Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin
Rojane

Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin

Tûncer Bakirhan anî ziman ku qanûna çarçoveyê ne bidawîbûnek e, lê destpêkeke esasî ye û got, "Divê bi lez bê derxistin û derbasî meriyetê bê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê bûyerên di rojevê de ne nirxand.

Tûncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê ku di salvegera 11’emîn de ye bi bîr anî û anî ziman ku ew ê vê komkujiyê ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin û weke partî heta kujer bên darizandin çi ji destê wan were wê bikin.

Tûncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî êrişên Îranê yên li dijî Kurdan da û got: “Amerîka êrişî Îranê dike lê Îran jî bi vê hêrsê êrişî Kurdan dike. 9 pêşmergeyên Komeleyê jiyana xwe ji dest dan. Êrişî Herêma Kurdistanê dikin. Çi eleqeya Herêma Kurdistanê bi êrişan re heye. Her wiha Kurd û muxalîf tên darvekirin. Em ji gelê Rojhilatê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Bila rejîma Îranê baş bizanibe ku gelê Bakur li cem gelê Rojhilat e. Em van komkujiyan ji bîr nakin. Kurd ne Kurdên berê ne. Hêza herî dînamîk a Rojhilata Navîn in. Bi êrişên li ser Kurdan re tu kes nikare encamê bigire. Em careke din rejîma Îranê hişyar dikin ku dev ji van êrişan berdin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi milyonan welatî ji ber bihabûnê nikarin debara xwe bikin. Welatî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Welatiyên taqawid di bin sînorê birçîbûnê de meaş digirin. Lê desthilat dibêje çavkanî tune ye. Lê ev ne meseleya nebûna çavkaniyê ye. Çavkaniyan ji sermayedaran re vediqetînin. Em jî dibêjin bi zikê birçî qala aştiyê neyê kirin. Divê edaleta civakî pêk were.”

Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku banga 27’ê Sibatê deriyeke nû vekir û wiha pê de çû: “Ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk qonaxa girîng qanûna çarçoveyî ye. Qanûna çarçoveyî destpêkeke nû ye. Divê qanûna çarçoveyî demildest bê derxistin û li gorî mutabakatekê pêk were. Doh heyeta me bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ji hemû gelên Tirkiyeyê re silavên xwe şandibû. Birêz Ocalan dibêje, ‘Eger tu Kurdan ji Tirkan bikî, Kurd namînin, eger tu Kurdan ji Tirkan bikî Tirk namînin’. Birêz Ocalan careke din qala heqîqeta çareseriyê dike. Birêz Ocalan gavên herî radîkal avêt. Lê mixabin gavên li beramberî van gavên radîkal ji aliyê dewletê ve tên derengxistin. Di hevdîtinên heyeta me bi desthilat û birêz Bahçelî re li ser domandina pêvajoyê erênî bû. Lê li ser medyayê birêvebirina şerê taybet ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Divê tu kes nekeve vê xefikê.”

Bakirhan anî ziman ku divê statuya Rêber Apo jî bê misogerkirin û wiha axivî: “Divê qanûna çarçoveyî hemû kesan bigire nava xwe. Divê êdî statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û şertên wî bên sereratkirin. Divê mekanîmza bê avakirin. Divê bingeha qanûnên entegrasyona demokratîk were avakirin. Sepana qeyûman bi dawî bibe. Deriyên Nisebîn û Qamişloyê vebibe. Dadgeh jî li gorî pêvajoyê tevbigerin. Biryarên Dadgehên Mafên Mirovan bi cih werin û girtiyên siyasî bên berdan. Akademîsyenên bi KH’Kê ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Gavên wisa ji bo pêvajoyê dikarin bên avetin. Weke DEM Partiyê rêya me komareke demokratîk û aştî ye. Ji bo wê jî em 24 seatan dixebitin. Lê yên li dijî pêvajoyê jî hene. Sedemên pirsgirêkên bingehîn ev şer e. Heke ev pêvajo bi ser bikeve çend kes dê winda bikin lê wê bi milyonan kes bi ser bikevin. Heke aştî pêk were êdî yên hatinê hilbijartin nayên binçavkirin. Krîza aborî dê bi dawî bibe û aramiya civakî pêk were. Mafên olî dê pêk were. Dayikeke leşker û gerîla dê bi hev re rûnên. Ji vê xweştir tiştek tune ye. Heke ev pirsgirêk çareser bibe li hemû qadan pêşketin dê çêbibin. Ji bo wê jî gava yekem qanûna çarçoveyî ye.”

Tuncer Bakirhan derbarê hevdîtina bi Numan Kurtulmuş re jî bi lêv kir ku ew dê pêşniyarên xwe yên li ser qanûna çarçoveyî pêşkêş bikin û got: “Birêz Numan Kurtulmuş dê serdana koma me bike û hevdîtinê bike. Em ê jî fikir û pêşniyarên xwe parve bikin. Em di wê baweriyê de ne ku serokê Meclisê birêz Numan Kurtulmuş wê rola xwe ya erênî di vê pêvajoyê de jî bidomîne. Weke DEM Partiyê em ê siyaseta jiyana nû bihonin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ÎHD’ê: Ji bo aştiyeke mayînde pêdivî bi rêziknameyeke berfireh heye
Nûçeya Pişt re Şîrketeke din a petrolê karê xwe sekinand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrîşa DAÎŞ’ê de endamekî me şehîd bû

Hate ragihandin ku di êrîşa şaneyên çeteyên DAÎŞ'ê de ya li qadeke navbera bajarokên Şedadê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hong Kongê di şewatê de herî kêm 28 kes mirin

Li Hong Kongê hejmara qurbaniyên şewata li avahiyekê gihîşt 128 kesî.

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Sarya: Jinên ku DAÎŞ têk birin serî li ber HTŞ’ê natewînin

Rojnamevan Bêrîtan Sarya diyar kir ku jinên li Kobanê DAÎŞ têk birin, niha bi heman…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?