Sîstema komunal ku Rêber Apo weke modela rêxistinbûnê ya demê pênase kir, li nava raya giştî bi baldarî tê nîqaşkirin. Gelek derdor li ser rê û rêbazên karkirin û birêxistinkirina komunê nêrînên xwe tînin ziman.
Komunbûyîn ku mohra xwe li destpêkirina Tevgera Azadiyê xistiye, ne tenê rêxistinbûneke li qada aboriyê ye, di heman demê de rêxistinbûna jiyanê ji her alî ve û plankirina jiyana rojane bi rengekî kolektîf ji xwe re dike esas.
Li Beyoglû ya Stenbolê ku salên dawî di bin êrişa çeteyan de ye, gel û ciwan bi şahiyên gel Înîsiyatîfa Komunalîst a Beyoglûyê dane nasandin û ragihandin ku wê li dijî narkotîkê kar bikin.
Di kombûna gel de ya li taxa Haciahmetê endamê Înîsiyatîfa Komunalîst a Beyoglûyê Devran Kûrt axivî û anî ziman ku wê têkoşîna xwe ya li dijî narkotîkê dewam bikin, dixwazin civakeke azad ava bikin û wê vê yekê jî bi gel pêk bînin.
Endamên Înîsiyatîfa Komunalîst a Beyoglûyê Eda Kalafat û Devran Kûrt li ser naveroka komunê, rê û rêbazên birêxistinkirin û armancên wê ji ajansa me re axivîn.
Eda Kalafat diyar kir ku di nava ciwanan de şikestineke çandê heye, bi taybetî bal kişand ser zêdebûna ezeztiyê û got, “Di nava ciwanan de bi giranî qirkirineke çandî heye. Ji ber ku ciwan xwe weke parçeyekî ji civakê nabînin ji nirxên hevpar qut dibin. ‘Ezeztî’ ku encamek ji şerê taybet e, li şûna afirandina kesayetekî azad kesayetiyê ber bi bêwatebûnê ve dibe. Ev qutbûna lêgerîna wateyê dibe sedem ku bikaranîna narkotîkê, çetebûyîn û bûyerên xwekuştinê zêde bibin.”
Eda Kalafat destnîşan kir ku zêdebûna dejenerebûnê ya li nava ciwanan encameke ji polîtîkaya dewletê ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Ev rewş yekser encamek ji polîtîkaya dewletê ye. Hiştina bê paşeroj, astengiyên aboriyê û polîtîkayên ewlekarîperest dike ku ciwan ji jiyana civakî qut bibin. Dewlet giraniyê dide budçeya şer, di heman demê de li pêşiya sazî û komeleyan dibe asteng ku ciwan nikaribin demê lê derbas bikin. Bi vî rengî ciwanan dixe nava valahiyekê ku ber bi çetebûyînê ve têne dehfdan.”
Eda Kalafat ragihand ku siyaseta qada siyasî ya Kurd jî li çarçoveya temsîliyet û siyaseta jorîn asê maye, ev yek feraseteke ku xwe dispêre avaniyên saziyî û tabelayan û got, “Em dibînin ku qada siyasetê salên dawî bi giranî li şaredariyan, temsîliyetê û siyaseta jorîn asê maye. Ev rêbaza ku giraniyê dide ser saziyan û ‘tabelayan’, bû sedem ku ji gel qut bibe. Siyasetmedar di nava gel de weke ‘kesên di hundirê wesayitên meqamê de’ têne dîtin. vê rewşê di amûrên lêgerîna rêxistiniyê yên gel û ciwanan de valahî afirand.”
Di dewama axaftina xwe de Eda Kalafat destnîşan kir ku pirsgirêk ne bidestxistina desthilatdariya siyasî ye, lê avakirina mekanîzmayên rêxistiniya xwe ye û got, “Polîtîka divê ji gel destpê bike û ber bi jorê ve biçe; siyasetmedar jî divê ne tenê li gel guhdarî bikin, her wiha daxwazên gel bi rêxistin bikin.”
‘SÎSTEMA KOMUNÊ ŞÊWEYEKÎ JIYANÊ YE’
Eda Kalafat ragihand ku sîstema komunê şêweyekî jiyanê ye, jiyan divê ji her alî ve bê birêxistinkirin û got, “Komun avaniyeke tenê ya aboriyê nîne; şêweyekî jiyanê ye, rizgariya ji tekperestiyê ye, mekanîzmaya xweparastina civakê ye. ji ber zextên dewletê heta niha di asta tê xwestin de bi ser neket. Her wiha koça ji neçarî û xerakirina jiyana xwecihî ji aliyê globalbûyînê ve jî bandor li vê yekê kir. Komunbûyîn têkoşîneke îdeolojîk ya hertimî ye ku li dijî kapîtalîzmê nirxên piştevaniyê yên alternatîf ava dike.”
‘DI BIN ZEXTA ŞERÊ TAYBET DE TÊKILIYA CIWANAN A BI CIVAKÊ RE QUT BÛ’
Devran Kûrt jî anî ziman ku ciwan salên dawî bi taybetî di bin zexteke giran a şerê taybet de ye, ji çanda şoreşgerî hatine dûrxistin û got, “Ciwan di nava girêkeke ji pirsgirêkan de ne, ku bê paşeroj têne hiştin, nikarin jiyanê ava bikin, ji siyasetê têne dûrxistin û di nava pirsgirêkên narkotîk û fûhûşê de têne hiştin. Ev rewş dibe sedem ku ciwan hîn bêhtir ji civakê dûr bikeve. Bi taybetî di deh salên dawî de kir ku têkiliyên civakî qut bibe.
Li gel vê yekê ji ber ku tevgera ciwanên Kurd û tevgerên sosyalîst nekarîn xeteke rast a ku bandorê li ciwanan bike diyar bikin, her wiha ji ber ku mîsyona xwe ya pêşengiyê bi xurtî bi cih neanîn, ciwan ketin nava çirava çetebûyîn û narkotîkê.”
‘KOMUNBÛYÎN LINGÊ BINGEHÎN Ê AVAKIRINA SOSYALÎZMÊ YE’
Kûrt komunîbûyînê weke yek ji lingên bingehîn ên avakirina sosyalîzmê pênase kir û got, “Ev sîstem li hemberî ketina nava narkotîk û çetebûyînê qadeke jiyana alternatîf a xurt bi rêya komunên xweparastin, çand û hunerê pêşkêşî ciwanan dike.
Ciwan divê li dijî çeteyên ku hewl didin taxên wan bi rê ve bibin xweparastinê biafirînin û li ser vê bingehê çalakiyan bi rêxistin bikin. Ji bo bazirganên narkotîkê ji taxên xwe biqewirînin û teşhîr bikin divê piştgiriyê ji gel werbigirin û bi vî rengî ciwanên dejenerebûyî yan jî ‘ketî’ jinûve bikin hêza pêşeng a civakê.”
Devran Kûrt bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ku tê gotin, demeke dirêj e li Beyoglûyê dewam dike û anî ziman ku wê bi gel re li dijî narkotîk û fûhûşê têbikoşin. Devran Kûrt got, “Em ê bi beşdariya gel karên xwe dewam bikin. Em ê nehêlin ku li tax û parkên me narkotîk bê bikaranîn, ji bo rizgarkirina ciwanên ku bi narkotîkê ketine em ê hewl bidin. Ji bo vê jî em ê atolye û forûman lidar bixin, serdana malan bikin. Eger pêwîstî pê hebe em ê bi gel re nobedê bigirin. Gelê me wê têkildarî her tiştên li taxa xwe biryarê bi xwe bide û qadên xwe yên jiyanê bi xwe ava bike.”

