În, 24 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Psîkolog Bûrtakûçîn: Neçariya ji madeyê bi qelsbûna têkiliyên civakî mezin dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mayindebûna pêvajoya aştiyê bi gavên qanûnî yên bêne avêtin ve girêdayî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûlûgana: Lozan destpêka rêze komkujiyên 1925-1938’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredara Îzmîtê û 19 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÇHD: Li Hejmara 6 a Marmarayê mekanîzmaya cezakirinê ya paralel hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bernameya bîranîna 12’emîn salvegera fermanê ya 10 rojan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîra Botanê kesek hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran kolberekî Kurd qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Romana têkoşînê: Rûken (Zohre Ocalan)

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi mûşekan êrîșî Kampa Dola Alane hat kirin: 4 kes birindar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roket li gundekî Helebceyê ket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Balîsanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê banga mezinkirina kampanyaya rêxistinên jin ên Êzidî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan banga beşdarbûna Mîtîngên Azadiyê kir
Rojane

Bakirhan banga beşdarbûna Mîtîngên Azadiyê kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan banga beşdarbûna "Mîtîngên Azadiyê" yên ku di 27-28’ê Hezîranê de ji bo azadiya Rêber Apo têne lidarxistin kir û got: "Mîtîngên ku em ê li dar bixin, mîtîngên dîrokî yên ku ji bo aştiyek birûmet werin cem hev

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Platforma Saziyên Demokratîk deklarasyona “Mîtîngên Azadiyê” ya ku bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya azad re ber bi civaka demokratîk ve” ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbe Apo bên lidarxistin, li Sumerparkê eşkere kir.

Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskin Bayindir, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, hevşaredarên Amedê û navçeyan, gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl amade bûn. Di bernameyê de, wêneyekî mezin ê Rêber Apo hat vekirin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.

WÊ LI ÇAR BAJARAN MÎTÎNGÊN AZADÎYÊ BÊN LIDARXISTIN

Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Arjîn Batur got, “Em nêzîkî aştiyê ne; ji bo avakirina civaka demokratîk, di 27’ê Hezîranê de li Wan û Mersînê û di 28’ê Hezîranê de li Stenbol û Amedê bi gelê xwe re mîtîng wê werin lidarxistin.”

‘DIVÊ ÊDÎ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO PÊK WERE’ 

Aktîvîsta TJAyê Çîmen Fîdan da zanîn ku dema mirov dîroka mirovahiyê dinirxine Kurdistan di dilê Rojhilata Navîn de cihekî gelek girîng de ye û wiha got: “Lê mixabin li Rojhilata Navîn her tim şer, kuştin û komkujî heye. Bi vê esasê banga Rêber Apo pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk dest pê kir û daxwaz ew e ku ev şer û pevçûn bên rawestandin. Ev 50 sal in ziman nasname û hebûna gelê Kurd tê înkarkirin. Jinan jî heman demê ji bo nasnameya xwe û gelê xwe di tekoşînê de cihê xwe girtin. Felsefeya Rêber Apo bi vê esasê rêya me ronî kir. Ev 27 sal in tecrîdek li ser Rêber Apo heye û em daxwaza azadiya rêbertiya xwe dikin. Rêber Apo 27’ê Sibatê merheleyek nû da destpêkirin û jinan jî li ser vê gotinan xwe got û piştgirî dane vê bangê ku ev merhele ser bikeve. Em dibêjin wek jinên Kurd û gelê Kurd sebra me nemaye muzakerevanê vê pêvajoyê Rêber Apo ye û divê teqez azadiya Rêber Apo pêk were. Banga me ji gelê me re ew e ku ji bo demokrasî, wekhevî, azadî û aştiyê em ê qadên mîtîngan tije bikin û em jinên Kurd pêşengtiya vê yekê bikin. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê wan qadan tije bikin ku heya em bi ser kevin.” 

BAKIRHAN: BANG DÎROKÎ YE

Hevserok Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan da zanîn ku ew dibînin ku welatên cîran yên ku demokrasiya wan kêm, di nav çi krîz û kaosekê de ne û wiha got: “Dewletên ku demokrasiyê bi kar nayînin, maf, hiqûq û nasnameya gelan, baweriyan, jinan û ciwanên ku di nav sînorên wan de dijîn nas nakin, tu caran nikarin ser piya bisekinin. Ew an bi pevçûn û aloziyên navxweyî re hemû enerjî û aboriya xwe xerc dikin, an jî zemînê ji bo operasyonên hêzên hegemonîk ên navneteweyî û herêmî amade dikin. Di rastiyê de, ya ku divê ew welat jî, welatên ku demokrasiya wan kêm e bikin, bi rengekî pir aşkere û zelal li ber çavan e. Şêwaza Aştî û Civaka Demokratîk a ku Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de pêşkêş kiriye, hem ji bo derketina ji krîza li Rojhilata Navîn, hem jî ji bo derketina ji pevçûn û krîzên ku li cîhanê berdewam dikin, bersiveke pir baş pêk tîne. Belê, ger geşedanên li Rojhilata Navîn bandorê li ser ewlehiya me dikin, ger em naxwazin geşedanên li Rojhilata Navîn herikin û derbasî welatê me bibin ku em naxwazin. Divê em aştiya xwe bi hev re li ser zemînekî demokratîk pêk bînin. Ji ber vê yekê, ev bang xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ev bang pir binirx e. Ev ji bo Tirkiyeyê hem fersendek e ku pirsgirêkên xwe yên demokratîk çareser bike, hem jî ji bo çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd a 100 salî, sînor û deriyekî pir girîng e ku hatiye vekirin û hinekî vebûye.”

Tuncer Bakirhan diyar kir ku gavên ku bi rengekî yekalî hatine avêtin hene û wiha domand: “Lê di vê mijarê de Meclîsê ne li gorî rapora ku amade kiriye hîn gavek avêtiye, ne jî desthilatdariya ku di destpêka vê pêvajoyê de digot “piştî vê daxuyaniyê, di nav çend mehan de tu mijareke ku em nîqaş nekin û çareser nekin dê nemîne.” 

‘MUXABATÊ ÇARESERIYÊ BIRÊZ OCALAN E’ 

Bakirhan wiha pê de çû: “Ev 20 meh in li bendê ne. Li benda kê ne? Li benda çi ne? Çima li bendê ne? Bawer bikin ku bersiva vê pirsê di hemû civînên ku em diçinê de ji aliyê kedkar, jin, gel û baweriyên li Tirkiyeyê ve ji me jî tê pirsîn. Madem fersendeke wiha dîrokî li pêşiya me heye, ji bo vê yekê divê di zûtirîn demê de ji bo aştiyeke mayînde û bi ûmet, kî çi dikeve ser milê wî, di zûtirîn demê de hewcedariyên wê bîne cih. Em çima civiyan? Ji bo ku ev gavên divê bên avêtin, di zûtirîn demê de bên avêtin. Em çima civiyan? Em dibêjin; muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Vê yekê tenê em nabêjin, hin lîder û aktorên partiyên desthilatdar û mûxalefetê jî vê dibêjin. Madem ew yekane aktorê çareseriya pirsgirêka Kurd e, wê demê kerem bikin. Berî her tiştî şert û mercên jiyanê, şert û mercên ragihandinê û şert û mercên xebatê amade bikin da ku civak jî pir baş bizanibe çima ev gav nayên avêtin. Civaka ku me bersiva vê pirsê pê re nedida, her çend bersiva wê pir hêsan be jî.”

‘BIRÊZ OCALAN ÇI KET SER MILÊ WÎ PÊK ANÎ’

Bakirhan diyar kir ku ev mîtîngên ku  di 27’ê Hezîranê û 28’ê Hezîranê de li pêşiya xwe pêk bînin, ne tenê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne û wiha pê de çû: “Ew mîtîngên dîrokî ne ku em ê ligel wî ji bo demokrasiyê û ji bo aştiyeke birûmet bên cem hev. Di 27’ê Hezîranê de li Wanê û Mêrsînê, em jinan, ciwanan, ereban, Eeewiyan û hemû gel û baweriyên ku di wê herêmê de dijîn vedixwînin qada mîtîngê. Birêz Ocalan çi diket ser milê wî kir. Partiya Birêz Ocalan çi diket ser milê xwe kir. Niha jî em wek gel, bawerî, jin û ciwan, bi deh hezaran û bi sed hezaran li wan qadên mîtîngê werin cem hev û hewl bidin biqêrin ku em vê pêvajoya aştiyê çiqasî dixwazin û em çiqasî ji vê pêvajoya aştiyê bawer dikin. Dîsa di 28’ê Hezîranê de li Amedê û Stenbolê em ê di heman demê de Mîtîngên Civaka Demokratîk û Azadiyê pêk bînin.”  

‘ŞER Û MERCÊN XEBAT Û JIYANÊ YÊ RÊBER APO MISOGER BIKIN’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar di destpêkê de rojnameger Hafiz Akdemir ê ku 34 sal berê hatibû kuştin bi bîr anî û wiha axivî: “Ew ji bo rêya heqîqatê têkoşiya. Em jî li vir bi hurmet û bi hezkirin Hafiz Akdemir bi bîr tînin. Bila bê zanîn ku bi milyonan hevalên wî li ser rêya heqîqatê dixebitin. Baweriya me nehat naskirin. Zimanê me nehat naskirin. Şopa me nehat naskirin. Lê belê em dixwazin paşeroja welat çêtir bibe. Paşeroja Rojhilata Navîn çêtir bibe. Her wiha paşeroja hemûyan çêtir bibe. Em ji bo vê dixebitin. Di bin felsefeya Rêbertiyê de em pêş de diçin. Di serî de em dibêjin bila ev dewlet navê pirsgirêkê rast bike. Dibêjin mesele meseleya terorê ye? Mesele ne teror e. Mesele pirsgirêka Kurdan e. Mesele ya demokrasiyê ye. Mesele ya naskirinê ye. Mesele ew e ku em li dijî şer aştiyek çêtir ava bikin. Em dizanin ku hem azadî hem aştî di kar de giran e, di bar de giran e. Lê belê em bi salan e pir xebitîn ku ji bo raporê nebin asteng. Ji bo her tiştê azadiyê, her tiştê aştiyê, her tiştê serokatiya xwe em dibêjin bila azadî hebe, aştî hebe. Em li vir dibêjin ku, dewlet dibîne, aqilê dewletê dibîne, partiyên siyasî dibînin. Di vê welatî de pirsgirêkek pir giran heye ku navê wê pirsgirêka Kurdan e. Ji bo em çawa çareser bikin, divê em bixebitin.

‘STATUYA GELÊ KURD GIRÊDAYÎ STATUYA OCALAN E’

Çigdem Kiliçgûn Ûçar di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku tecrîd nayê rakirin û nahêlin kes biçe giravê bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinan pêk bîne û wiha got: “Girtîgeha Îmraliyê nahêle dengê Birêz Ocalan bilind bibe û derkeve derve, lê bila zanibin ku di şoreşa Rojava de, di dilê şoreşa Rojava de paradîgmaya Birêz Ocalan heye, keda Birêz Ocalan heye. Li Bakur di têkoşîna azadiyê de, di têkoşîna aştiyê de rêberiya Birêz Ocalan heye. Li Başûr di yekitiya neteweyî de keda Birêz Ocalan û rêberiya Birêz Ocalan heye. Li Rojhilat li dijî şer di tifaqa hêzên siyasî de keda paradîgmaya gotina bBrêz Ocalan heye. Dibêjin qey me ew di girtîgeha Îmraliyê de heps kiriye, lê li Rojhilata Navîn li her derê, ne tenê di nav gelê Kurd de di nav hemû gelan de paradîgma ketiye hundirê me. Keda Birêz Ocalan hîn zelal e ku fikrê birêz Ocalan di nav hemûyan de belav dibe. Statuya gelê Kurd girêdayî azadiya serokatiya xwe ye. Em jî îro bi hev re dibêjin bila serokatî Birêz Ocalan azad bibe, hem aştî, hem azadî, hem jî paşerojê em ê bi destê xwe û bi keda xwe bi hev re ava bikin.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di girtîgehên Îranê de êşkenceyên derûnî li jinên çalakvan û malbatên wan tê kirin
Nûçeya Pişt re Hafiz Akdemîr li kolana ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinan nerazîbûn nîşanî êrîşan da

Jinên li Kantona Cizîrê êrîşên komên çeteyan ên li ser Rojava û binpêkirina agirbestê protesto…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê êriş bir ser Kampa Surdaşê ya li Silêmaniyeyê

Hêzên dewleta Îranê careke din bi droneyan êriş birin ser Kampa Surdaşê ya li navçeya…

Ji aliyê Stêrk TV

PAJK û KJK’ê bang kir: Li dijî Şerê Cîhanê yê 3’yan divê têkoşîna xweparastinê hevpar bibe

Koordînasyonên PAJK û KJK’ê diyar kir ku hegemoniya mêr bi Şerê Cîhanê yê 3’yan li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Psîkolog Bûrtakûçîn: Neçariya ji madeyê bi qelsbûna têkiliyên civakî mezin dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Mayindebûna pêvajoya aştiyê bi gavên qanûnî yên bêne avêtin ve girêdayî ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ûlûgana: Lozan destpêka rêze komkujiyên 1925-1938’an e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?