Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) di 27’emîn salvegera şehadeta Hozan Serhad (Suleyman Alpdogan) de ew bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku berhemên Hozan Serhad di bîra çandî ya gel de xwedî cihekî girîng in û ev yek hate gotin: ‘’Em hunermendê Kurd û aktîvîst Hozan Serhad ê ku dengê xwe kiriye peyama azadiyê û hunera xwe ji bo nasname û çanda gelê xwe kiriye çek, bi bîr tînin.’’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Hozan Serhad di wê baweriyê de bûye ku huner wê bes li gel azadî û rûmetê hevdû temam bike û hate diyarkirin ku dengê wî hê jî di dilê gel de zindî ye.
Di dewama daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Weke Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê em vî kesayetê hunermend bi bîr tînin û dubare tînin ziman ku şehîdên ji bo zindîhiştina hunera Kurdî canê xwe feda kirine tu caran nayên jibîrkirin. Awaz û gotinên wî wê weke çirûskekê bimînin, îlhamê bide nifşên nû û rêwîtiya afirîneriya azadiyê wê were domandin.
Bibîranîna Hozan Serhad bes ne bilêvkirina navê wî ye di heman demê de parastina çanda Kurdî, pêşxistina hunera azad, parastina ziman û mîrateyê û domandina peyama wî ye ku heya şehadeta xwe hilgirtiye.’’

