Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo Emîne Ocak a ku bi salan li kurê xwe Hasan Ocak ê ku dibinçavan de hat windakirin digeriya û jiyana xwe ji dest da, di yekeîm salvegera wefata wê de bi bîr anî. Bîranîn bi beşdariya gelek xizmên windayan, endamên komeleyê, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên partiyên siyasî li avahiya ÎHD’ê ya Beyogluyê hat lidarxistin. Li holê wêneyê Emîne Ocak hatin daliqandin û pankarta “Ji bo heqîqetê qêriyan, wan rêya gihîştina edaletê vekirin” hate daliqandin. Bîranîn bi pêşandana sînevîzyona ku li ser jiyana Emîne Ocak hatibû amadekirin, dest pê kir.
Kurê Emîne Ocak Huseyîn Ocak di bîranînê de axivî û got, “ÎHD mala duyemîn a diya min e. Ji ber vê yekê me xwest em li vir bin. Ev mala her kesî ye. Em dibêjin ku em ê bi bîranîn û ruhê wê yê têkoşînê dev jê bernedin; em ê dev ji têkoşînê bernedin.”
Keça Emîne Ocak Masîde Ocak jî got: “Bêdengiya dayikên me qîrînek bû. Îro salvegera yekem a wefata dayika me ye. Ew ne tenê dayika me bû, ew bû dayika her kesî. Di nexweşxaneyê de jî, pirsa rewşa mirovan, ciwanan dipirsî. Em ne tenê ji bo bîranîna dayika xwe li vir in di heman demê de ji bo xwedîderketina têkoşîna wê em li vir in. Hesreta me pir mezin e. Tevî her tiştî jî bi hêza ku me ji dayikên xwe fêr bû, bi wêrekiya ku wan ji me re hiştiye em ê vê têkoşîna bi rûmet bidomînin.”
Piştî axaftina bîranîn bi dawî bû.

