Berî çend kêliyan bi dronan êrişî Hewlêr a Başûrê Kurdistanê hate kirin. Hate ragihandin ku zêdetirî 4 dron ji aliyê sîstema parastinê ve hatine îmhakirin.
Ji ber dengê teqîna dronan tirs kete nava welatiyan.
Ji pêla duyemîn a şarê Amerîka-Îsraîl û Îranê re her diçe êrişên dronan û mûşekan ên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê zêdetir dibe. Di dema dema dawî de zêdetirî 30 caran bi dron û mûşekan êrişî Hewlêr û deverên din ên Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.

