Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Li girtîgehan divê li gorî ruhê pêvajoyê gav bên avêtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Dola Alane bû hedefa êrişa bi droneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozcan Yaman: Çapemenî nebe azadî, demokrasî û aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Komunalîst hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Starta kampanyaya, ‘Budce ji bo Nan, Aştî û Edalet’ hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nejdet Atalay: Mafê hêviyê mifteya çareseriyê ye
Rojane

Nejdet Atalay: Mafê hêviyê mifteya çareseriyê ye

Nejdet Atalay anî ziman ku 'Mafê Hêviyê' ne tenê sererastkirineke hiqûqî ye, di heman demê de ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk mecbûriyetek e û bang li Konseya Ewropayê û saziyên pêwendîdar kir ku bi berpirsyariyê rabin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi daxwaza azadiya Rêber Apo di asta navneteweyî de kampanya û hewldan dewam dikin. Di civînên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ku 9’ê Hezîranê destpê kir û wê heta 12’ê Hezîranê dewam bike, tê payin ku meseleya ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî Rêber Apo careke din bikeve rojevê. Siyasetmedarên Kurd jî dibêjin, gava ku komîte di vê mijarê de biavêje, ji bo paşeroja pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelekî girîng e.

‘BICIHANÎNA MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE BINGEHÎN E’

Siyasetmedarê Kurd Nejdet Atalay ku li ser mijarê ji ANF’ê re axivî, anî ziman ku nîqaşên li ser “mafê hêviyê” ne tenê meseleyeke hiqûqî ye, di heman demê de ji aliyê lêgerînên aştiya mayinde û çareseriya demokratîk ve xwedî wesfeke diyarker e.

Atalay ragihand ku “mafê hêviyê” ji bo her kesî mafekî bingehîn û gerdûnî ye û got, “Nayê qebûlkirin ku ti pêkanîn an jî ceza bêdawî be. Divê dawiya her tiştekî hebe.

Lewma ne tenê ji bo Birêz Ocalan û Kurdan, ji bo tevahiya Tirkiyeyê jî bicihanîna mafê hêviyê pêwîstiyeke bingehîn e. Yanî mecbûriyeteke hiqûqî ye. Ev pêwîstî ji xwe di rojeva Konseya Ewropayê, Parlamenta Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de ye. Di vê çarçoveyê de hin biryar hatine dayin ku divê Tirkiye sererastkirinê bike.”

‘MAFEKÎ JI BO HER KESÎ’

Atalay daxuyaniya siyasetmedarên Kurd ên li dîasporayê ya 9’ê Hezîranê li ber Konseya Ewropayê bi bîr xist û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Daxuyaniya ku me li vir da, beriya her tiştî ji bo bersivdayina li vê pêwîstiya hiqûqî bû. Lê belê ev rewş bi rengekî paralel li gel şexsê Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd, rewşeke welê ye ku her kesên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî lê hatiye birîn eleqedar dike.”

‘PÊVAJOYA AZADIYA BIRÊZ OCALAN FERZ DIKE’

Siyasetmedarê Kurd Atalay anî ziman ku bicihanîna mafê hêviyê ya ji bo Rêber Apo, ji aliyê paşeroja lêgerînên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di asta dîrokî de girîng e û got, “Têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd di n avbera Birêz Ocalan û dewleta Tirk de hevdîtinên dîrokî têne meşandin. Lewma ji bo dewamiya vê pêvajoyê, afirandina dilxwaziya civakê, tevlîbûna wê gelekî girîng e. Ji ber vê jî divê ji aliyê hiqûqî û siyasî ve gav bêne avêtin.

Her wiha nuqteya ku pêvajo gihîştiye, ferz dike ku mercên fîzîkî yên Birêz Ocalan bêne guhertin û ev yek êdî pêwîstiyek e. Di çarçoveya pêvajoyê de divê Birêz Ocalan karibe têkiliyê bi civakê re dîne. Ji bo karibe rola xwe bi rengekî çalak bi cih bîne divê merc jê re bêne afirandin ku karibe hevdîtinê bi siyasetmedar, rojnamevan, zanyar û beşên cuda yên civakê re hevdîtinan bike. Van hemûyan nikare di nava mercên Îmraliyê de pêk bîne. Lewma divê sererastkirina hiqûqî bê kirin, mafê hêviyê bê garantîkirin û li ser vê bingehê jî azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê pêkanîn.”

‘HETA KU BERSIV JI DAXWAZÊN ME RE BÊ DAYIN WÊ TÊKOŞÎN DEWAM BIKE’

Atalay destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê tevkariyê li wê yekê bike ku pêvajo li nava civakê kûrtir bibe, dilxwaziya aliyê Kurd a ji bo pêvajoyê xurtir bibe û got, “Nêzîkbûna li hev a Kurdan û dewleta Tirk, îhtimala aştiyê wê tevkariyeke mezin li demokrasiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bike. Azadiya Birêz Ocalan wê tevkariyê li çareseriya şerê li Rojhilata Navîn bike. Ji ber vê yekê naskirina mafê hêviyê ne tenê meseleyeke ku şexsê Birêz Ocalan eleqedar dike, di heman demê de meseleyeke ku wê tevkariyê li aştiya herêmî, mirovî û hiqûqî bike. Em hêvî dikin ku Ewropa û saziyên pêwendîdar wê di vê mijarê de bi berpirsyariyê rabin. Heta ku bersiv jê re bê dayin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STRASBOÛRG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re ‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tehran: Îtîraza me tune ye ku DYE li Îranê veberhênanê bike

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi diyar kir ku sektora petrol û xazê jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistiniya DAÎŞ’ê ya li nava HTŞ’ê jinûve tevdigere

Rojnamevan Demhat Tolhildan û Ozgur Avzem diyar kirin ku rêxistiniya DAÎŞ'ê ya li nava HTŞ'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Tirkiye bûye navenda çûn û hatina tîryakê’

Her çendî desthilata Tirkiyeyê hewl da gotinên “serkeftinê” bibêje jî rapora herî dawî ya Midûriyeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Li girtîgehan divê li gorî ruhê pêvajoyê gav bên avêtin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kampa Dola Alane bû hedefa êrişa bi droneyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ozcan Yaman: Çapemenî nebe azadî, demokrasî û aştî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?