Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li Kongreya Asayî ya 3’yemîn a Mersînê axivî.
Tûncer Bakirhan bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û anî ziman ku dema ew li bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin temaşe dikin, hingî bêhtir fêhm dikin bê pêvajo çiqasî hêja ye.
Bakirhan qala qanûna çarçoveyê kir ku tê payin di çarçoveya pêvajoyê de bê derxistin û diyar kir ku ew hêvî dike qanûn tevgîr be ku hemû encamên ji ber neçareseriya meseleya Kurd ji holê rake.
Tûncer Bakirhan got, “Hêvîdar im em ê vê carê pêvajoyê ji dest nedin. Eger pirsgirêkek rû nede di demeke kurt de qanûna çarçoveyê wê bikeve rojeva meclîsê. Qanûn dibe ku vê hefteyê bê. Divê ev qanûn biçûk neyê dîtin. Ev qanûn ew qanûn e ku meseleya Kurd derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bê kirin. Em di nava pêvajoyeke dîrokî de ne.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê destnîşan kir ku aştiya vî welatî gelekî hêja ye û got, “Ev aştî divê berhema me hemûyan be. Divê bi tevkariya Tirk, Kurd, Elewî, jin, ciwan, yên zarokên xwe ji dest dane, yên li girtîgehan li ber xwe didin, yên ji ber sedemên cuda sirgûn bûne. Lewma dixwazim careke din destnîşan bikim ku ji bo ev qanûn weke me got bi rengekî tevgîr derbasî meclîsê bibe, di serî de saziyên demokratîk şoreşger her kes bi rengekî çalak piştgiriyê bidin. Weke DEM Partî em ê bi wê rolê rabin ku ne pêvajoyê bixitimînin, lê pêşiya pêvajoyê vekin. Lê belê divê ev neyê wê wateyê ku em ê daxwazên xwe yên mafdar li meclîsê, kolanan û li platformên bi vî rengî nînin ziman. Heta ku zimanê Kurdan azad bibe, heta ku Kurd li cografya xwe, li van metropolan bi rengekî azad bijîn em ê daxwazên xwe bînin ziman, têkoşîna xwe bi hev re dewam bikin.
Em hemû baş zanin ku bi vê qanûnê wê bersiv ji temamiya daxwazên Kurdan, kedkar û bindestan re neyê dayin. Lê belê ev qanûn wê bibe destpêkek. Ev qanûn wê deriyekî veke. Ji bo zimanê me, ji bo nasnameya me, ji bo jiyaneke mirovane, ji bo edaleta di aboriyê de, ji bo ciwanên me li warê xwe, li cihê lê ji dayik bûne derfetên kar bibînin wê derî veke. Piştî ku ev derî hate vekirin Mersîn, kedkarên Mersînî, Kurd, Elewî wê têkoşîna xwe ya heta niha hîn mezin bikin. Ev qanûn derî vedike. Lê belê ya ku demokrasiyê bîne, bike ku Kurd bi rengekî azad bi zimanê xwe bijîn, Elewî bibin welatiyên wekhev, jin bi rengekî azad bijîn, wê têkoşîna me ya demokratîk be. Yanî qanûn wê ne dawî be, lê destpêk be. Ji bo têkoşîneke hîn rêxistinbûyî, hîn xurt, ji bo jiyaneke mirovane, wekhev a her çîn, bawerî û gelî ya li ser vê xakê wê derî li afirandina Tirkiyeyeke demokratîk veke. Em ê deriyekî welê veke ku bi rengekî azad bi nasnameya xwe li xaka xwe bijîn.”
Tûncer Bakirhan diyar kir ku ev qanûn ne her tişt e lê belê qonaxeke gelekî girîng e û destnîşan kir ku wê Tirkiyeyeke demokratîk a ji jiyaneke azad bi hev re biafirînin.

