Çarşem, 9 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 9’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mizrakli serdana gora Sirri Sureyya Onder kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selçûk Mizrakli: Divê pêvajo bi zelalî bê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya ‘Sêşemên na ji darvekirinê re‘ di hefteya 137’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selçûk Mizrakli hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Uçar: Tevgera Azadiyê di heman demê de tevgereke Elewiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir: Em rêveberiya leşkerî qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Komunîst a Kurdisanê: Em piştgiriyê didin pêşniyara Abdullah Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna cangoriyan a li Êlihê bi dirûşman destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariya ji bo zivistanê ji ber bihabûnê kêm bûye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Polîsan pankarta li dijî tiryakê daxistin
Kurdistan

Polîsan pankarta li dijî tiryakê daxistin

Gel bertek nîşanî polîsên ku pankarta li dijî tiryakê ya li taxa Xaçortê hatibû daliqandin daxistin, da. 

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Platforma Şiyar Be, li taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi daxuyaniyek bertek nîşanî polîsên ku pankarta li dijî tiryakê daxistin, da. Tevî nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedaran, gelek welatiyên taxê jî tev li daxuyaniyê bûn.

Hevberdevka platformê Rûken Kiliç ku metna daxuyaniyê xwend, da zanîn ku wan serdana şêniyên taxa Xaçortê kirine û dîtine ku welatî beriya dewlet û saziyan ketine tevgerê. Rûken Kiliç anî ziman ku gelê Xaçortê li dijî zêdebûna karanîna hişbirê, daketina temenê destpêkirina madeyan û ketina bazirganên jehrê ya heta nava taxan, dibêj ‘Êdî bes e’ û wiha got: “Em vê sekna birûmet silav dikin û bi raya giştî re parve dikin ku em li cem wan in. Hişbir ne tenê pirsgrêkek takekesî ye; êrişeke sîstematîk e li ser siberoja bajêr, ciwanên me û aramiya civakî ye. Ji ber vê yekê, li ber ku em têkoşînê di qadek teng de bihêlin, mecbûrî ye ku em hemû dînamikên bajêr tev li vê têkoşînê bikin.”

Rûken Kiliç anî ziman ku hemû saziyên civakî yên sivîl, komele, platformên jin û ciwanan ên li Wanê, hêzên ewlehiyê vedixwînin ku berpirsiyaritiyê hildin. Rûken Kiliç bi domdarî wiha got: “Di serî de Walîtî, Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan, hemû rêveberên herêmî û burokratan, partiyên siyasî û nûnerên gel vedixwînin ku xeteke têkoşînê ya hevpar û biryardar ava bikin. Li dijî firoşkarên tiryakê û yên ku vê bazirganiyê organîze dikin divê polîtîkayeke bêtolerans bê sepandin, nobedên gel ên li taxan ji aliyê saziyên fermî ve bên piştgirîkirin, xebatên perwerdehiya pêşîlêgirtinê û rehabîlîtasyonê bi lezgînî bên zêdekirin. Divê li her taxê nimûneyên hişyariyê û piştevaniyê yên dişibin vê bên zêdekirin. Wekî Platforma Şiyar Be, em amade ne ku ji bo vê hişyariya ku li taxa Xaçortê dest pê kiriye li tevahiya Wanê belav bikin, tiştê ku dikeve ser milê me bikin. Ev tax ne bi tenê ye, Wan ne bi tenê ye, ji tiryakê re na, em ê destûrê nedin bazirganên tiryakê. Tax ê me ne.”

Piştre Ayten Sargol ku yek ji şêniyên taxê ye, axivî û da zanîn ku ew têkoşîna li dijî tiryakê ne tenê ji bo taxa xwe, ji bo mirovahiyê dikin. Ayten Sargol diyar kir ku ew êdî nahêlin li taxa wan madeyên hişbirê bên firotin û wiha got: “Çima polîsan pankarta me ya li dijî tiryakê daxist? Em tiştekî xirab nakin, hûn jî divê alîkariya me bikin. Hûn weke polîs wan kesên karê hişbirê dikin yek û yek nas dikin, çima hûn wan kesan nagirin? Ev gel nezan û kor nîn e, em her tiştî dibînin. Me berê jî alikarî ji we xwest, lê we baştir nekir xirabtir kir. Lewma êdî em bi xwe dê dest biavêjin vê meseleyê. Em ê taxa xwe jî û zarokên xwe jî biparêzin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Berxwedan jiyane” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiyê lingê wî şkestî nabin nexweşxaneyê
Nûçeya Pişt re Ji Dayikên Şemiyê Emîne Ocak hat bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi hezaran kes li Êlihê meşiyan: Bê Serok jiyan nabe!

Li Êlihê bi hezaran kes li dijî desteserkirinê meşiyan. Ciwanên ku bi keviran bersiv dan…

Ji aliyê Stêrk TV

Sabrî Ok: Meşa Kolnê wê bandorê li siberoja me bike – NÛ BÛ

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, diyar kir ku divê hemû gel beşdarî meşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Dîmenê pevçûnên li eniya Tişrînê hat weşandin

Piştî ku şervanan yekser bersiv dan êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir: Em rêveberiya leşkerî qebûl nakin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Partiya Komunîst a Kurdisanê: Em piştgiriyê didin pêşniyara Abdullah Ocalan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?