Serokwekîla Koma DEM Partiyê û Parlamentera Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît mafê hêviyê, karên li ser qanûna çarçoveyê ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ANF’ê re nirxand.
‘MAFÊ HÊVIYÊ MAFEKÎ GERDÛNÎ YE’
Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku mercên azadî, ewlekarî û tenduristiyê yên Rêber Apo divê bi rengekî qanûnî bêne misogerkirin.
Koçyîgît bi bîr xist ku mafê hêviyê ne tenê ji bo Rêber Apo ye, di heman demê de ji bo hemû girtiyên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn mafekî gerdûnî ye û got, “Tirkiye di halê hazir de aliyekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û ji ber ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nas dike divê li ser vê mijarê bi lez gavê biavêje û sererastkirinê bike. Lê belê di vir de nêzîkatiyeke welê heye ku vê meseleyê ji nedîtî ve tê. Ev yek rast nîne.”
‘MUXATABÊ PÊVAJOYÊ BIRÊZ OCALAN E’
Gulistan Kiliç Koçyîgît işaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û destnîşan kir ku Rêber Apo di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de muxatabê bingehîn e. Koçyîgît got, “Pêvajoyeke aştî û civaka demokratîk heye ku hindik maye bigihêje du salan. Di nava vê pêvajoyê de rêvebirê pêvajoyê û muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan bi xwe ye. Lewma di halê hazir de dewamkirina mercên wî yên heyî, misogernekirina mercên azadî, ewlekarî û tenduristiyê, pêkneanîna mercên têkilîdanîn û ragihandinê ya azad, rast nîne.
Rastiyeke Birêz Ocalan heye ku hewl dide, dixebite, vê dixe meriyetê, ne tenê dibêje her wiha pêwîstiyên pratîkî yên gotinên xwe jî bi cih tîne. Ji ber vê jî nêzîkatiya li Birêz Ocalan di heman demê de nêzîkatiya li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e, nêzîkatiya li paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê ye, di heman demê de nêzîkatiya li daxwaza azadî, demokrasî û wekheviyê ya gelê Kurd e. Divê ev hemû li ber çavan bê girtin û li gorî wê nêzîkatiyeke guncaw li pêvajoyê û Birêz Ocalan bê nîşandan. Ev yek divê bi hiqûqê jî bê misogerkirin.”
‘QANÛNA ÇARÇOVEYÊ DI ASTA HIQÛQA DEMA DERBASBÛNÊ DE YE’
Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku nîqaşên li ser qanûna çarçoveyê pêwendiya xwe bi guhertina destûra bingehîn re nîne, sererastkirina navborî di asta hiqûqa dema derbasbûnê de ye û got, “Ji ber vê jî divê sererastkirina qanûnî bi lez bê kirin.”
‘ME HÎN PÊŞNÛMEYA HIKUMETÊ NEDÎTIYE’
Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku têkildarî qanûna çarçoveyê wan hîn pêşnûmeya hikumetê nedîtine û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Nêrîn û fikrên Birêz Ocalan hene ku bi hevalên xwe re li ser xebitî û çarçoveyeke giştî danî holê. Lê belê di vê mijarê de hikumet jî dibêje ku ew kar dike. Lê me hîn pêşnûmeya hikumetê nedîtine. Hikumetê pêşnûme pêşkêşî me nekiriye. Pêşnûmeyek pêşkêşî raya giştî nekiriye. Dibêjin ku li ser dixebitin. Lewma pêşnûmeyek ku li ser li hev hatiye kirin nîne. Beriy her tiştî wê bibêjim. Lê belê weke DEM Partî pêşnûmeya me amade ye. Daxwaza me ji xwe ew e ku ev pêşnûme demek ji ya din zûtir ji aliyê hikumet û desthilatdariyê ve bê avakirin û em nîqaş bikin, bi hev re bişêwirin. Ne tenê weke DEM Partî, divê weke eniya muxalefetê ya herî berfireh em li ser vê biaxivin û nîqaş bikin.”
‘BÊYÎ WERGIRTINA NÊRÎNA BIRÊZ OCALAN TI QANÛN BI SER NAKEVE’
Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku bêyî wergirtina nêrîna Rêber Apo qanûna bê amadekirin nikare bi ser bikeve û got, “Bêguman di vir de nêrînên Birêz Ocalan wê bingehîn û diyarker be.”
Koçyîgît ragihand ku qanûna çarçoveyê ya bê amadekirin divê sererastkirineke yekpare be ku ji zemîna şer derbasî ser zemîna siyaseta demokratîk bibe.
‘PÊVAJO DIVÊ JI HESABÊN HILBIJARTINÊ RE NEBE QURBAN’
Parlamentera DEM Partiyê ragihand ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê bi hesabên siyasî yên rojane neyê nirxandin û got, “Pêvajo divê li gorî hesabên siyasî, rojane û konjonkturî neyê nirxandin. Bi taybetî divê li gorî hesabên hilbijartinê qet neyê nirxandin. Ev pêvajo pêvajoyeke di ser hilbijartinê re ye. Ev ne pêvajoyeke welê ye ku bibe qurbanê siyaseta rojane.”

