Çavkaniyên herêmî yên gundê Şêxûrza Jorîn ê naveçeya Bilbilê ya Efrînê diyar kirin ku ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bargehên xwe vala nekirine şênî nikarin vegerin malên xwe.
Li gorî çavkaniyan tevî ku di van mehên dawî de hin noqteyên leşkerî htaine valakirin jî bargeha dewleta Tirk a li gundê Şêxorza Jorîn vala nebûye û hêzên taybet ên artêşa Tirk bi çekên giran derbasî baregeha li gund bûne.
Şêniyan destnîşan kirin ku gundê wan Şêxorza jorîn hîna bargeha dewleta Tirk lê heye û gundî nikarin vegerin malên xwe. Gelek koçberên vegerîne Efrînê ji ber hebûna malbatên çeteyan û bargehên dewleta Tirk nikarin vegerin gund û malên xwe.

