Serokê Giştî yê hilbijartî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel li gel 91 parlamenteran ji partiya xwe îstifa kir.
Ozgur Ozel ewraqên partiya nû “Yeni Parti” îmze kir û got, “Ji bo welêt, milet, partiya me û me hemûyan li ser xêrê be.”
Li gorî agahiyan Gul Çîftçî û Mûrat Emîr ji bo daxwaznameya damezrandinê ya Yeni Parti’yê radest bikin çûn Wezareta Karên Hundir.
Ozel ku wê li Mizfeta Haci Bayram-i Velî nimêjê bike, wê Desteya Damezrîner a Yeni Parti (Partiya Nû) yekemcar bicivîne. Deste wê li Kulûba Anatoliyê li hev bicive. Desteya Damezrîner wê di civîna xwe ya destpêkê de serokê giştî û organên partiyê diyar bike, piştre jî rêveberiya Meclîsê hilbijêre.

