Di “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de ku bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo destpê kir, bal çû ser sererastkirina “qanûna çarçoveyê” ku tê payin pêşkêşî meclîsê bê kirin. Sererastkirina qanûnî ku tê texmînkirin wê pêşniyarên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd jî li ber çavan bêne girtin, tê payin ku tevkariyeke girîng li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re bike.
Hevserokê Şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Îshak Demîrel girîngiya sererastkirinê û bandora wê ya gengaz a li pêvajoyê ji ajansa me re nirxand.
Demîrel anî ziman ku qanûn demeke dirêj e tê nîqaşkirin û diyar kir ku bendewariya esasî ew e ku di nava demê de qanûneke hîn berfireh bê derxistin. Demîrel got, “Qanûnek heye ku demeke dirêj e tê nîqaşkirin; ‘qanûna çarçoveyê’, ‘qanûna pêvajoyê’ yan jî bi hin gotinan ‘qanûna kok’. Pênaseya ‘qanûna kokê’ wê hîn rast be. Nîqaş li ser qanûna çarçoveyê tê kirin, lê belê çima qanûna kokê? Ji ber ku mebest ji qanûna kokê; kok ji şaneyê tê; tê wateya nûbûnê, jinûve afirandin. Divê qanûneke bi vî rengî be.
Pêşnûme qanûnek heye ku di nava raya giştî û çapemeniyê de tê nîqaşkirin û tê texmînkirin ku ji 15 xalan pêk were. Destpêkê qanûnek dihate pêşbînîkirin ku di navbera yên tevlî sûc bûne û yên tevlî nebûne cudahiyê datîne, tenê sûcên endametiya rêxistinê û hin sûcên bingehîn vedihewîne û ji bo muzakerevanê sereke Birêz Abdullah Ocalan statuyekê diyar nake.
Bendewariya esasî ew bû ku di çarçoveya pêvajoyê de ya ku sal û nîvek, du sal in dewam dike, qanûneke giştî bû. Ya ku diviyabû bihata kirin qanûnek bû ku cudahiyê naxe navbera endamên rêxistinê, hemû endamên rêxistinê û siyasetmedaran vedihewîne û di heman demê de hem statu hem jî azadiya muzakerevanê sereke Birêz Abdullah Ocalan diyar dike. Lê belê xuya ye qanûna ku destpêkê bê amadekirin wê ne xwedî çarçoveyeke ewqasî berfireh be. Tê payin ku destpêkê qanûnek welê be ku endamên rêxistinê û siyasetmedaran vehewîne.
Doh yekemcar ji devê rayedarekî Wezîrê Edaletê diayr kir ku ew li bendê ne ku di nava hefteyê de bikeve rojeva meclîsê. Ji Qendîlê jî hin daxuyanî hat ku beşek ji pêşnûmeyê gihîştiye ber destê wan. Lê belê ya rast ew bû ku bi wan re muzakere bihata kirin û bi vî rengî pêşkêşî Meclîsê bihata kirin. Em ê di dema pêş de vê bibînin. Bendewarî û hêviya me ew e ku ji bo destpêkê jî be qanûneke çarçoveyê bê derxistin. Lê belê gavek bi tenê jî bi dîtina me wê ji bo pêvajoyê erênî be.”
Demîrel bal kişand ser tevkariyên ku qanûn li pêvajoyê bike û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
“Tevkariya qanûnê ya li pêvajoyê wê bi vî rengî be: Dema ku em pêvajoya 2013-2015’an bînin bîra xwe Mutabaqata Dolmabahçeyê hebû. Di navbera aliyan de mutabaqatek çêbûbû lê belê ev mutabaqat ji aliyê qanûnî ve girêdar nebû. Piştre tecrûbeyeke bi êş rû da. Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan got, ‘Ez ne mutabaqatê nas dikim, ne jî rast dibînim’ û dawî li pêvajoyê anî bû.
Di asta heyî de pêvajoyek ji deh salan qewimî ku ji sala 2015’an heta 2025’an dewam kir û ji bo herdu aliyan êşên giran bi xwe re anî. Ya ku divê niha bibe ew e ku weke di mînakên muzakereyan ên cîhanê de jî bû, qanûneke girêdar bê derxistin.
Qanûn parastina vê yekê dike. Parastina kê dike? Ji heyeta Îmraliyê heta bi her kesên ku tevlî pêvajoyê bûn; yanî hemû aktorên li aliyê Tirk û Kurd diparêze. Bêguman em îhtimaleke bi vî rengî nabînin, lê belê eger sibe, dusib pêvajo berevajî bimeşe, hingî bi qanûnê re wê pêşî li jinûve cezakirina kesên tevlî pêvajoyê bûne bê girtin. Ev yek wê ji bo pêvajoyê erênî be.”
‘DIVÊ JI NIHA Û PÊ VE JI BO JINÛVE AVAKIRINA TIFAQA KURD Û TIRKAN GAV BÊNE AVÊTIN’
Îshak Demîrel diyar kir ku qanûn wê bibe gava destpêkê, ji niha û pê ve divê tifaqa Kurd û Tirkan jinûve bê avakirin û got, “Eger bê bîra we, weke hiqûqnasan beriya bîst rojan me li Amedê ‘Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk’ lidar xistin. Li wê derê encamnameyek hatibû weşandin. Ya rast daxwazên me yên têkildarî qanûnê û pêvajoyê di wê encamnameyê de eşkere û şênber bûn.
Qanûn gava destpêkê ye. Hem ji bo vegerê hem jî ji bo pêbaweriya hiqûqî gaveke destpêkê ye. Piştre jî weke ku me got, divê pêvajoya guherîn û jinûve avakirinê destpê bike. Ji bo jinûve avakirina tifaqa Kurd û Tirkan divê gav werin avêtin.
Di nava Komarê de divê Kurd bi destûra bingehîn bêne naskirin û misogerkirin. Ev yek nexşerêyek e. Ya ji niha û pê ve ew e ku ji bo mafê zimanê dayikê, nasnameya Kurd, dîrok û hişê gelê Kurd bê naskirin gav bêne destpêkirin. Ev hemû ew gav in ku piştî qanûnê divê bi cih bêne anîn. Bi plansaziya dem kurt û demdirêj divê pêk werin.”

