Qonaxa nû ya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ku tê payin bi sererastkirina qanûnî ya dawiya meha Tîrmehê re destpê bike, yek ji sernavên sereke yên rojeva siyasetê ye. Siyasetmedar Huseyîn Yilmaz bendewariyên gelê Kurd, nîqaşênl i ser avakirina zemîna qanûnî ya çareseriya demokratîk, asta heyî ya pêvajoyê û nexşerêya ji niha û pê ve ji ANF’ê re nirxand.
Yilmaz anî ziman ku dema nû ya ku bi fesixkirina PKK’ê û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî destpê kir xaleke şikestinê ya dîrokî ye û anî ziman ku piştî têkoşîna çekdarî ya pêncî salî biryareke bi vî rengî ya stratejîk hate wergirtin. Yilmaz diyar kir ku ev gava di çarçoveya banga Rêber Apo de hate avêtin rewşeke ji rêzê nîne û got, “Yekemcar şewitandina çekan ji aliyê PKK’ê ve û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ji gaveke dîrokî wêdetir gaveke gelekî girîng û hêja ye.”
Yilmaz destnîşan kir ku ev gav divê tenê weke tercîheke rêxistinî neyê nirxandin û got, ev gav nîşaneya stratejiyeke nû ye ku dixwaze pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk û siyasî çareser bike. Yilmaz ragihand ku êdî siyaseta demokratîk, têkoşîna civakî û rêbazên aştiyane ketiye şûna têkoşîna çekdarî û anî ziman ku armanc ew e ku mafên demokratîk ên gelê Kurd li ser vê zemînê bê bidestxistin.
Huseyîn Yilmaz bal kişand ser mercên pêvajoyê û diyar kir ku piştî nirxandina bûyerên li Rojhilata Navîn û hevsengiyên civakî û siyasî yên li herêmê ev biryara stratejîk hate wergirtin. Yilmaz got, biryar partiyî nîne lê belê berhema perspektîfeke dîrokî ye ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji xwe re dike esas, lewma divê dema nû rast bê fêhmkirin.
Yilmaz bi bîr xist ku di asta heyî de li Îmraiyê heyeta dewletê û Rêber Apo hevdîtinan dike û işaret bi girîngiya derxistina sererastkirinên qanûnî kir ku pêşî li tevlîbûna yên çek danîne li jiyana demokratîk bibin. Yilmaz ragihand ku afirandina qenalên diyalogê erênî ye û desnîşan kir ku qonaxa ji niha û pê ve ya pêvajoyê girîng e avakirina zemîna hiqûqî be.
Huseyîn Yilmaz diyar kir ku dewletê heta niha pêwîstiyên pêvajoyê bi cih neaniye û got, pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin ji aliyê dewletê ve baş nehatiye fêhmkirin. Lewma jî anî ziman ku derengxistina ewqasî ya pêvajoyê nayê qebûlkirin, ji ber vê jî gavên divê ji bo çareseriya demokratîk bêne avêtin girîng e hîn bêhtir neyên taloqkirin.
Yilmaz diyar kir ku serketina pêvajoyê girêdayî hêza rêxistinbûyî ya siyaseta Kurd a demokratîk û civaka Kurd e û ragihand ku ji ber vê yekê divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye, Kurdistan û dîasporayê eniyeke demokrasiyê ya berfireh bi hev re ava bikin. Yilmaz destnîşan kir ku tenê bi xurtbûna têkoşîna civakî re dewlet ber bi çareseriya demokratîk ve dikare gavan biavêje û diyar kir ku karên bi vê armancê divê bi lez bêne meşandin.
Yilmaz anî ziman ku divê dewlet êdî bibîne ku bi polîtîkayên înkar û îmhayê nikare pirsgirêka Kurd çareser bike, lewma sererastkirina qanûnî divê tavilê bikeve meriyetê.
Siyasetmedar Huseyîn Yilmaz got, divê bendewariyek çênebe ku paradîgmaya Rêber Apo danî holê wê mafên nasnameyê, perwerdeya zimanê dayikê û pirsgirêka Kurd bi hemû aliyên xwe di demeke kurt de çareser bike û destnîşan kir ku ev yek pêvajoyeke demdirêj e.
Yilmaz got, ya girîng ew e ku ev paradîgma bikeve meriyetê û destnîşan kir ku divê gavên misogerkirina demokratîkbûna Tirkiyeyê û tevlîbûna her kesî li jiyana demokratîk a bi rengekî wekhev bêne avêtin.
Huseyîn Yilmaz got, “Kurd êdî Kurdê berê nîne” û diyar kir ku destketiyên heyî bi fedakarî, ked û têkoşîna salên dûr û dirêj hatin bidestxistin.
Yilmaz destnîşan kir ku ji bo bicihanîna stratejiya çareseriya demokratîk divê her kes bi berpirsyariyê rabe û bang kir ku sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bêyî derengxistinê bi cih bêne anîn.

