

Konferansa me, piştî nîqaş, nirxandinê û pêşniyarên ku du roja hatin kirin de gihîşt van biryaran:

DI DERBARÊ PERWERDEHIYÊ DE

Biryar hat dayîn ku; Li gorî pêdiviyên civakî di rêveberiyên xwecihî de, ji perspektîfa rizgariya jinan û ji perspektîfa Jîneolojiyê bernameyên perwerdehiyê ji bo jinan, hilbijartiyan û xebatkaran werin pêşxistin; kampanyayên hişyariyê li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, malbata demokratîk, veguherîna civakî, hevjiyana azad, rizgarîkirina zayendiya civakî û parastina cewherî werin belavkirin; perwerde û atolyeyên veguherîna zîhniyeta serdest a mêran werin pêşxistin; aboriya jinan, aboriya komunal û perwerdehiya pîşeyî were xurt kirin; li dijî bîrdoziya saxlemtiyê, bernameyên perwerdehiyê yên ku dê veguherînê bînin, organîze bikin, û perwerde û atolyeyan li dar bixin ku girîngiyê bidin hevdîtin, hevgirtin û rêxistinkirinê bi jinên astengdar re; çalakiyên veguherîna civakî bên lidarxistin; li ser ziman, çand, huner û hişmendiya civakî bernameyên perwerdehiyê bên belavkirin; û di hemû qadên xebatê yên rêveberiyên xwecihî de çalakiyên avakirina kapasîteyê yên beşdariya wekhev û bibandor a jinan xwirt bikin, biryar hat girtin.

DI DERBARÊ ZIMAN Û ÇANDÊ DE

Biryar hatiye dayîn ku; Di rêveberiyên xwecihî de ji bo sazkirina mekanîzmayên sazîyî yên ku xebatên zimanî û çandî li ser bingeha wan bên birêxistinkirin; bikaranîna zimanên herêmî di jiyana giştî de were parastin, pêşxistin û teşwîqkirin; pratîkên şaredariyê yên pirzimanî werin xurtkirin; mîrata çandî, xebatên dîroka devkî û bîra civakî ji nifşên pêşerojê re were parastin û veguheztin; zanîn, ezmûn û hilberîna jinan di van waran de were xuyangkirin û piştgirîkirin; beşdariya hemû beşên civakê, bi taybetî zarok, ciwan û jinan, di çalakiyên ziman, çand, huner û wêjeyê de were zêdekirin; ji bo zarokên keç û jinan bingeha xwegihandina çalakî û perwerdehiya hunerî bê avakirin; û ji bo ku di rêveberiyên xwecihî de lêkolînên pêwîst werin pêşxistin, bi hevkariya sazî û rêxistinên têkildar re lêkolîn, perwerde, weşan, arşîvkirin û çalakiyên çandî bên kirin.

JI NÛ VE AVAKIRINA BAJARAN/BER BI BAJARÊN JINAN VE

Biryar hat dayîn ku; Bi armanca pêşxistina nêzîkatiyek rêveberiyên xwecihî ku mafê jinan yê bajarî dide pêş, plana çalakiyên bajarên jinan werin amadekirin û di pêvajoyên plansazî, budçekirin û di xizmetên şaredariyan de werin entegrekirin; polîtîkayên ku li ser hewcedariyên jinan disekinin, wek veguhastina bi ewle, xanî, xizmetên lênêrînê, xizmetên bi zimanê dayikê, piştgiriya civakî û têkoşîna li dijî tundiyê, xurt bikin; hevgirtina jinan û qadên jiyana azad berfireh bikin; Rêxistinên jinan ên alternatîf divê li ser bingeha nêzîkatiyek komunal qadên nû biafirînin da ku li dijî avahiya bajaran a ku ji hêla hişmediya mêran bisekinin. Ev ne tenê di bajarên ku wekî “bajarên jinan” hatine îlankirin de divê di hemû qadên rêveberiya me de, divê komun bi rêxistinên aborî ve neyê sînordarkirin; divê hemî aliyên jiyanê de, werzîş, tenduristî, perwerde, felsefe, çand, ekolojî û têkoşîna li dijî tundiyê jî di nav de, hevkariya hemû rêxistinên jinan bigire nav xwe, û bi afirandina mekanîzmayên çavdêrî û nirxandinê bi beşdartiya jinan, rêxistinên jinan û rêveberiyên xwecihî, xebatên pêwîst ji bo pêkanîna polîtîkayên bajêr yên jinan bên kirin.

CIVAKÎKIRINA LÊNÊRÎNÊ QADÊN LÊNÊRÎNÊ

Biryar hat dayîn ku; Xizmetên lênêrînê yên wekî kreş, navendên lênêrîna rojane, odeyên lîstikê, qadên zarokan yên pir-mebestî, lênêrîna kesên navsere û nexweş ya li malê, û xizmetên lênêrînê yên wekhev yên li gorî hewcedariyên herêmî werin çêkirin da ku xizmetên lênêrînê yên civakê berfireh bibin; ev xizmetan bi awayekî gihîştî, domdar, ewle û bi zimanê zikmakî werin plansazîkirin; li dijî hişmendiya ku barê lênêrînê bi tenê berpirsiyariya jinê ye dibîne, xurtkirina têgihîştina civakîkirina barê lênêrînê, ku malbat, mêr, civak û rêveberiyên xwecihî dihewîne; û di van xalan de polîtîkayên pêwîst yên lênêrînê bibin bingeha hemû xizmetên şaredariyan.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINAN

Biryar hatiye dayîn ku; Navendên hevgirtina jinan, navendên jiyana jinan û qadên jiyana ewle ji bo pêşîgirtina tundiya li dijî jinan werin berfirehkirin; xwegihandina xizmetên piştgiriya hiqûqî, derûnî û civakî were xurtkirin; kampanyayên hişyariya civakî, bernameyên perwerdeyê û mekanîzmayên têkoşîna herêmî yên li ser bingeha jiyana bêtundî werin pêşxistin; çalakiyên rêxistinî yên ku zanîn û ezmûnên jinan li hemî wargehan, tevî deverên gundewarî, eşkere dikin werin meşandin; hişmendiya xweparastinê were xurtkirin; polîtîkayên têkoşîna mayînde û bibandor bi hevkariya rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sivîl û aktorên herêmî yên têkildar werin bicîhanîn; û mekanîzmayên sazûmanî ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendî bên avakirin.

AVAKIRINA QADÊN JIYANA KOMÎNAL

Biryar hatiye dayîn ku; Ji bo ku di avakirina jiyaneke xwegihîner ya azad, wekhev, ekolojîk, demokratîk, bêtundî, bêxizanî, biewlehî û civakî de piştgiriyê bidin jinan; modelên jiyana hevbeş li ser bingeha hevgirtina jinan, hilberîna hevbeş, parvekirina kolektîf û civakîkirina xebata lênêrînê werin pêşxistin; kooperatîfên jinan, aboriya komunal, hilberîna ekolojîk û mekanîzmayên piştgiriya lênêrînê werin xurtkirin; budçeyên pêwîst û avahiyên sazûmanî ji bo domdariya van qadan werin afirandin; û pêvajoyên pêkanînê bi beşdariya rêxistinên jinan û mekanîzmayên têkildar re bi rêk û pêk werin şopandin û nirxandin.

ABORIYA JINAN Û HILBERÎNA KOMÎNAL

Biryar hat girtin ku; Ji bo misogerkirina bihêzkirina aboriya jinan, ya li ser bingeha modêla aboriya komînal; kooperatîfên jinan û qadên hilberîna hevbeş; piştgirîkirina perwerdehiya hilberîn û behreyên pîşeyî; xurtkirina xwegihandina wekhev a deverên hilberînê û kar; zêdekirina beşdariya jinan; bi taybetî jinên ciwan, jinên berasteng, jinên li gundewar û xizan; brêvebirina bernameyên perwerdeyê yên bi armanca pêşxistina aboriya komunal, kooperatîfan, hilberîna ekolojîk û behreyên pîşeyî, îstîhdamkirina perwerdekaran; pêkanîna perwerdehiya pîşeyî, dabirkirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî û vekirina qursên zimanê zikmakî; di rêxistinkirin û pêvajoyên hilberînê de; û pêşxistina mekanîzmayên sazûmanî yên ku piştgiriya hevgirtinê, hevrêzkirinê û gihîştina bazarên demokratîk dikin, lêkolîn bên kirin.

BUDÇEKIRINA LI GORÎ HESASIYETA ZAYENDÎ

Biryar hatiye dayîn ku; Rêbaza budçekirina hesasiyeta zayendî wekî polîtîkayeke bingehîn ya budçeyê di rêveberiyên xwecihî de were saz kirin; budçeyên şaredariyan li gorî pêdiviyên jinan, berpirsiyariyên lênêrînê, gihîştina xizmetê, ewlehî, xurtkirina aborî û beşdariya wekhev werin plansazkirin; ev rêbaz li hemî qadên xizmetê yên şaredariyan were bicîhkirin; mekanîzmayên çavdêrî, nirxandin û raporkirinê werin avakirin; mekanîzmayên beşdariyê werin pêşxistin ku beşdariyek bi bandor a jinan di pêvajoyên budçeyê de misoger bikin; û xebatên garantîkirina sazûmaniyê bên mêşandin.

SAZÛMANÎKIRINA XEBATÊN ABORIYA JINAN Û XURTKIRINA ÎSTÎHDAMA JINAN

Biryar hatiye dayîn ku; Ji bo xurtkirina azadiya aborî ya jinan û beşdariya wekhev di jiyana aborî de; di rêveberiyên xwecihî de sazkirina xebatên aboriya jinan; xurtkirina yekîneyên têkildar yên di warê îdarî, teknîkî û budceyî de; pêşxistina têgeha aboriya komînal; zêdekirina îstîhdama jinan û misogerkirina gihîştina wekhev a di hemû qadên kar de; jinên ku rastî nemazeyên tundiya aborî û bêewlehiya dahatê tên û ji ber berpirsiyariyên lênêrînê ji jiyana kar dûr in, bên pişgirîkirina; û ji bo pêşxistina mekanîzmayên pêwîst ji bo plansazîkirin û pêkanîna hemî xwendinên aboriyê yên ji paradîgmaya rizgariya jinan û perspektîfa wekheviya zayendî bên meşandin.

DI RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ DE DÎPLOMASIYA JINAN

Biryar hatiye dayîn ku; Di rêveberiyên xwecihî de sazûmaniya xebatên dîplomasiya jinan bên sazkirin; ji bo beşdariya jinan a pêvajoyên dîplomatîk yên herêmî, neteweyî û navneteweyî de zêde bibe mekanîzmayên perwerdehî û rêxistinkirin bên koordînekirin; bernameyên parvekirina ezmûnî bên lidarxistin; bingeha torên xebata hevbeş bi rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl yên li çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê bên xurtkirin; ji bo xuyangkirina xebatên di qada aborî, avakirina aştiyê, diyaloga navbera gelan, civaka demokratîk û jiyana ekolojîk de bên lêkolîn kirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamgeriya Jinê ya Gûrbetellî Ersoz destpê kirin
Nûçeya Pişt re Li gelek bajaran jinan giliyê Rahmî Koç kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Îstixbarata Brîtanyayê: Di şerê Ukraynayê de hejmara leşkerên Rûs yên mirî nêzî 500 hezarî bû

Saziya Îstixbarata Elektronîk a Brîtanyayê GCHQ daxuyand ku ji destpêka şerê Ukraynayê û vir ve…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Qezayên madenê qeder nîne

Hevberdevkên Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê bi wesîleya 4'ê Kanûnê Roja Madenkaran a Cîhanê daxuyaniyek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Di girtîgehên Îranê de êşkenceyên derûnî li jinên çalakvan û malbatên wan tê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Endamên Talîbanê jinek Kurd û keça wê ya 15 salî qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li gelek bajaran jinan giliyê Rahmî Koç kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamgeriya Jinê ya Gûrbetellî Ersoz destpê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?