Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Manilayê daxuyanî da rojnamevanan û got, wê roja pêncşemê bi Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Marco Rubio re bicivin.
Lavrov got, “Ev hevdîtin wê di her şert û mercî de bi sûd be. Pirskirin û bersiv wergergirtin, her tim baştir e.”
Madeyên rojeva sereke ya hevdîtinê, wê şerê li Ûkraynayê û geşedanên li Rojhilata Navîn be.
Marco Rubio jî piştrast kir ku ew ê bi Lavrov re mijara Ûkraynayê binirxînin.
Li aliyê din Serokê DYE’yê Donald Trump ragihand ku ew piştgiriyê dide êrîşên bi menzîla dirêj ên Ûkraynayê yên li ser binesaziya enerjiyê ya Rûs.

